‘Me bi saya KCDP'ê dengê xwe da bihîstin’

Şahidên ku di sêyemîn danişîna doza girtina KCDP'ê de hatin guhdarkirin diyar kirin ku bi saya KCDP'ê dengê xwe dane bihîstin û dan zanîn ku di nava hevgirtinê de ne. Danişîn taloqê dîrokek din bû.

Stenbol- 3'emîn danişîna doza girtî ya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ya bi îdiaya "Li dijî hiqûq û exlaqê xebat meşandin” li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Ji bilî parêzerên komeleyê, nûnerên Konsolosxaneyên Swêd û Hollandayê, Nûnera PEN’ê Carolîne Stockford, Konsolosxaneya Fînlandiyayê, Konsolosxaneya Îrlandayê Hande Ozden û Karin Scharen, Meclis, Cîgira Seroka Baroya Stenbolê parêzer Nazan Moroglu, Komeleya Azadiya Derbirînê, parêzerên Komeleya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Zayendî, ji Baroya Denîzliyê parêzer Ayşegul Îrem Aydogan, Nûnera Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Bîrcan Dag, parêzera Komeleya Şopandina Wekheviya Zayendî Seher Kirbaş, Komeleya Gelincik ya Baroya Enqereyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Baroya Enqereyê, Navenda Mafên LGBTI’yan, Parêzerên Baroyê yên Kirklareliyê û gelek parêzeran wekî çavdêr di danişînê de cihê xwe girtin. Gelek kes jî ji ber sedema nebûna cih nikaribûn bikevin salona danişînê.
Daxwaza girtina dozê
Danişîna ku saetek dereng dest pê kir, bi tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre parêzeran daxwaza beşdarbûna dozê kirin û xwestin li şûna komeleyê doz bê girtin. Parêzer û nûnerên ku daxwaza beşdarbûnê kirin, wiha gotin: “Girtina komeleyê wê bandorê li gelek komeleyan bike. Bi vê dozê re jî têkoşîn û xebatên li dijî qirkirina jinan a ku di qanûna KCDP’ê de cih digre tên astengkirin. Girtina komeleyan rewşeke ku em jê re dibêjin tacîza îdarî ava dike û bi taybetî li sr jinan LGBTIQ+yan bandorê çêdike. Ji ber vê yekê em daxwazên xwe yên beşdarbûnê dubare dikin. Ev doz ne dozeke bi tena serê xwe ye, dozeke li dijî civaka sivîl û parêzeriyê ye. Encama vê hem li dijî jinan, hem jî civaka sivîl û parêzvanên mafan e.”
'Me di dozan de xwe bi tenê hîs nekir'
Piştre şahid hatin guhdarîkirin. Xizmên jinên ku hatine qetilkirin, wiha gotin: “Bi saya platformê me dengê xwe da bihîstin û di dozan de nehiştin em xwe bi tenê hîs bikin. Niha em bi wan re ne. Em difikirin ku ev doz bêqanûnî ye.” Bavê Akademîsyen Ceren Damar Şenel a li Enqereyê hat qetilkirin Mustafa Damar jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin KCDP'ê beşdarî danişînê bûne û diyar kir ku ew ji nûner û dilxwazên komeleyê piştgiriyeke mezin dibîne. 
'Min ji KCDP'ê piştgiriyek mezin dît’
Fîgen Yetîşkîn a keça wê Denîz Aktaş di 4’ê Adara 2015’an de li Antalyayê hat qetilkirin jî wiha axivî: “Min di 16 dadgehan de ji KCDP’ê piştgiriyek mezin dît. Ji min re parêzar dîtin, her dem li cem min bûn. Me ev pêvajo bi hev re meşand. Berovajî vê yekê ez dixwazim ev platform bêhtir bê xurtkirin û piştgirîkirin. Ez hîn bûm ku ez jin im, maf û hebûna min, darizandina kujerê keça min a mirî ye. Ew bi min re meşiyan, ez ê jî heta dawiyê bi wan re bimeşim. Min qet nebihîstiye ku ji ber vê platformê jinek hatiye kuştin. An jî min nebihîst ku zarokek rastî tecîz û tecawizê hatibe. Ji wan re gotina bêhiqûq û bêexlaqî, tê wateya ku ji me re jî tê gotin.”
'Dewletê piştgirî neda min’
Jina ku ji aliyê mêrê xwe yê hevberdayî ve hat revandin jî diyar kir ku di vê pêvajoyê de komeleyê nas kiriye, li cem wê bûne, piştgiriyeke mezin dîtiye û wiha got: “Komeleya ku bi tevahî li cem me disekne û piştgiriyê dide me ye. Ez ê tedawiya derûnî bibînim. Dewletê got dê vê yekê pêşkêşî min bike lê nekir. Komeleyê vê yekê pêşkeşî min kir. Ewqas piştgirî da min ku em bi temamî di nav hevgirtinê de ne. Yekane armanca me li kêlaka jinan bisekinin.”
Danişîn taloqî 13'ê Îlonê hat kirin
Dadgehê ku daxwazên beşdarbûnê red kir, biryara berdewamkirina guhdarkirina şahidan da û danişîn taloqî 13'ê Îlonê saet 11:00'an kir. Jinên ku piştî danişînê li ber edliyeyê hatin cem hev dê daxuyaniya çapemeniyê bidin.