Jin ji bo berhevkirina giyayan berê xwe didin herêmên çiyayî

Di werza biharê de li herêmên zozan û çiyayên Kurdistanê gelek cureyên giyayên xwarinê şîn dibin. Li bajarê Helebce ya Başurê Kurdistanê jin ji bo berhevkirina giyanan berê xwe didin herêmên çiyayî.

RÊJNE SELAM

Helebce – Bi hatina werza biharê re li herêmên zozan û çiyayên Kurdistanê gelek cureyên giyayên xwarinê ku ji bo tenduristiya mirovan sûdek wan a zêde heye şîn dibin. Bi şînbûna giyayan jinên ji bajarê Helebce ya Başurê Kurdistanê berê xwe dan herêmên çiyayî. Hin jin jî giyayên ku komkirine difroşin û debara xwe pê dikin.

Komkirina giya di werza biharê de derfetên kar ji bo kesan çêdike û daxwazeke zêde ya gel ji bo van giyayan heye. Hem di aliyê tenduristiyê de sûdek wan a mezin heye, hem jî xwedî tameke taybet in. Li hinek herêmên Kurdistanê zêdeyî 20 cure giyayên biharê, kereng, luşik, rêhvas, tolik, puzik, pêlpîne, peybûn, pung û hwd. hene.

‘Giya ji bo tenduristiya mirovan gelek bi sûd in’

Komek jinên li herêma çiyayî dijîn, bi hev re biryar dane giyayên bihara îsal kom bikin.  

Xemgîn Kake yek ji wan jinan e. Xemgîn Kake wiha dibêje: “Em di werza biharê de ji bo komkirina giya serdana Hewremanê dikin. Giyayên li çiya cudatir in, ji yên ku di nava baxçeyan şîn dibin. Hinek giya hene divê bên kelandin û hinek jî hene wisa tên xwarin. Ji bo tenduristiya mirovan gelek bi sûd in.”  

‘Li çiya gelek cureyên giyayan şîn dibin’

Benaz Beha bi cil û bergên xwe yên gelerî bi hevalên xwe re giyayên biharê kom dike û wiha dibêje: “Nêzî 65 cureyên giyayên biharê hene û her yek ji wan cureyên wan ên taybet hene, hinek tên kelandin, hinek jî wisa tên xwarin. Piranî giyayan em ji bo derman bi kar tînin. Divê em vê reseniyê biparêzin. Divê em bizanibin çawa jêbikin û bi kar bînin da ku mirov jê sûdê bigrin.”