Çavkaniya debara jinên Îdlibê Însiyatîfa dilxwaziyê ye

Însiyatîfa dilxwaziyê ji bo jinên koçber ên li kampên Îdlibê di şertên zor de dijîn hêviyê diafirîne.

Îdlib - Jinên di kampên koçberan ên Îdlibê de dimînin bi armanca alîkariya hemû jinên koçber însiyatîfa xwe ava kirin. Ev Însiyatîfa Dilxwaziyê ya xweser pir ne rêxsitinî û ne jî bi bername jî, jinan piştgirî û hesta berpisyariya xwe ya civakî li hemberî jinên din nîşandan. Her jinek kampê çî dizane dibiniya Însyatîfa Dilxwaziyê de bi jinên dinê re jî par dike. Ji jinên nava kampê Aya Memdûh konê xwe ji bo zarokan kiriye dibistan û wan perwerde dike, Rawiya Hecî Ehmed jî konê xwe xistiye dirunxane û jinên kampê hînî dirunê dike. Bi vî awayî jin karê xwe bi hev re par dikin û hemû jinan hînî afirandina derfetên jiyanê dikin.

 “Mercên dijwar li pêşiya pirojeya dilxwaziyê nebû asteng"

Aya Memdûh a 30 salî got ku li kampa Îdlibê xizanî, nebûna xizmetguzrî û derfetên kar rê li ber wê negirt  ku karê dilxwaziyê berde û hest bi girîngiya karê xwe kir dema ku wê konê xwe wekî amûrek perwerdehiyê ji bo hejmarek zarokên li kampê bikar anî û wiha lê zêde kir: "Li kampê gelek zarokên nexwendî hene. Ev yek jî mafê herî bingehîn ê ku zarok ji wan hatiye bêparkirine. Ev yek gelek min dêşîne. Ji ber wê jî min bi derfetên kêm dest bi projeya xwe ya perwerdê kir. Ji ber ku ev xibreta mine di warê perwerdehiyê de ye, ji bilî taployeke piçûk û çend pênûsan wekedinê derfetên min nîne. Piştî ku min pirojeya xwe ya xwebeş ragihand zarokên kampê ji bo wergiritina perwerdê hatin cem min. Pirojeya min gelek piştgirtî û razîbûna kesên kampê wergirt. Hinekdan alîkariya min kirin di berdewamiya perwerdekirina zarokên wan de.”

"Pirojeyên jinên koçber ên kampên Bakurê Sûriyê her diçe pêşdikevin"

Rawiya Hec Ehmed a 40 salî jî anî ziman ku ew bi projeya dirunê tevlî însiyatîfê bûye û di çarçoveya xebatên însiyatîfê de jinên koçber hînî dirunê dike û wiha pêde çû: "Bi vegerandina cil û bergên bi kar anî û çêkirina cûr be cûr cil û bergan sûd werdigirim. Bi dahata ji dirunê digirim zarokên xwe xwedî dikim. Min xwest van jinan bi pîşeyeke ku bi kêmanî debara xwe bikin, di nava şert û mercên jiyana kampên de bi hêz bikim. Bi xebata xwe min tu mûçe û berjewendiyek kesanî ne girtiye. Bi qasî ku min dixwest alîkariya hejmareke herî mezin a jinan bikim da ku rastiya xwe bizane û tevî derfetên wê yên hindik debara zarokên xwe bike.”

"Ev piroje ji bo jinên li hemberî zehmetiyên jiyanê têkoşîn dikin rizgariyeke"

Hana El-Esfar a 28 salî got ku ji gundê Souran koçberî kampa Atma dimîne, ji înîsiyatîfê sûd girtiye û dest bi karanîna tiştên ku hîn bûye ji bo çêkirina cûreyên cilûbergan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hebûna du zarokan û hevjînê min yê ku di encama bombebarana berê ya warê me de birîndar bûyî bû sedema ku ez li çavkaniyek debarê bigerim da ku debar malbata xwe bikim. Ev derfet bû dema ku min dest bi projeya xwe ya dilxwaziyê kir. Ez bang li însiyatîfên weha girîngtir dikim ku jinan di warê aborî de bi hêz bikin da ku çavkaniyek xweser ji wan re peyda bikin.”