Jinên Dêrezorê bi çandina genim debara xwe dikin

Jinên ji Dêrezorê ku karê çandiniyê dikin bal kişandin zehmetiyên ku di kar de dijîn û gotin, “Ruxmê zehmetiyên kar jî weke encama kedê berhemên îsal baştir bû.”

KEWSER EL-JASÊM

Dêrezor – Çinîna  berhemên genim û ceh her sal di meha Gulanê de li ser milê jinan e. jinên li gundewarê Dêrazorê li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê bin tava dijwar de ji bo debara malbata xwe bikin kar dikin genim û ceh bi destan çinîn. Jinên ku karê çandiniyê dikin bal kişandin zehmetiyên ku di kar de dijîn û gotin, “Ruxmê zehmetiyên kar jî weke encama kedê berhemên îsal baştir bû.”

Jin bi çandiniyê re eleqedar in

Ula El-Ehmed ji xelkê bajarokê Sawaye  ye wiha got: “Em genim û ceh bi taybet weke berhemên zivistanê sereke li herêmê diçînin û pembû jî di serî berhemên havînê de ye. Berhema genim îsal ji sala par baştir e û ji bo xwarina çêlekan me bermayî ka komkirin. Rûbera zeviyên bi destan kom dikim derdorê 16 donim e. Ji saetên berbangê zû em hişyar dibin hin karên malê dikim û ber zeviyan ve diçim û dest bi çandinî dikim. Rihê hevkariyê di karê jinan li gundan heye, em giştî bi hev re dibin alîkar heya dawiya werza çinînê. Bi koman em nava zeviyan de digerin alîkariya hev dikin û karê me hevkarî diqede. Jinên Dêrazora Rojavayî karê çandiniyê dikin bi taybet ceh û genim ku herdu madeyên sereke yên xwarinê ne. Ji bo debara xwe em karê çinîna berheman dikin.”

Ula El-Ehmed di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek astengiyên jinên karmend nava zeviyên çandiniyê de hene. Lê ji bo jin bikaribin debara xwe bikin li dijî zehmetiyan têdikoşin. Genim di heremê de amûrê bingehîn a pêwistiyan e. Tevî dijwariya kar hinekan genim bi deraseyan çinîn dem û ked qezenc kirin, lê em genim bi dasikan diçinin ji ber ku alavên nûjen yên karên çandiniyê buha ne.”

‘Îsal berhem baştir bûn’

Fatma El-Elî jî yek ji wan jina ye ku di çinîna genim de kar dike û dibêje:” Tevî hemû zehmetiyên em di karê çinîna berhemên genim û ceh de dikişînin, lê karê me berdewame bi hêviya ku em barên jiyanî li ser me sivik bibe ji ber ku genim ji bo her malekê madeya bingehîn e. Em genim bi dasikan diçinin ji berku berik ber bi jor ve ne, em di ber erdê re dibirin û bermahiyan dikin ka di komikan de kom dikin li rex hev û bêder çêdibe. Piştî çinîn diqede deraseyê tînin ji bo teneyên genim ji kayê derxînin û dixin kîsan.”

Emîne Mihemed jî got: “Berhemên genim û ceh ev sal ji sala par baştir bûn ku bi hişkesaliyê bandorbû, ji ber kêm derfetan jin bi dasikan genim diçinin.”