Buyera Rojê: 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî

.

15’ê Gulana 1932’an Kovara Hewarê cara yekem li Paytexta Suriyê Şamê bi tîpên latînî û pêşengiya malbata Bedirxaniyan hat çapkirin. Heya wêdemê nivîsên kovar û rojnameyan kurdîbûn, lê şêweyê nivîsê samî ango erebîbû. Ji dîroka despêkirina jimara yekê a Hewarê û şonde tîpên latînî ketin dîroka zimanê kurdî. Ji 15’ê Gulana 2006’an û şûn de ev roj weke cejna zimanê kurdî hat pejirandin û li her deverên Kurdistanê tê pîrozkirin.