ked û aborî

  • Hezkirina Hêzil a gulan karaktereke taybet ji bo xebata wê ava kir 

    Gulfiroş Hêzil Mihemed a 24 salî bi dildariyek mezin gulan difroşe her wiha li gorî daxwazan, her cihî bi gulan dixemsilîne.

  • Tama şîrîniyên Perîsa li Seyîdsadiq ê dengvedaye 

    Perîsa Altun a ji Rojhilatê Kurdistanê çar sale li gel hevjînê xwe ji bo kar hatine Başûrê Kurdistanê û niha li Seyîdsadiq firoşgehek a şirîniyan vekiriye.

  • “Bazara kar nijadperestiyê teşwîq dike” 

    Li Tirkiyeyê newekheviyên di jiyana kar de her diçe kûrtir dibin. Bi taybetî jî bazara kar dibe yek ji qadên ku nijadperestî û dijminatiya biyanî lê zêde dibe. Jinên kedkar li gorî eslê xwe yê etnîkî tên dabeşkirin û ji demjimêrên xebatê heta mûçeyên wan, van xalan bingeh tên girtin.

  • Muhasen Mursal: Li Lubnanê ji sedî 25 qada aboriyê ji jinan pêk tê 

    Li Lubnanê piştî teqîna bendera Beyrûdê, kûrbûna qeyrana aborî bandorê li ser hemû aliyên jiyanê kir. Pispora aboriyê Mahasen Mursal da diyarkirin ku qeyrana aborî bandorê li ser hemû malan kiriye û bi bîr xist ku li welat ji sedî 25’ê qada aboriyê ji jinan pêk tê û bal kişand ser pirsgirêkên ku jin di jiyana kar de dijîn.

  • Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanê plansaziyên xwe yên sala 2022’an sererast dike 

    Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanê ji bo alîkariya jinan bike û pêşî li tundîtûjiya li hemberî jinan bigre pilansaziya xwe ya sala 2022’an ji nû ve sererast dike.

  • Wetha El-Cedûh ev 40 sal in gamêşan xwedî dike 

    Wetha El-Cedûh 40 sal in gamêşan xwedî dike û ji berhemên wan qeymax, mast û penêr çêdike. Wetha tevî hemû westandin û zehmetiyan bi jiyanê re di nav têkoşînê de ye û dibêje: “Ji berê ve em jin bi ked, zindîbûn û pêşengiya xwe ya jiyanê tên naskirin lê carna ev jiyan ezmûna me zehemt dike. Di karê xwedîkirina gamêşan de zarokên min bi min re dibin alîkar û ez bi xwe jî nikarim bê ked rûnim.”

  • Jinên destreng bi rêya sendikaya ristin û raçinînê li hev kom dibin 

    Sendîkaya Ristin û Raçinînê ya Jinên Helepçe kariye jinên destrengîn bigihîne hev û berhemê keda destê wan ê hunerî kombike.

  • Perînaz li ser dezgeha xwe ya 15 salan jiyanê dihûne 

    Perînaz Çupan a ku bi dezgeyê ta yê ku di roja me de di pir kêm malan de tê dîtin karê dest dike, bi dahata ji berhemên xwe digire debara xwe dike, destnîşan dike ku dema ew derbasî ber dezgeyê dibe hemû êşên xwe jibîr dike.

  • Welatiyên Mawet şiriniyên xwe ji firoşgeha Lanya digirin 

    Lanya Xelîl di firoşgeha xwe ya ji aliyê welatiyên herêmê ve tê heskirin de gelek şîriniyên cûr be cûr çêdike.

  • Komiteya Aboriya Jinê ji bo pêşdebirina aboriyê li gundên Til Temir digere 

    Endama Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star a navçeya Til Temirê Zehra Mihemed der barê projeyên wan yên aboriyê yên sala 2022'an de serdana gundan dikin ji bo ku jinan di warê aboriya xweser de pêşbixin û got: "Derdê me ew e jin nas bike ku ew situna bingehîn a jiyanê ye û ya herî girîng jî aboriyeke xweser bi wê ava dibe. Ji ber wê jî hewceye di warê aborî de xwe bibîne û projeyan birêve bibe her wiha têbighêje ku projeyên aborî tenê ne girêdayî mêran e."

  • Welatiyên Helepçe şîrîniyên xwemalî ji ber firoşgeha Nexşînê digirin 

    Welatiyên Helepçe êdî hînî nan û şîrîniyên Nexşîn Namiq bûne û ji ber firoşgeha wê pêdiviyên xwe digirin.

  • Nûra Al Elî: Jin di proje û karsaziyan de pêşeng in 

    Nûra Al Elî bawer dike ku gava yekem a wê dixwest di birêvebirina projeya xwe ya kursa ajotinê de îsbat bike ew bû ku potansiyela xwe ya ajotinê û fêrbûnê ronî bike û wiha got: "Ez nediketim warê projeyek bi vî rengî heya ku min xwe di ajotinê de di asteke bilind a profesyoneliyê de dît, ji bilî şiyana min a hînkirina ajotinê.”

  • Gel ji ber birçîbûnê bi riya medyaya civakî hewl dide dengê xwe bide bihîstin 

    Li Tirkiyeyê ya tê zanîn ku di deh rojên dawiyê de ji ber xizaniyê 7 zarokan jiyana xwe ji dest dan, jin li ser malperên parvekirina civakî neçarbûna xwe diqîrin û ‘alîkariyê’ dixwazin.

  • Di xwaringeha Ciwan de tama xwarinên gelerî û hevrengiya jiyanê 

    Rêveberiya xwaringeha Ciwan Tiyadora Melkê der barê projeya xwe ya aborî de dibêje: “Ez gihîştim wê baweriyê ku jin li ku derê be li wê derê dilê jiyanê lêdide. Xwaringeha Ciwan cihê kombûna jinan bi çêkirina xwarinên gelêrî ye, em ji hev hîn dibin û nexşeyeke xweşik didin rengê jiyanê.”

  • Li Semsûrê kooperatîfa jinan hat vekirin 

    Li Semsûrê jinan Kooperatîfa Jin A Golbaşi ava kir. Seroka Civata Rêveberî ya Kooperatîfa Jin a Golbaşi Emîne Koseler da xuyakirin ku bi kooperatîfa ku dane avakirin dixwazin jinan teşwîqî hilberînê bikin û di vê wateyê de ji bo her cihê banga pêwîstiya avêtina gavên kooperatîfbûnê kir.

  • “Erdê ku duh hat topbarankirin, îro tovên genim lê tên reşandin 

    Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Zehra Mihemed der barê projeyên xwe yên çandiniyê ku niha dest bi reşandina tovan kirine de axivî û ev diyar kir: "Erdê ku duh ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve dihat topbarankirin, îro tovên ceh û genim lê tên reşandin her wiha li şûna her topekê wê simbileke genim lê bilind bibe û tijî tov be."

  • “Kêm û zêdebûna qazancê ne giringe ya giring ewe ku mirov kar bike” 

    Şehla Fetah a ji Helepçeyê li rex mala xwe firoşgehehek vekiriye. Di firoşgehê de ji tiştên derve zêdetir giringiyê dide berhemên keda destê jinan û wan dide nîşandan.

  • Weqfa Jina Azad bi nasnameya jinan dixebite û destekê dide xurtkirina vîna jinan 

    Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Rûken Xişo têkildarî kar û xebatên weqfê her wiha projeyên ku pêşkêşî jinan dike nirxandin kir û wiha got: “Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi nasnameya jinan dixebite û destekê dide tevahî jinên herêmê ger jin bi cewherê xwe yê rast tevger nekin civak pê re winda dibe. Li gorî pêwîstiyên derdorê em projeyan ji bo tevahî jinan bi pêş dixin a girîng ew e ku em asta jinan û vîna wan xurt bikin lewre pêşeroj di destên jinan de ye.”

  • Meşk amûreke kevnar a hê jî ji aliyê jinên Dêrazorê ve tê bikaranîn e 

    Jinên Derazorê û gondewarê wê heya niha jî meşkê bikartînin. Jin despêkê meşkê bi destê xwe çêdikin û piştî çend rojan ji bo keyana dew û li ser dew jî komkirina nîvişk amade dibe.

  • Çanda mîdye bi keda jinan didome 

    Hema bêje piraniya mîdyên ku li kolanên Stenbolê tên xwarin, beriya ku cihê xwe li ser firoşgehan bigirin, di destê jinan re derbas dibin. Her çendî çêkirina mîdya ku bi gelenperî debara jinên Kurd e, weke berê debara xwe nake jî, jin rojê nêzî 12 saetan xwe ji bo vî karî cûda dikin. Em bi Xecê Çivak a ji Mêrdînê û Dîdar Nahme yê ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojava re, destpêkê li ser jiyana wan û piştre jî li ser çêkirina mîdye yan axivîn.