‘Beriya ku zêdetir zarok bimrin divê tedbîr bên girtin’

Sekretera Giştî ya Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Nursel Sarioglu, da zanîn binpêkirinên mafên zarokan ji kêmbûna parastina civakî, aborî û hawîrdorî ya dewletê çavkanî digre û got: “Li şûna ku piştî mirinan li çareseriyê bigerin.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – “Rapora derbarê binpêkirinên mafên zarokan ên di 6 mehên ewil ên sala 2026’an de ketine rojeva raya giştî û medyayê de”, hefteya borî ji aliyê Baroya Amedê ve hat weşandin. Raporê, metirsiyên ku zarok li welat pê re rûbirû dimînin, eşkere kir.

Raporê balkişand ser binpêkirinên ku zarok hem di nav malê de, hem li cihên kar û hem jî li kolanan dijîn, pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir û bang li rayedarên têkildar kir ku berpirsyariyê bigrin ser xwe. Li gorî daneyên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, di nava 6 mehan de bi giştî 344 zarokan mirin. 326 ji vana ji ber sedemên ku pêşîlêgirtina wan pêkan bû û 18 jî di şert û mercên gumanbar de mirin. Di raporê de hat diyarkirin ku 224 zarok rastî tundiya zayendî, cureyên din ên tundiyê an jî rastî birînên fîzîkî yên giran hatine. Bi binpêkirinên mafê jiyanê re jî bi giştî 568 zarok, rastî binpêkirinên giran ên mafan hatin.

‘35 ji van zarokên di 6 mehan de mirine, di MESEM’ê de kar dikirin’

Sekretera Giştî ya Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Nursel Sarioglu ya ji ajansa me re axivî, balkişand ser xemsariya dewletê û kêmasiyên di polîtîkayên parastinê de.

Di raporê de behsa zarokên ku dema di Navenda Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) de dixebitin mirine jî hate kirin. Nursel Sarioglu, da zanîn 35 ji van zarokên di heyama 6 mehan de mirine, di MESEM’ê de kar dikirin û got: "Ev rewş nîşan dide ev navend ji aliyê dewletê ve bi awayekî têrker nayên kontrolkirin û zarok di sektorên avahîsazî û pîşesaziyê de di şert û mercên pir giran de dixebitin.”

Nursel Sarioglu, da zanîn ku dewlet di parastina civakî, aborî û hawîrdorî de netêrkêr e û wiha pê de çû: “Divê dewlet li şûna ku piştî bûyeran bertek nîşan bide an jî bi lez û bez li çareseriyan bigre, beriya ku mirinên bi vî rengî bên jiyîn, çavdêriyeke rast û bi bandor pêk bîne. Zarokên li cihên kar tên xebitandin hene. Em difikirin ku divê hemû cihên kar ên bi vî rengî di bin kontrola saziyên serbixwe de bin."

Mirinên guman ên zarokan: Lêkolîna têrkêr nayê kirin

Nursel Sarioglu, diyar kir ku mirinên bi guman ên zarokan zêde dibin û da zanîn ku di 6 mehên dawî de 18 zarok di şert û mercên bi guman de mirine. Nursel Sarioglu, wiha axivî: “Pirsgirêkên wekî destdirêjiyên di nava malbatê de, êrîşên sîber û çewsandina sîber her ku diçe zêdetir dibin. Di rewşên ku kesên berpirsiyarê mirina zarokekî nayên tespîtkirin de, bûyer pir caran wekî ‘mirina gumanbar’ tê tomarkirin. Bêguman sedema vê yekê jî ew e ku pêvajoya darazê bi hûrgiliyên pêwîst nayê meşandin. Ev yek nîşandana kêmasiyên kontrol, lêkolîn, çavdêriyê ye.”

’Polîtîkaya bêcezatiyê di meriyetê de ye’

Nursel Sarioglu, balkişand ku yek ji sedemên bingehîn ên binpêkirinên li dijî zarokan “bêcezatî” ye û banga bidawîanîna polîtîkayên ku rê li ber vê bêcezatiyê vedikin, kir. Nursel Sarioglu, axaftina xwe wiha domand: “Gava zarokek rastî sûcek tê, li gorî cureyê sûcê rastî astên cûda yên travmayê tê. Ev rewş bi taybetî di bûyerên destdirêjiyê de derdikeve pêş. Dema ku pêvajoyên darazê bi cidiyeta pêwîst nayên birêvebirin û bûyerên ku mafê jiyanê yê zarokan tên binpêkirin, bi awayekî hûrgilî nayên lêkolînkirin, dosya pirî caran bi bêcezatiyê encam dide. Ev jî dibe sedem ku sûcên bi vî rengî zêdetir bibin û belav bibin.”

Nursel Sarioglu, diyar kir bêcezatî baweriya zarok û malbatên wan a li hemberî pergala dadweriyê lawaz dike û ev yek jî bandorê li rêjeya gilîkirina bûyeran dike û got: “Em bawer dikin ku divê polîtîkaya bêcezatiyê bi dawî bibe û pêvajoyên edlî hewceyê lêkolîneke kûrtir û hûrgiltir in.”

Gelo Yasaya Parastina Zarokan, di wateya rast de parastinek peyda dike?

Nursel Sarioglu, da zanîn ji bilî binpêkirinên mafan, yasayên ji bo zarokan hatine derxistin jî dikarin rê li ber binpêkirinên zêdetir vekin û balkişand ser “Yasaya Guhertina Yasaya Parastina Zarokan û hinek Yasayên din” a di meha Tebaxê de ketiye meriyetê û xalên têkildarî zarokên di nava pêvajoyên edlî de dihewîne. Nursel Sarioglu ya diyar kir “guhertinên di yasayê de bi armanca sûd negirtina zarokan a ji kêmkirina cezayê hatine kirin”, anî ziman ku ev yasa dê rêjeya zarokên ku dikevin nava sûc, kêm neke.

Nursel Sarioglu, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku li vir pirsgirêka bingehîn, li welatê ku em dijîn dewlet li şûna ku beriya bûyer çêbibe sedemên kûr ên pirsgirêkê çareser dike, piştî bûyerek mudaxeleyek bertekî nîşan dide ye. Li şûna mudaxaleyê faktorên aborî, civakî û hawîrdorî yên ku zarokan ber bi sûc ve dibe bike, an jî polîtîkayên parastinê yên bi bandor bipêş bixe, ji zarokên ku dikevin nava sûc re cezayên girantir pêşbinî dike.”

Girtîgehên zarokan

Raporek ku di meha Gulanê de ji aliyê Navenda Mafên Zarokan ve hat weşandin jî balkeş e.

"Rapora derbarê Binpêkirinên Mafên Zarokan û Şert û Mercên Girtîgehê ya li Saziya Cezayê ya Girtî ya Zarok û Ciwanan a Amedê", piştî hevpeyvînên bi 45 zarokan re di navbera Nîsana 2025’an û Nîsana 2026’an de hat amedekirin. Rapor, eşkere dike ku di nava van saziyan de cureyên cûda yên binpêkirina mafan pêk tên. Li gorî raporê, ji her çar zarokan yek rastî tevgerên biçûkxistinê an jî tundiya devkî ya karmendên girtîgehê tê û ji her pênc zarokan yek jî diyar dike ku ji aliyê karmendan ve tundî lê hatiye kirin.

Nursel Sarioglu, da zanîn wekî Navenda Mafên Zarokan bi awayekî birêkûpêk serdana Girtîgeha Zarokan a Amedê dikin û got: “Girtîgeh cihên wisa ne ku divê zarok lê nebin. Zarok li wir rastî binpêkirina mafan û zordariya hevalên xwe tên û carna ji aliyê karmendên girtîgehê ve rastî kiryarên xirab tên. Derfetên wan ên dîtina malbatên xwe tên sînorkirin, nikarin perwerdehiya xwe bidomînin û nêrîna wan a li ser jiyanê diguhere. Ev yek vegera wan a nava civakê zehmettir dike. Di vê çarçoveyê de zêdekirina cezayan dê tenê bibe sedem ku ev zarok hêj zêdetir ji civakê dûr bikevin û ev yek jî pêşiya vegera wan a nava civakê û ji nû ve bûyîna parçeyekî ya civakê asteng dike.”

Nursel Sarioglu, pêşniyar kir ku li şûna zêdekirina cezayan, ji bo zarokên ku tevlî sûc bûne tedbîrên parastinê bên girtin û wiha axivî: “Di guhertinên dawî de, ji bo zarokên di bin temenê 15 salî de amadekirina raporeke nirxandina civakî bûye mecbûrî. Em difikirin ku ev gav tevî xalên din ên wekî îhtîmala cezakirina dayîk û bavan û mekanîzmaya vegerandina îdianameyê, gaveke erênî ye. Lê belê ji bilî vana, zêdekirina cezayan bi tu awayî ne nêzîkatiyek e ku sûc pêşî lê bigre, kêm bike an jî bibe sedema başbûnek.”

Sala Malbatê: Polîtîkayên bi armanca zêdekirina çendaniya civakê wê rewşê baştir nekin

Bi biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, sala 2025’an wekî "Sala Malbatê" hat ragihandin û heyama 2026–2035’an jî wekî "Dehsala Malbat û Nifûsê" hat diyarkirin. Ev siyaset him ji aliyê rêxistinên mafên jinan û him jî ji aliyê komên mafên zarokan ve hat rexnekirin. Li gorî Nursel Sarioglu, bêyî başkirina rewşa heyî, avakirina hawîrdor û civakeke dostê zarokan, polîtîkayên zêdekirina çendanî ya civakê wê rewşê baştir neke.

Nursel Sarioglu, "Sala Malbatê" di aliyê mafên zarokan de nirxand û wiha got: "Di rewşa heyî de zarok nikarin perwerdeyê bibînin û di nava xizaniyê de dijîn. Him zarok û him jî malbatên wan ji bo ku karibin cihekî ji bo jiyanê peyda bikin, neçar dimînin ku bixebitin. Zarok di dema xebatê de dimirin û hinek zarokên din jî li nêzî av an çeman dimirin. Dema ku mirov bi hejmareke ewqas zêde ya binpêkirinên mafên zarokan re rûbirû dimîne, balkişandina ser zêdekirina çendanî dê pêşveçûneke civakî bi xwe re neyne. Berovajî vê yekê dê tenê pirsgirêk û lawaziyên heyî kûrtir bike û bibe sedem ku hejmareke hê mezintir a zarokan bêparastin bimînin. Li şûna hewldana zêdekirina hejmarê, dê gelekî sûdmendtir be ku mirov balê bikşîne ser baştirkirina jiyana kesên ku niha hene û pêkanîna siyasetên berfireh ên ku dostê zarokan in.”

Çareserî: Divê civakek dostê zarokan bê avakirin

Nursel Sarioglu, di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina mafê jiyanê yê zarokan û pêşîgirtina binpêkirinên mafan, van çareseriyan pêşniyar kir: “Di şeş mehên ewil ên sala 2026’an de 9 zarokan dawî li jiyana xwe anîn. Em dixwazin girîngiya krîtîk a mudaxeleya zû û xurtkirina pergalên piştgiriya psîkososyal di bersiva van dozan de tekez bikin. Em bawer dikin ku divê rola şêwirmendên derûnî yê li dibistanan û karmendên rêveberiyê were xurtkirin, hejmara wan bê zêdekirin û divê ew di bin çavdêrî û çavdêriya guncaw de bin. Em ji bo bidawîkirina çanda bêcezatiyê ya li dora mirinên gumanbar ên zarokan parêzvaniyê dikin û di tevahiya pêvajoya yasayî de banga çavdêrî, lêpirsîn û darizandina bi bandor dikin.

Em difikirin li şûna ku balê bikişîne ser mudaxeleya zû an jî çareserkirina pirsgirêkên hêyî, piştî bûyerê mudaxaleyek bertekî û rexnegir çêdibe. Em diyar dikin ku li şûna muxadeleyên bertekî, divê dewlet ji bo ku pirsgirêkan zû çareser bike, pêwîst e li seranserê hemû sektoran hawîrdorên dostê zarokan û polîtîkayên perwerdehiyê ava dike. Em bawer dikin ku avakirina civakek ku xeteriya binpêkirinên mafan a di nava cihên ku zarok lê dijîn de kêm bike, gelek girîng e.”