ked û aborî

  • Di Firoşgeha Mala Xaniman de kel û pelên zarok û jinan tên firotin 

    Jina bi navê Dilniya Ehmed ku ji bo xwe firoşgeheke kel û pelên zarok û jinan vekiriye ji aliyê welatiyên Seyîdsadiq ve rastî eleqeyê tê û hemû xebatkarên di vê firoşgehê de kar dikin jinên ciwan ên ji herêma Seyîdsadîq in. Dilniya diyar kir ku firoşegeha wan bi şev û roj di xizmeta welatiyên herêma Seyîdsadiqê de ye.

  • Pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî li Qamişlo hate despêkirin 

    Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê û li gel Hevrêziya bi Yekîtiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê re bi dirûşma "Ji pîşesaziya ekelojîk ber bi xwetêrkirinê ve" pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî li Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dan despêkirin.

  • Bi vegera gund re bû xwedî kar 

    Husna Dolan a ku beriya çend salan neçar mabû ji gundê Comelaşê yê Licê koçber bûbû, çûbû Mersînê û bi salan li wir wekî karkerekî demsalî xebitî, niha li gundê xwe yê ku salek berê lê vegeriya serayek ava kir. Di serayê de îsot, bacan, fasûlye û xiyaran çandine û hem dide marketan hem jî li bazaran difroşe.

  • Hezkirina xwe ya daran veguherand kargehê 

    Selahat Bayrama ku wekî hobî dest bi karê boyaxkirina daran kir, bi vekirina atolyeyê veguherand pîşeyek ku ji bo gelek jinan bûye çavkaniya îlhamê. Armanca wê ya sereke mezinkarina vê xebatê ye û dibêje: “Azadiya aborî hesteke gelek xweş e.”

  • Zeviyên Til Temirê bi jinên ku pûş kom dikin û hermelê berhev dikin xemilîne 

    Îlham Yûsif Mihemed a ku ji dayik û dapîra xwe fêrî afrînerî û xuliqkariyê bûye, di demsala havînê de ji saetên berbangê ve diçe nav zeviyan û pûş ji bo lawir, mal û kelpîçan kom dike, li aliyê din jî hermelê ji ser giran berhev dike û li mala xwe tevî zarokên xwe çêdike û wekî xemlê bi mala xwe ve didaliqîne.

  • Jinên Tûnisî bi firotina cilên kevn li ser lingên xwe disekinin 

    Bazirganiya cilên kevn li Tûnisê ji bo her kesê riya debarê ye. Ji bo jin û her wiha zilaman riya kar û bar e. Ji bo kesên ku li cilên erzan digerin, kirîna cilên xebitandî riyeke baş e. Ev bazirganî, heta niha ji bo mêran tenê bû lê di van salên dawî de nîvê bazirganên jinên ku li hemberî xizanî û tunebûnê têdikoşin in.

  • Xwarinên xweş ên Afganistanê li xwaringeha Soxra û Kubra ne 

    Li Afganistanê karkirina jinan cesaret û îsrarê dixwaze, Soxra Emîrî ya di ferqa van hemûyan debû despêkir, paşê xwişka xwe Kubra û 500 welatiyên dinê tevlî kar kir.

  • Giyayê ku bi kedeke giran tê amadekirin: Zuxax 

    Gihayê Zuzaxê yê biharê li çiyayên Pasûrê şîn dibe, wekî her sal, ji hêla jinan ve hat berhevkirin û piştî tê kutandin ji bo hişk bibe datînin ber tavê. Hema bêje her mala li herêma Pasûrê biharê vî giyayê ji bo xwarinê berhev dike. Hayriye Tekîn a yek ji wan jinan e dibêje; "Bi vê gihayê, mirov hem şîfa dibîne hem jî bi firotina wê pere qezenc dike."

  • Projeya Gula Buharê guhertina hişmendî û rêgirtina li ber krîza aborî ye 

    Bi armanca şikandina zîhniyeta mêrê serdest “Şawîş” û ji bo rêgirtina li pêşiya krîza aborî projeya “Gula Buharê” bi keda jinan hatiye pêşxistin.

  • Ajokara hosta ya kolanên Lubnanê: Zehra 

    Şert û mercên jiyanê yên dijwar hişt ku jina Lubnanî Zehra Merwa bibe ajokara otobusek dibistanê da ku debara jiyana xwe û malbata xwe pê bike.

  • Nesret 17 sale cilên jinên Pencewînê didiru 

    Xwediyê dirunxana Sena ya jinên Pencewînê Nesret ji bo karê xwe dibêje: “Jinên tên gel min dibêjên; ‘em tenê ji ber gotinên te yên xweş tên vêderê.’ Gelek caran alîkariya min dikin ji bo ez zu cilan bigihînim.”

  • Jinên Botanê di navbera du sînoran de bêrîvaniyê dikin 

    Jinên bêrîvan ên li gundê Andaç ê li herêma sînor dijîn, her roj derbasî aliyê din ê sînor dibin ji bo ku sewalên xwe bidoşin. Jinên ku piştî bizinên xwe didoşin vedigerin gundên xwe dibêjin ku bêrîvanî bûye pîşeya wan û ji rêwîtî û karên bêrîvaniyê pir kêfxweş dibin.

  • Xuşka Turbocu, ezbera "karê mêr" xira dike! 

    Hostaya wesayîdan Ceylan Îrdem, a bi nasnav Xuşka Turbocu, bi xebata xwe bi lez bi pêş ve diçe, guh nade kesên ku dibêjin "hûn nikarin", "ev karê zilam e." Her çendî di pîşesaziyê de hevjînê wê yê berê û zilamên di senayiyê de hewl didin astengiyan derxin pêşiya wê jî ew tu carî dev ji karê xwe bernade.

  • Jinên Aden ê pêdiviyên xwe bi rêya Îbşr ê dabîn dikin 

    Projeya Îbşr beşek mezin ji pêwîstiyên jinên Aden ên Yemenê dabîn dike û heta niha xwe gihandiye hejmarek mezin a jinan.

  • Jinên Seyîdsadiq cilên ciwan ji firoşgeha “Laçkên Aya” yê digirin 

    Li bajarokê Seyidsadiq a Silêmaniya firoşgeha Laçikên jinan a bi navê “Laçkên Aya” di xizmeta jinên herêmê de vekiriye. Xwediya firoşgehê Seyran Mehemed da zanîn ku jinên vî bajarokî hemû berê xwe didin vê firoşgehê û got: “Karkirina min ya ji derve li pêşiya temaşekirina zarokan û serdana xizîm û heskiryên min nabe asteg ji ber wê baweriya min bi min heye. Ya giring ewe ku li her cihê ku lê bim bikarim jiyana xwe û ya zarokên xwe dabîn bikim, bêyî ku çavê min bimine li ber destên hinek din.”

  • Li navçeyeke piçûk destkeftiyên mezin 

    Şadiye Akboz tevî hemû zextên civakî yên li navçeya turîstîk a piçûk Gêlê, bi tenê xebatkara jin a navçeyê ye, bi salan e li xwaringehekê dixebite, bang li hemû jinan dike û dibêje ku cihê wan ne mal e. Di vê jiyanê de tiştê herî çêtir ew e ku mirov bêyî li destê kesek binêre pereyê xwe qezenc bike.

  • Xebata çandiniyê ji bo debara jinên koçber derfetek e 

    Tevî girîngiya qada çandiniyê wekî derfetek kar ji bo gelek jinên li kampên li bakurê Sûriyeyê jî ew bi neheqî û mûçeyên kêm re rû bi rû ne li gorî mûçeyên mêran.

  • Di heyama teknolojiyê de jinên penîrfiroşên Misrê 

    Li pişt her firaxa penîrê qirêşê li kolanên Misrê, çîrokek a jinên têkoşer ên ku penîr çêdikin û difroşin heye.

  • Li ser Derya Hezarê kaptana ciwan Kowsar Sedeghî 

    Kowsar Sedeghî ya Îranî ku bêr xwe daye Derya Hezarê; hem kaptana herî ciwan hem jî bû jina yekem a welatê xwe ya deryavaniyê dike.

  • Rêwîtiya zozanan a jinên koçer dest pê kir: Her çend zehmet be jî em hez dikin 

    Bi germbûna hewayê re, koçer berê xwe didin quntara çiyayê Kereşdaxê. Jinên koçer, li zozanan ji xwedîkirina ajalan bigre heta dotina wan, ji çêkirina mast û penîr bigre heta hewcedariya xwarinê û xwedîkirina zarokan hemî bar digrin ser milên xwe. Tevî hemû zehmetiyan jî diyar dikin ku jiyana li zozanan pir xweş e.