Jineke ciwan a Filistînî di qada enerjiya rojê de bi xwebawerî dixebite

Ramah El-Buhaysî ji parêzgeha Dêr El-Belah li Xezayê dide diyarkirin ku ew ji Koleja Sêwirana Grafîkê derçû lê berê xwe da dîplomaya teknîsyeniya enerjiya rojê li Koleja Civakî ya Perwerdeya Xezayê ya girêdayî UNRWA ku ew jî mîna sazkirin, xebitandin û domandina pergalên fotovoltaîk e.

NEXEM KARACA
Xeza- Ji ber xirabûna şert û mercên aborî û berdewamiya dorpêça ku li ser Xezayê hatiye ferzkirin, Ramah El-Buhaysî dest bi xebata sazkirina panelên rojê û enerjiya alternatîf kir ku ew jî pîşeyek li Filistînê mêr wê kontrol dikin.
Sazkirina panelên rojê û enerjiya alternatîf weke pîşeyek e zehmet tê binavkirin. Ev pîşe tenê ji bo mêran bû lê Ramah El-Buhaysî ya 21 salî piştî ku beşdarî xwendina di warê sazkirina panelên rojê û enerjiya alternatîf li Xezayê bû, bi awayekî baş fêr bû ku rola xwe bide îsbatkirin û bide teqezkirin ku ew di avakirina civakê de hevkar e. 
Ramah El-Buhaysî ji parêzgeha Dêr El-Belah li Xezayê dide diyarkirin ku ew ji Koleja Sêwirana Grafîkê derçû lê berê xwe da dîplomaya teknîsyeniya enerjiya rojê li Koleja Civakî ya Perwerdeya Xezayê ya girêdayî Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) ku ew jî mîna sazkirin, xebitandin û domandina pergalên fotovoltaîk e. 
Bi projeyek cihêreng zanîngeh qedand
Ramah El-Buhaysî bal dikşîne ku wê ev pisporî ji bo rakirina bêkariyê hilbijart, bi taybetî ji ber nûbûna wê li Xezayê, ji ber ku Filistînê ji demên dirêj ve ji krîza qutkirina elektrîkê êşê dikşînin û îtîmada wan a mezin êdî bûye li ser enerjiya rojê ji bo ku xebata xwe bimeşînin.
Ramah El-Buhaysî dikaribû projeya derçûna zanîngehê cihêreng bike û dikaribû li zanîngeha xwe destkeftiyek bêhempa bi dest bixe wiha dibêje: "Projeya derçûnê pir baş bû, ji ber ku min kursiyek bi teker ji bo kesên xwedî hewcedariyên taybet çêkir û dikaribû pirsgirêka şarjkirina pîlê kursiya bi teker di ronahiya qutbûna elektrîkê de çareser bikim, ew jî bi riya pejirandina mekanîzmaya şarjkirina bataryayê bi teknolojiya hucreya rojê ve wekî alternatîfek alîkar ji bo pêvajoya barkirinê di dema qutbûna elektrîkê de.”
Tevî rexneyên tûj ên civakî jî riya xwe berdewam kir
Li ser karê xwe di sazkirin, xebitandin û domandina pergalên fotovoltaîk de, wiha dibêje: "Kar hewce dike ku ez bi çawaniya sazkirina elektrîka hundirîn û derveyî, lênihêrîna elektrîk û hucreyan û sazkirina daholan bizanibim her wiha divê ez karê hesinkariyê jî bizanibim. Min dikaribû van hemûyan piştî perwerdeya li ser erdê pêk bînim.”
Tevî çewisandin û rexneyên tûj ji aliyê civakê ve jî wê riya xwe berdewam kir û wiha got: "Ew şert û mercên ku di kesayeta min de hebûn, derfet da min ku di gelek şîrketên ku di vî warî de dixebitin de bixebitim. Tevî modernîte û dijwariya pisporiyê û rexne û şîroveyên xemgîn, em tevli karên amadekirina torgilok, têlkirin û karên din bûn. Bi vî awayî ez li dijî adet û kevneşopiyên ku jinan bi karên taybet re sînordar dike sekinîm û min israr kir ku riya xwe berdewam bikim.”
“Enerjiya rojê ji bo gelê Xezayê derfeteke baş e”
Li ser bandora girîngiya çavkaniyên enerjiya rojê di ezmûna xwe ya xebatê de di warê teknîsyenên enerjiya rojê de, Ramah El-Buhaysî ev yek anî ziman: "Gelê Xezayê ji dorpêçê êşê dikşîne ku bûye sedema qeyrana bi demjimêrên dirêj ji qutkirina elektrîkê û kêmbûna sotemeniyê li stasyonan. Vê yekê jî gel û aliyên pêwendîdar neçar kir ku enerjiya rojê ya ji rojê elektrîkê çêdike bi kar bînin û daxwaza li ser wê pir e. Ji ber vê yekê ez li pîşeyên ku di bazara kar de hewce dike geriyam û min dît ku bikaranîna enerjiya rojê ji ber girîngiya wê ya ji bo endamên civakê qada herî girîng a welat e.”
Sal û nîv e di warê erenjiya rojê de dixebite
Der barê tecrubeyên xwe yên zanistî de, Ramah El-Buhaysî got: "Ez zêdetirî sal û nîvek di warê enerjiya fotovoltaîk de xebitîm, di jîngehek tije coş û pêşketin de. Ez di nav koma yekem a jinên ciwan ên Filistînî de ku di vî warî de dixebitim hatim hesibandin her wiha ez sêwrana grafîkê jî bi awayekî profesyonelî dizanim û di warê enerjiya rojê de, karê ofîsê û sêwiranê de tecrubeyên min ên pratîkî hene.”
Ramah El-Buhaysî bi komek keçan re bi saetên dirêj dixebite dema ku ew panelên rojê digihîjîne malê û saziyan û piştrast dike ku coş, dilxwazî û ruhê tîmê alîkariya wê kir ku kar bi tevahî pêk bîne û wiha domand: "Cewherê xebatê di nav tîma çar kesan de di cîbicîkirina karan de dibe alîkar her çiqasî dijwar be jî. Kar di nav endamên tîmê de tê dabeşkirin û yek ji erkên me ew e ku em li ser têlên elektrîkê, kontrolkirina xebata motora Star Delta, pîvandina mîqdarên elektrîkê yên ji bo çerxên elektrîkê, sêwirana pergalek tavê ya bêkêmasî bi jimartina hejmara panel û pîleyê, bixebitin.”
Dixwaze di warê enerjiya rojê de şîrketeke wê ya taybet hebe
 Di nav kêşeyên ku ew pê re rû bi rû maye, wiha dibêje: "Nebûna demek taybet ji bo kar ku hewce dike em herin bajarên dûrî bajarê min, ji bilî pejirandina karkeran ji karê keçekê di warê wan de yek ji kêşeyên mezin bû lê bi demê re wan ev yek qebûl kir û alîkarî di hin mijarên pîşeyî de pêşkêş kirin.”
Ramah El-Buhaysî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez hêvî dikim di warê enerjiya rojê de şîrketa min a taybet hebe û di xebatên meydanî de hemû alavên pêwîst hebin her wiha hêviya min ew e ku karibim karê ji me tê xwestin pêk bînin bi beşdariya tîmeke jinan.”