Buyera Rojê: Komkujiya Dêrsimê

4’ê Gulana 1937’an bi biryara Lijneya Wezîran di bin navê ‘Tevgera Tenkîl a Tunceliyê’ de komkujiya Dêrsîmê hat destpêkirin.

70 hezar mirov hatine qetilkirin, bi dehezaran welatî hatin surgunkirin û karesatên mezin bi serê wan hatin.

Gelek jinên ciwan ku weke ‘keçên Dêrsimê yê winda’ tên zanîn jî hatin revandin û carekdin agahî ji wan nehat girtin.