Buyer Rojê: Roja Jinên Cîhanê

Di 8’ê Adara1857’an de li bajarê New York a Amerîkayê 40 hezar karkerên jin ji ber heqdesta kêm û mercên giran ên xebatê li fabrîkayê dest bi grevê kirin.

Bi alîkariya rêveberiya kar polîsan êrîşî çalakiya jinan kirin, û agir bi fabrîkayê xistin, di encamê de 129 jinan jiyana xwe ji dest dan.

Ji sala 1909’an heya niha 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê tê pîroz kirin.

Ajansa JINHA

Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) di 8’ê Adara 2012’an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dest bi weşanê kir.

Di nava demek kin de jinên cîhanê li JINHA yê xwedî derketin û eleqeyek mezin nîşan dan. Bi keda jinan a hevpar ajasê karî xwe bigihîne dorhêlek fereh û jinên ji gelek deverên cuda xwe xebta xwe têde dîtin.

 Ajans di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi fermana KHK’ê ya Tirkiyê hat girtin.