Ji Komîteya Aboriya Jin projeya ‘Jiyan’: 4 hezar dar hat çandin

Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star a Kantona Cizîrê li gundê Mele Merzê yê bajarê Dêrikê di çarçoveya projeya bi navê ‘Jiyan’ de 4 hezar dar çandin.

Dêrik – Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star a Kantona Cizîrê li gundê Mele Merzê yê girêdayî bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya bi navê Jiyan xistin meriyetê. Amadekariya vê projeyê du sal in tê kirin ku îro erd ji bo çandina daran amade ye. Îro jî 4 hezar darên zeytûn, hêjîr, menga û tirî li ser ernîgariya 120 donim erd ji aliyê jinan ve hatin çandin. Her wiha endamên Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Aboriya Jin a Herêma Cizîrê amade bûn.

‘Aboriya Jin serkeftinek nû bi pêş xist’

Axaftina destpêkê ji aliyê dayika Hevrîn Xelef, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefe ve hat kirin. Sûad Mistefa wiha got: “Di serî de kesên ku hatine vir û niha amade ne em xêrhatina we dikin. Îro 1’ê Adarê ye û em derbasî sala 2023’an bûne. Me plan û projeyên ku ji bo meha Adarê li pêşiya xwe danîn pêk anîn. Piraniya çalakiyên ku em li dar dixin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ne. Îro jî bi boneya 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê me dest bi çandina daran kiriye. Îro em jî weke Malbatên Şehîdan tevli projeya Aboriya Jin bûn û me projeya Jiyan bi pêş xist. Jin her dem alîkariya hev dikin da ku aboriya xwe xurt bikin. Dema dagirker êrîşî gel û cihekî dike di gava yekem de aboriya wan hedef digre ji lewre aborî dema tune bibe dê îxanet bi pêş bikeve. Ji bo ku em pêşiya vê yekê bigrin îro me dest bi projeya aborî kir. Em vê projeyê di serî de diyariyê Rêber Apo, hemû jinên welatparêz ên hemû pêkhateyan dikin. Em ê aboriya xwe xurt bikin û teslîmkariyê qebûl nekin. Ger aboriya me xurt nebe, em jî xurt nabin û her dem dê çavên me li derve bin. Aboriya jin serkeftinek nû bi pêş xist.”

‘Bi projeya jiyanê jiyana nû ji bo jinan hat avakirin’

Rêvebera Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star a Dêrikê Meyas Farûq jî wiha got: “Em jî di serî de vê projeyê li tevahî jinan pîroz dikin. Îro projeya jinan a bi navê Jiyan hat avakirin û em dibêjin bi vê projeyê jiyana nû tê misogerkirin. Ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê ber bi jiyana nû ve gavên ji bo vejînê tên avêtin ji lewre me jî weke Aboriya Jin dest bi kooperatîfa jinan kir. Îro hemû jinên ku li ber xwe dane bi xwêdana eniya xwe darek diçînin. Ev berxwedan li hemberî dijmin e û serkeftin û serhildana me ye.”

Herî dawî jî jinan darên fêkiyan çandin.