Doza jinên ku beşdarî meşa 25'ê Mijdarê bûn dest pê kir

Yekemîn danişîna doza der barê 22 jinên ku di sala 2018'an de li Taksîmê beşdarî çalakiya di çarçoveya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hat lidarxistin bûne de hat vekirin, hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - Danişîna doza 22 jinên ku di 25'ê Mijdara 2018'an Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê çalakî pêkanîn dihatin darizandin, îro li 36'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edliyeya Stenbolê dest pê kir.

22 jin bi hinceta binpêkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan, 2 jê 22 jinan jî bi hinceta li hemberî polîsan li ber xwe dane û zerar dane eşya tên darizandin. Jinan di îfadeyên xwe de parastina çalakiyê kirin û gotin ku dê îsal jî di 25'ê Mijdara îsal de li qadan bin. Di danişînê de 7 jinan îfade dan. Danişîna din taloqî 21’ê Cotmeha 2022’an hat kirin.

Newruz Tugçe Ozçelîk a ku di çarçoveya dozê de parastin kir, bi bîr xist ku ji 25'ê Mijdara 2006'an û vir ve jinan her sal li Kolana Îstîklalê li dijî tundiya mêr-dewletê çalakî li dar dixin û bivan gotinan çalakî parast: “Çalakiya me ya li dijî tundiya mêr, cînayetên jinan, cînayetên trans û tundiya li ser bedena jinê ya bi destê dewletê ve tê kirin, hema bejê li hemû cîhanê di heman rojê de tê kirin û bi salan e li wê kolanê pêk tê, ne sûc e, mafê me ye.”

“Îfadeya darizandina me”

Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî diyar kir ku di daxuyaniya xwe ya di çalakiya 25'ê Mijdara 2018'an de dane van îfadeyan bikaranîne; Dadgehên ku dikarin ji kujer û kiryarên tundî bikartin re biryara 'rewşa baş' bidin û jinên ku tevî her cure delîlan tên kuştin wek 'întîxar' qenaet tînin, îro zêdetirî 70 hezar xwendekar, wekîlên ku jin ji bo temsilkirina xwe hilbijartine, serokên şaredariyan yên ku li dijî tundiya jinan yekîne, navend û stargehên ava kirine, rojnameger û parêzvanên mafan di girtîgehan de digre. Ji ber ku ne kuştina jinek, xwedî derketina mafê xwe bûye sûc” û da zanîn ku darizandina me ya îro tam îfadeya vê yekê ye. Ferîde Eralp jî destnîşan kir ku kuştina jinên ku tiştêkî mêr naxwaze dikin rewa tê dîtin, lê derketina jinan a kolanan dibe mijara darizandinê.

Jinê ku piştî danişînê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan, pankarta “25’ê Mijdarê tê darizandin, ne jinan, kujeran bidarizîn e” vekirin.