Bi hêviya dinyayek wekhev û azad, Bijî 1 Gulan!
1’ê Gulanê Roja Karkeran li hemû jin û kedkaran pîroz be ku bi têkoşînê xeyalên xwe yên cîhanek bê çîn, bê îstismar, wekhev û azad mezin kirine.
Bertolt Brech ji pirtûka Maksim Gorkî ya bi navê 'Dayîk' dîsa bi navê 'Dayîk' lîstekek şanoyê çêkir. Di sala 1973'yan de gava li Şanoya Hunerê ya Enqereyê hat nîşandan, ji aliyê Sarper Ozsan ve wek muzîka lîstikê hat nivîsandin û besteya wê hat çêkirin. Ev berhem wek Sirûda 1'ê Gulanê heta îro hatiye û ji aliyê bi dehan hunermendên deng û koman ve hatiye gotin.
Di sala 2021'an de bi xeyala 'dinyayek bê çînî, bê kedxwarî, wekhev û azad', ji aliyê Koro Mor a ku Koma Muzîkê ya Jinan a Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm-Senê ye ve hat gotin.
Wekî ku di sirûdê jî tê gotin "Rojek nipûnû derdikeve ji pişt bilindahiya çiyayan. Jiyanek kêfxweş şîn dibe, ji asoyên şer. Rojên kêfxweş ên welatê min, di roja ku bêguman dê bê de ye.