ked û aborî

  • Kil çavan ji qirêjiyê diparêz e 

    Emîne Besrawî di nava çend mehan carekê de kil bi destê xwe amade dike û şêniyên gund belav dike.

  • Di jiyana koçberiyê de pêşxistina projeyên aboriyê 

    Endama Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Leyla Mihemed armanca wan a projeyên ku vekirine wiha dibêje: "Armanca me bi vekirina projeyan ew e ku em alîkariya malbetên şehîdan û welatiyan bikin bi taybetî di aliyê tendirustî di rewşa koçberiyê de."

  • Kampa koçberan bi şînahiyan dixemlînin 

    Jinên Efrînê yên ku ji cih û warên xwe koçber bûne ji bo ku zehmetiyên koçberiyê û dabara jiyana xwe bi rêve bibin li ber mala xwe baxçeyên biçûk diçînin û bi cîranên xwe re parve dikin.

  • Bejdarbûna jina di aboriyê de ji sedan 11 ye 

    Bejdarbûna jinên Başûrê Kurdistanê di aborî de gelek lewaze. Li gora ew astengiyên ku jin ru bi ru dimin jî rêvebirina karê jinan bi awayek serbixwe ji sedan 11 ye û eve jî rêjeyek gelek kême. Jinên xwedî kar daxwaz dikin ku jin kar bikin.

  • Mala dayika Hêvî bi çandiniyê re veguheriye bihuştê 

    Dayika Hêvî di mala xwe de bihuştek ji çandiniyê ava kiriye û tê de kuncî, tutin, darên fêkî û hemû cureyên şînahiyê çandiye. Dayika Hêvî dibêje ku mirov qîmeta keda xwe bi berhemdayînê nas dike. Rojeke bê çandinî û ax najîm rihekî zindî heye her min dikşîne.

  • Ji nehsaliya xwe ve hînî ajokariyê bûye 

    Jina ciwan a bi navê Ronahî Ehmed Hebeş di 9 saliya xwe de dest bi ajovaniyê kiriye. Ronahî diyar dike ku wê bi ajotina motorê kevneşopî, fikr û nêrîna civakê ya li dijî jinan guhertiye.

  • Edle 20 sal in mêşên hingiv xwedî dike 

    Dayika Edle ji xwedîkirina pez, çêlek, çandinî û firotina mirîşkan li firoşgehan dest bi rêwîtiya xwedîkirina mêşên hingiv kir û heta niha jî berdewam dike. Dayika Edle dibêje ku cîhana mêşên hingiv cîhaneke pir cuda ye, gelek nexweş bi hingivê mêşên wê baş bûne.

  • Jinên ciwan bi pareyek kêm kar dikin 

    Gelek jinên ciwan li Başûrê Kurdistanê zaningehên bilind temam kirine û ji ber bê kariyê hemû di malên xwe de bê karin û li benda rojekê ne ku bi damezrin û karê xwe bikin. Hinek ji wan jî da ku neminin di malê de di karên ku peryê wan kême ne de kar dikin.

  • Bi kargehan debara xwe dikin 

    Jinên ku ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê ji cih û warê xwe bûne, ji bo bikaribin li ser lingên xwe bimînin bênavber dixebitin. Aliya El-Usûd a ji devera El-Erîma ya bajarê Babê dibêje; “Domandina jiyanê hewceyî berxwedanê ye.”

  • "Dê her der bibe qada 1’ê Gulanê" 

    Nûnera Komîsyona Jinan a DÎSK’a Enqereyê Nevîn Kiziloz ku bertek nîşanî qedexekirina 1'ê Gulanê ya bi hinceta pandemiyê da û got; "Em ê bi dirûşmên ‘Em ê tu carî dev ji daliqandina poster û pankartên 1'ê Gulanê yên li avahî, kargeh, xanî, kolan û meydanan bernedin û daxwazên xwe ragihînin’ û “Em li vir in û em ê bi destên xwe cîhana nû ava bikin”, em ê malan, cihên kar û kolanan bikin qada 1’ê Gulanê."

  • Li gel ziwanbûna salê jî firîkê Edle yê bi qasî bejana wê bilind bûye 

    Firîk her sal bi genim re tê avêtin, ew bi xwe genim e heşîn e berî bigihîje şeklê dawî û hişk bibe, simbila wê tê rakirin û dibe firîk. Li ser sifreyê dibe xwarineke bi qîmet û wekî savar û birincê zadekî esas e di her malê de.

  • "Wusa xuya dike ku ji sala 2013’an û vir ve kes nemiriye!" 

    Civaknas û Dilxwaza Meclisa Konseya ÎSÎG’a Stenbolê Asli Odman got; "Li Tirkiyeyê bi texmîna herî muhafezekar, 10 an jî 15 hezar xebatkar ji ber nexweşiyên pîşeyî mirine ku em dikarin vê rewşê wekî cînayetên pîşeyî binav bikin lê li gorî îstatîstîkên fermî li Tirkiyeyê, ji 2013’an vir ve tu kes nemiriye. Tê hesabkirin ku ji sedî 10 kesên ku ji ber nexweşiya penceşêrê dimrin, ji ber pîşeyê dikin bi vê nexweşiyê ketine. Ji deh hezarî zêdetir kesên ji ber nexweşiya penceşêrê ya ji ber pîşeyê mirine divê ku hatibin qeydkirin lê hejmara fermî ‘0’ nîşan dide.

  • Ji firina malê, ber bi projeyeke berifreh ve 

    Îman Silêman a ji ber şerê di navbera rejîma Baas û çeteyên DAIŞ'ê ji gundewarên Dêrezorê di sala 2017'an de neçarî koçberiyê bû, ji bo lê bijî navçeya Til Temirê weke strageh dît. Bi alîkariya Aboriya Jin projeyeke ji firina malê dest pê kir, niha jî bi projeyeke berfireh ku bi taybetî jinên koçber jê sûdê werdigrin berdewam dike.

  • Bi çandina kulîlkan konê penaberiyê dişibîne baxê xwe yê Efrînê 

    Tevî êş û zehmetiyên ji ber koçberiya bi zorê ya gelê Efrînê, israr û berxwedana wan di hemû aliyên jiyanê de ji bo vegera ser axa xwe berdewam dike, di nav wan de jinên ku bi derfetên kêm dixwazin rengê jiyanê li Şehbayê veguherînin bexçeyê gulan hene.

  • Nerîman debara mala xwe bi nanê tenurê dike 

    Nermîn ya ku li Seyîdsadîq ji bo debara malbata xwe bike û zarokên xwe xwedî bike, bi tena serê xwe firinek biçuk ya ku nanê tenura xazê çêdike bi rêve dibe û nanê vê tenurê di meha Remezanê de ji aliyê kiriyaran ve gelek tê hes kirin.

  • Bi çandina bexçe û xwedîkirina sewalan dabara xwe dike 

    Xalîde Mihemed bi qasî girêdana xwe ya ji xwezayê re, li ber derê mala xwe bexçeyek çêkiriye, li kêleka wê jî sewalan xwedî dike û dabara mala xwe dike.

  • Bi xwedîkirina şitil û kulîlkan hem bextewar dibe hem jî debara xwe dike 

    Felek Tulay tovên kulîlkên ku ji Bexçeyên Hevselê berhev dike tîne li şaneşîna mala xwe datîne û dema ku tovên kulîlkan û şitlên daran aj didin û dibin kulîlkên rengîn difroşe. Ew bi vî karê xwe di warê aborî de debara mala xwe dike.

  • Hemû jinên navçeyê bi çêkirina tenûran debara xwe dikin 

    Mekiye Ertokan a li Palûkeya Amedê dijî, bi çêkirina tenûran debara mala xwe dike. Bi tenûrên ku difroşe pêdiviyên xwarinê û yên ji bo perwerdeya zarokên xwe pêk tîne. Mekiye dibêje ku hemû jinên li gund dijîn, mîna wê, nanê xwe ji heriyê qezenc dikin.

  • Jinên koçber bi firotina cilan debara xwe dikin 

    Jinen koçber ên di kampa Roj a nû de ku dikeve rojhilatê bajarê Minbicê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo dabînkirina debara xwe ya rojnane cilan difroşin, ji ber şert û mercên dijwar û nebûna derfetên kar.

  • Li Siûdiyê hejmara jinên dixebitin zêde bûye 

    Li Erebistana Siûdî ku li gorî welatên din ên cîhanê hejmara jinên dixebitîn kêm bû, li gorî daneyên niha rêjeya jinên dixebitîn, di demên dawiyê de zêdetir bûye