Li Îranê ji ber kirîza avê welatî daketin qadan

Ji meha Hezîranê ve li gelek deverên Îranê kiriza avê derket, bi taybet ji 15’ê Tîrmehê ve bi bilndbûna pileya germahiyê re hîn zêdetir gel rabûn ser piyan. Kirîza avê di nava 400 gudan de derket, ji ber qedexeya rê li ber pirotesyan hat girtin. Lê belê êdî rejîma Îranê nekarî rê li ber pirotestoyan bigre, tenê li Huzistanê di pirotestoyên ji bo kirîza avê de 4 kes hatin qetilkirin.

 
Navenda Nuçeyan - Ji destpêka salê ve li gelek eyaletên Îranê kirîza avê derket hilê. Hişkesalî ji derveyî çandiniyê bu sedemê qutbûna elektirikê û xwe gihandina ava vexwarinê. Ji eyaleta Huzistanê bigre ji 15’ê Tirmehê ve ji ber kiriza avê gelek kes ji bo pirotestokirinê daketin qadan û bi sedan kesên Îranî di çalakiyên pirotestoyî de birîndar bûn û li gora qeydên fermî 4 kes hatine qetilkirin. Di heman demê de ji ber qutbûna elektirêkê jî li beşa lezgîn a nexweşxanê kesên ji ber vîrosa corona tedawî dibinin gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane, li gora agahiyên xwecihî evane neketine di nava istatîstikan de. 
Huzîstanî dixwazin transferkirina ava çemê Karun were sekinandin
Li Huzistanê çalakiyên li dijî qutkirina avê li herêmên Mescid-i Süleyman, Behbahan, Şuş û Şadegan di dome. Huzistanî didin diyarkirin ku ji ber ava çemê Karun dibin cihên dinê ji ber wêye xelaya avê tê jiyîn û divê tavilê ev were sekinandin. Huzitaniyên ku bi Çalakiyan bang li rayedaran dikin, hêzên parastinê weke bersîvekê heta niha 4 çalakvan qetil kirine lê heta niha jî çalakiyên wana di domin. 
Li gora WRI di nav 17 welatên pirsgirêk lê hene 11 jê li Rojhilata Navînin
Ji ber pirsgirêka avê qutbûnên elektirêkê tên jiyîn ne tenê li Huzîstan heta digihe paytext Tahranê jê bandor bûne. Li gora rapora Enstutuya çavkaniya xwezayê ya Cîhanê (WRI) aşkira kirî: “Pirsgirêka xelaya avê herî zêde li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Di nava 17 welatan de 11 jê li Rojhilata Navînin ji vana Katar, İsrail, Lübnan, İran, Ürdün, Libya, Kuveyt, Suudiî, Eritre, Emîrên Yekitiya Ereban, San Marino, Behreyen, Hindistan, Pakistan Türkmenistan, Umman û Botswana nin. Ev welatên hatine jimartin ava vexwarinê ji sedan 80 ji aliyê çandinî, sanayî û şaredariyên bajaran ve tên bi karanîn. Li gora çavkaniyên Îranê dayîn diyarkirin, li Îranê bi giştî li 400 gundan kiriza avê tê jiyîn.
Li gora daneyên meha Gulanê kampanyayên av û qenalazisyonên Îranê dane diyarkirin gelek balkêşin. Li gora van daneyan 282 bajar û gundewaran pirsgirêka ava vexwarinê dijîn. 7 hezar welatiyên ku girêdayî van bajaran di ditina ava paqij a vexwarinê de zoriyan dikêşin. Ev gundên mijara gotinê bi rêyên tenkerên telfonan ava vexwarinê tinin. Nivîskar, hunermend, rêxistinên civaka sivîl û aktivîstên Îranê ji bo Huzistanê peyamên pîştgiriyê dan û ji bo pirsgirêk were çareserkirin bang li Rêveberiya Îranê kirin.   
Werger: JINHA