Dengê ku ji dîwarên qedexeyan derbas kir: Qemer-El-Moluk Wezîrî
Hin deng tenê stran nabêjin; ew deriyên girtî vedikin, sînorên ku ji bo jinan hatine danîn derbas dikin û di bîra dîrokê de cih digirin. Carna, jinek tenê bi stranekê dikare li dijî bêdengiya sedsalan, dengê xwe bilind bike.
Navenda Nûçeyan – Di sala 1924’an de, li Tehranê jinek derket ser dikê. Ew, Qemer-El-Moluk Wezîrî bû ku di dîroka hunera Faris de gavek mîna şoreşê avêt. Di civakek ku derketina jinan a diyarê raya giştî û stranbêjiya wan a li ber mêran bi sînoran re rûbirû bû, wê biryar da ku dengê xwe bi raya giştî re parve bike. Qemer ne tenê stran got; wê her wiha deriyek vekir ku piştî wê jinên din jî bikaribin derkevin ser dikê.
Jina ku dengê xwe kir berxwedan
Qemer-El-Moluk Wezîrî di sala 1905’an de li Tehranê ji dayîk bû. Ew di muzîka klasîk a Îranê de bû yek ji dengên herî girîng ên serdema xwe. Di sala 1924’an de, dema ku li pêş temaşevanên jin û mêr bêyî rûpoşê stran got, ev gav di jiyana hunerî ya Îranê de bû bûyereke girîng. Di wê serdemê de, jinên ku dixwestin li qadên giştî hunera xwe pêşkêş bikin, bi gelek astengên civakî re rû bi rû diman. Lê Qemer Wezîrî bawer dikir ku dengê jinê divê di nav çand û jiyana civakê de bê bihîstin. Bi dengê xwe yê xurt, teknîka stranbêjiyê û şêwaza xwe ya taybet, wê di muzîka klasîk a Îranê de cih girt. Hunera wê tenê ji bo kêfxweşiyê nebû, her wiha li ser dike jî peyamek bû: jin dikarin hilbijêrin, biafirînin û li ber raya giştî xwe îfade bikin.
Hunera ku bi mirovatiyê re bû yek
Qemer Wezîrî tenê bi hunera xwe navdar nebû. Tê gotin ku ew di konserên xêrxwaziyê de jî amade dibû û alîkariya kesên xizan dikir. Ji bo wê muzîk ne tenê qadeke hunerî bû, di heman demê de rêyek ji bo gihîştina mirovan û parvekirina tiştên ku mirov dikare bide yên din bû.
Qemer, di sala 1959’an de li Tehranê çû ser dilovaniya xwe. Lê dengê wê di dîroka muzîka Îranê de ma. Çîroka wê jî bû beşek ji dîroka jinên ku xwestin di cihên ku li wan hatibûn tengkirin de, hebûna xwe eşkere bikin.
Jiyana Qemer û çîroka wê, pirsên girîng derdixist holê: Kî biryar dide ku dengê kê bê bihîstin? Çima hunera jinan di hin deman de wekî tiştekî qedexekirî tê dîtin? Û çawa huner bibe dikare rêya guhertina têgihîştina civakê?