Portreya Rojê: Hanadi Zakaria El-Hindi

Tevî ku dizanî dema li welatê wê jinek bixwaze li peyî xeyalên xwe biçe çiqasî dijware jî ajotina belafirê li Siûdiyê ji xwe re kir xeyala jêneger û giha aramanca xwe. Hanadi Zakaria El-Hindi xewna xwe ya ajotina belafirê pêk anî û bû yekem jina Siûdî ku ruxseya ajotina belafirê bidest xist û navê wê di pirtûka 100 jinên herî mezin ên di hewavaniyê de hat tomar kirin.

Tevî ku dizanî dema li welatê wê jinek bixwaze li peyî xeyalên xwe biçe çiqasî dijware jî ajotina belafirê li Siûdiyê ji xwe  re kir xeyala jêneger û giha aramanca xwe. Hanadi Zakaria El-Hindi xewna xwe ya ajotina belafirê pêk anî û bû yekem jina Siûdî ku ruxseya ajotina belafirê bidest xist û navê wê di pirtûka 100 jinên herî mezin ên di hewavaniyê de hat tomar kirin.  
Navenda Nûçeyan - Hanadi Zakaria El-Hindi di sala 1978'an de li Makkah a Siûdîyê ji dayik bû ye. Zaroktiya xwe di nav tevna civakî de mîna her keçek Mekkî jiyaye û di çêbûna kesayetiya xwe de ji jîngeha rastîn a Mekkî bandor bû ye. Xwendina xwe ya seretayî li dibistana Şanzdehan a navçeya El-Mesfalah, a navîn li dibistana Hijdehemîn a navçeya El-Kaakiyeh û ya amadeyi jî li dibistana Diwazdehemîn a El-Kaakiyeh qedandiye. 
Bi qedandina dibistana amadeyi re xewna xwe ya xwendina zanîngehê bicîh anî û li Zanîngeha Umm El-Qura beşê wêjeya Engilîzî xwend, berî ku bawernameya zanîngehê werbigire biryar da ku xewna xwe ya ajotina belafirê bişopîne û xwendina xwe li  Akademiya Hewayî ya Rojhilata Navîn a Urdunê bidomîne. Her çend ku ew ji dijwariya ajotina belafirê ya li welatê xwe haydar bû jî li peyî xeyalên xwe çu. 
Di lîsteya kovara karsaziya İmaratî de di rêza 20'emîn de cih girt
Piştî vegera xwe ya Siûdiyê bi pirsgirêka cudakariya zayendî re rû bi rû ma, di nav de hin endamên malbata wê yên ku wê bi binpêkirina jinên Siûdî tawanbar kirin, lê wan di dawiyê de piştî wergirtina ruxseya ajotina belafirê pesnê karîgeriya wê dan. Ew yekem jina Siûdî bû ku belafir ajot. Her wiha navê wê di pirtûka "100 jinên herî mezin ên di hewavaniyê de", ku tê de têkoşîna jinên ku pîşeya firokevaniyê hilbijartine, hat tomar kirin. Piştî ku di sala 2004'an de mewzûn bû, peymanek 10 salî bi şerîkeya karsazekî Siûdî El-Welîd Bin Telal ku yek ji veberhênerê herî mezin ê cîhanê ye re îmze kir. Bi vê peyîmanê bû kabtêna taybet ya şerîkê.
Di sala 2010'an de xeletiyek bijîjkî li nexweşxaneyek Brîtanî bû sedema dawîbûna xeyalên wê yên berdewam kirina ajokariya balefiran. Ji ber piştî emeliyatê gurçikek xwe winda kir. Ev jî bû sedem ku ruxseya wê navneteweyî ya ajotina belafirê hate seknandin. Bi serkeftinên xwe di lîsteya kovara karsaziya İmaratî de Arabian Business ji bo 30 jinên herî bi hêz ên Siûdî di rêza 20'emîn de cih girt.