ked û aborî

  • Bi hunera çêkirina nebatan debara xwe dikin 

    Di çanda kevnar a civakan de ji ber têkiliya bi xwezayê re mirovan ji heyînên xwezayî gelek berhem afirandine. Di civakên ku kevneşopiyên xwe didomînin de ev berhemdarî hê jî heye yek ji wan cihan jî bajarokê Hecînê yê Dêrezorê ye. Jinên li Hecinê, ji zal ku li hin herêman jî dibêjin qamişê gelek berheman çêdibin û pê debara xwe dikin.

  • Bi salan e bi karê tutinê debara xwe dike 

    Reyhan Kirik a ku bi çandina tutinê debara xwe dike û karê ku dike ji xwe re kiriye pîşeyek, dibêje ku piştî tutinê li ber tavê hikş dike, li bajarên herêmê difroşe.

  • Li Idlibê ji ber mercên dijwar jinên koçber çandiniyê dikin 

    Şerê ku bêserûber bi salan e didome; bi xwe re rewşên gelek zehmet ji bo gelê ku koçber bûye aniye. Jinên li kampên Idlibê dijîn, hem ji bo debara aborî hem jî meşxuliyetê karên çandiniyê dikin û bi bêhna axê û bexçeyan hewl didin bi xeyalên li warên xwe bijîn.

  • Firoşgeha Şajin ji bo komek jinên Helepçe bûye hêvî 

    Komek jin di çarçûveya pirojeya geşepêdanên hêza aborî ya jinan ji bo xwe firoşgehek şirîniyên herêma Helepçe bi navê Şajin vekirine û bi karê dikin jiyana malbata xwe dabîn dikin.

  • Iman Zehawarî Hoymel: Bernameya "Pêşeng" ji bo jinan dê derfetên kar peyda bike 

    Li Tûnisê bernameya "Pêşeng" a ku ji aliyê wezaretê ve hatiye avakirin, ji bo jinan derfetên kar peyda dike û li ser bihêzkirina aborî û karsaziya jinan dixebite.

  • Di mehrîcana payîzê ya Pêncewînê de berhemê dû xwişkan 

    Dû xuşkên bi navê Ruweyda û Rumeysa Emîn li bajarokê Pêncewîn hem xwendevanên zanîngehê ne hem jî berhemên xwemalî bi xwe çêdikin û di firoşin. Bi berhemên xwe bejdarî mehrîcana peyîzê ya Pêncewînê bûn û berhemên wan ji aliyê bejdarvanan ve rastî eleqeyek mezin hat.

  • Baxê Sena hem aramiya jiyana wê hem jî çavkaniya debara wê ye 

    Ji jinên Şengalê yên kokên jiyanê li Şengalê mayînde kirine û rayê rayên wê berdane nava axa Êzidîxanê Sena Xidir a ji zarokatiyê ve bi bax û bîstanan mijule diyar kir ku mijulbûna axê aramiyê dide wê.

  • Bi keda destên jinan ji kolanên Çewlikê bêhna nanê tenûrê tê 

    Sê jinên li Çêwlikê bi tendûrgehek ku çêkirine, hem di warê aborî de azad in, hem çanda xwe diparêzin û hem jî hêviyê didin gelek jinan. Nanê tenûrê ku bi sedan salan di çanda gundewariyê de hebû, li hinek herêman êdî li bajaran jî bi tenûrên ku tên çêkirin ev çand tê parastin.

  • Kejal Salih 20 salin cilên Kurdî dinexşîne 

    Kejal Salih 20 sale cilên kurdî di diru û di nexşîne, ji ber ku nexşên cilên wê ciwanin, gelek bikirên cilên wê hene û yên ji ji bajar û bajarokên cûda yên Kurdistanê tên gel wê cilên Kurdî dikirin jî hene.

  • Hejarî zarokên Idlibî neçar dike ku di pîşeyên xeternak de bixebitin 

    Li Idlibê ji ber şerê bi salan e didome, zarok neçar in di karên ku ne li gorî bedena wan a nazik de ye bixebitin. Ev Karên giran hem zarokatiya wan dikuje, hem wan ji xwendinê bêpar dihêle hem jî dibe sedema mirina wan.

  • Ji xwarinên kurdewarî nanê heft tewkê 

    Dayika Ferîda Reşîd ya ji bajarê Qamişlo derbarê xwarina nanê heft tewkê de dibêje ku ew xwarineke kurdewarî û gelerî ye û feydeyên wê yên tenduristî hene, di heman demê de daxwaz kir ku xwarinên wiha winda nebin ji ber ku ev xwarin çand û şaristaniya gelê herêmê temsîl dike.

  • Li Helepçe cara yeke di baxê Rûxweşê de muz çêbûn 

    Rûxweş Salih Arif a li Helepçe xwediyê mala herî şîne heya niha ji ber jîngeparêziya xwe gelek xelat girtiye.

  • Zikra Al-Saedani ji bo aboriya xweser dest bi projeya xwedîkirina mirîşkan kir 

    Zikra Al-Saedani der barê bidestxistina fînansê de wiha dibêje: "Ez ji destpêkê ditirsiyam. Me miqayaseyek baş ji dravê digirt ji ber vê yekê me ew ji bo destpêkirina projeyê ku di sala 2019’an de bi 500 mirîşkan dest pê kir, bi kar anî, heya ku di çend mehan de gihîşt 3000 mirîşkan. Ez pir kêfxweş bûm ku min dest bi dîtina encamên projeya xwe kir.”

  • Tevî berhemdariya kêm jî jinên Dêrazorê pembû kom dikin 

    Ji demsala borî ve, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di hilberîna pembû de kêmasî hebû. Di salên şer de berhemdarî jixwe pir kêm bû, ji ber qutkirina ava Firatê jî îsal bandorek bir xirab li hemû çandiniyên li herêmê kir.

  • Nanê tenûrê çandek gelêrî ya jinên Idlibê ye 

    Jinên ku li kampên Bakurê Idlibê kevneşopiya xwe ya çêkirina nanê tenûrê didin jiyîn û gelek jin ji bo debara mala xwe bikin ji bo xwe tenûrê çêdikin û jiyana xwe pê didomînin û her tim dema di kampê de nanê tenûrê tê çêkirin bêhn li tevayî kampê belav dibe û hemû kes bi bêhna nanê tenûrê ji xew şiyar dibe.

  • Meyneke bûye cihê kombûna sedan jinên karker 

    Di nava suka Pêncewînê de cihek naskirî ji bo kombûna sedan jinên karker yên ku karê baxçeyan dikin heye. Ji navçeyên cûda yên Şarezur û Hewremanê jin tên li vî cihê diyar kom dibin û ji wê jî kom bi kom diçin ser kar.

  • Ji bo jinên xebatkarên Şaredariya Kabîlê fermana ‘di mal de bimînin’ 

    Tundiya Talîbanan a li hemberî jinan dewam dike. Niha jî ji bo jinên xebatkarên Şaredariya Kabîlê ya ku berî deshilata Talîbanan ji sêyan yekê 3 hezar xebatkarên wê jin bûn fermana “di mal de bimînin” dan.

  • Di nava şer de vekirina projeyên Aboriya Jinê 

    Li gel ku herêm di nava şer de ne û her roj gund tên topbarankirin jî xebatên jinan ên bi hevkariya keda destan dorfereh dibin dewam dikin. Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star a navçeya Til Temirê gelek proje vekirin e û jin bi kelecan ketine nava xebatê.

  • Li Afganistanê çapemenî di bin siya Talîbanan de ne 

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li Afganîstanê hatine berhevkirin, ji ber krîza darayî û siyasî ya li welêt, gelek dezgehên ragihandinê deriyên xwe girtin. Di nav agahiyên hatîn parvekirin de ya herî balkêş ew e ku ji sedî 86’ê xebatkarên çapemenî û dezgehên ragihandinê êdî nikarin pîşeyê xwe dewamkin.

  • Ji ber zêdebûna germahiya îsal piraniya tirî şewitî 

    Bi dawîbûna mehên havînê re, gundiyên ku diçin nava rezan, ji ber tiriyê ku îsal bi zêdebûna germahiyê re şewitiye bi gazin in. Gundî tiriyê ku dikarin kom bikin diqelçinîn dikelînin dims, kesme û meşlûran pê çêdikin.