Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (2)

‘Zekiye her sal li Amedê dibe Newroz’ Dîrok 21’ê Adara 1990’an cih Sûrên Amedê… Zekiye Alkan got: “Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin” li hemberî zilmê, tarîbûnê serî rakir. Jinên kurd di şopa lingê wê de rêya berxwedanê dişopînin.

‘Zekiye her sal li Amedê dibe Newroz’
Dîrok 21’ê Adara 1990’an cih Sûrên Amedê… Zekiye Alkan got: “Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin” li hemberî zilmê, tarîbûnê serî rakir. Jinên kurd di şopa lingê wê de rêya berxwedanê dişopînin.
Navenda Nûçeyan - Jinên di 21’ê Adarê Cejna Newrozê de ku ji bo Kurdan sembola berxwedanê ye, ji bo jinên Kurd ku wekî mîrasekî xudawendiye bi taybet di roja îro de tên bibîranîn û dibe sedema berxwedanê. Yek ji van jî ku bi gotina “Ger azadî hêsan bûya Zekiye xwe nedişewitand” tê bibîranîn Zekiye Alkana ku bûye Newroz e. Zekiye Alkan di sala 1970’an de hat dinê. Dema li Amedê Zanîngeha Dîcleyê beşa Fakulteya Tibê dixwend têkoşîna gelê Kurd bala wê kişand. Ew dem dema ku gelê Kurd di pêşengiya jinan de rabûn serhildanê, bi taybet jî di pêşengiya jinan de dema gelê Kurd li Nisêbînê ji bo mafê xwe û zordariya li ser gel bidin rawestandin rabûn ser piyan bû. Piştî li Nisêbînê cenazeyê 13 jinên PKK’î hat definkirin, serhildana ku dest pê kir di dilê wê de cih girt. Zekiye Alkan ku bi ruhê vê serhildanê bi şevan raneket, lêgerînên wê kurtir bûn û zilma ku dihat kirin qebûl nekir. Wê demê pirtûka ku di sala 1982’yan de Mazlun Dogan bi 3 kîbrîtan li Zîndana Amedê Newroz pîroz kir dixwend.
Gotina dawî: Newroz bi agir tê pîrozkirin
Beriya ku çalakiya xwe pêk bîne di Newroza sala pêş wê de dema bi hevalên xwe re li Parka Trafîkê rûniştîbû, pereyên di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Ji kesên ku jêre dibêjin ‘tu çidikî’ got ‘ez Newrozê pîroz dikim.’ Dibêje “Newroz bi agir tê pîrozkirin.” Zekiye dixwest bi can û dilê xwe bibe bersiv ji serhildana jinên Nisêbînê re ew di 21’ê Adara 1990’an de derket ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir. Ji bo bibe doktor hat Amedê û li wê dibe qehremana gelê Kurd. Piştî çalakiya xwe pêk anî, çalakiya wê li her derê belav bû û hat bihîstin. Hemû kes êdî Zekiye wekî jinekî Kurd nas dikin. Êdî her kesê Zekiye wekî qehremanekê, wekî jinekî ku Newroz bi bedena xwe pîroz kiriye nas kirin û zanîn.
“Zekiye nîşan kir ku azadî ne hêsane”
Çalakiya Zekiye Alkan bandorek mezin li ser jinên di nava PKK’ê de kir û nîşan da ku rêxistinbûna jinan dikeve pêvajoyek nû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Zekiye wiha dibêje: “Çalakiya Zekiye Alkan a ku bi agirê azadiyê yê ku bilin dibe di Newrozê de bedena xwe da ber agir bû sembola ku azadî bi hêsanî nayê bidestxistin. Jinên Kurd ketin ferqa jiyana azad. Dema em van pevajoyên ku hatin jiyîn dinirxînin, piştî salên 1990’î ji bo xebatên jinan pêvajoyek îfade dike. Çalakiya Zekiye Alkan ya di Newroza 1990’an de ku ji îdolojiya partiya me bi bandor bû û bedena xwe da ber agir, digot ‘Agirê Newrozê bi awayek baş divê di bedena mirov de bê vêxistin’ mînaka wêrekî û fedekariyê ya bê dawî bû. Ji ber wê ketina jinan a nava refên rizgariyê ne we qas hêsan bû. Şoreşên cîhanê, giştî û taybet dema jin di nav de ne be şoreşek kêm mayî ye û ji bo me jî şoreşek wiha ne minkûne. Dixwest bibe çalakgrek mezin û dixwest bibe dildarek azadiyê. Ev jî bi agirê ku li ser Sûrên Amedê berda bedena xwe xwest îlan bike.
Mirov dikare bêje watedare. Ji ber ku jin bû baştir dihat fêmkirin. Ji ber ku mirovek ku dinava nakokiyan de dikare bigihije wê wêrekiyê. Ev rastiyek girîng e ku jinên Kurdistanê hişyar bûn, dema xwe rêxistin kirin û qat bi qat azad bûn wê demê Kurdistan jî hişyar, zindî, azad dibe û dibe cihekî ku mirov bikare lê bijî. Şahadeta Zekiye Alkan a Amedê bi şahadeta Mazlum re têkikdare. Mazlum çawa li hemberî teslîmyeta li zîndanê çalakiyek mezin bû û bi şahadeta xwe bû serkeftineke, Zekiye Alkan jî bû berxwedana li hemerî bêçerahiştin û tirsandina gelê Kurd û Kurdistanê.”
“Zekiyeya di nava agir de ji nû ve tê dinê”
Endama Kordunasyona PAJK’ê Pelşîn Tolhildan wiha behsa Zekiye Alkan û çalakiya wê dike: “Her car kolanên Amedê ku têde dijiya û Newroza wê xeyal dikim û di sûrên wê de Zekiyeya di nava agir de ji nû ve tê dinê. Bi rûyek ken li bajar dinêre û bêhnek ji kûrahiyê dikişîne. Dibe ku her Newroza piştî çalakiya wê ku ciwan agirê destpêkê yê Newrozê ku li ser sûran pêdixin bi çoşek mezin temaşe dike. Di sala 1990’î de dema min li Enqereyê dixwed min çalakiya wê bihîst. Di demek ku ez bi Kurdbûna xwe re rûbirû bûbûm bû. Xwendekarek jin a zanîngehê li ser sûrên Amedê bedena xwe dabû ber agir û çalakiya Newrozê pêk anî bû û şehîd ketibû. Ez şaşwaz bûbûm! Mirovek çima xwe dişewitîne? Ev hêzek çawa ye? Ev hêrsek çawa ye? Ev peyamek çawa bû? Di dest pêkê de çalakiya Mazlum Dogan, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Nemcî Oner û Mahmut Zengîn a li hemberî pêkanînên dijmirovî yên li Zîndana Amedê ku bedena xwe dan ber agir anî bîra me. Piştî wan cara yekem çalakiya bi agir û jinek! Di fêmkirinê de min zehmetî dikişand. Min hewl da ku halê wê yê dema biryara xwe da bînim ber çavên xwe. Min pir dixwest ku ez hest û ruhê wê hîs bikim. Piştre min wêneyê wê dît. Çiqas xwişik bû! Çiqas jinek asî bû! Û çiqas ji xwe bawer bû. Gelo jinek çawa bû? Çi jiyan kir? Di dilê Kurdistanê de dixwend û dibû şahidê zilma li wir. Di kolanên bajarê wê de dîrokê her roj bi mirovan re diaxivî, her roj pirs dikirin.
“Di Newrozê de sûrên Amedê bi Zekiyeyê agir tê vêxistin”
Di demeke ku neviyên qehremanan ku li hemberî Dehakan agir vêxistin, dibin dorpêça dîrokê de, dema li hemberî zilma ku rûmeta wan binpê dikir dicemidîn, Zekiye bi kîjan agirî xwe germ kir û xwest xwe germ bike? Agirê ku sala 1982’yan de li zîndanê hat pêxistin ber bi çiyayan ve çû, vêxistina agir bi zîndana bajar bikîjan ruhê asî û hestan mezin dibe? Zîndan di nava bajar de bû yan jî bajar di nava zîndanê de bû? Keleh bajar dorpêç dikir an jî bajar keleh dorpêç dikir? Dîrok xwe digihand roja îro yan roja îro xwe digihand dîrokê? Jinekê bi agirê xwe bajarek şewitand an jî bajarekê dilê jinekê şewitand? Di Newrozê de sûrên Amedê bi Zekiyeyê agir tê vêxistin. Jinek Kurd ku li sûran dibe agir û geş dibe, li Silêmaniyê dibe peykerek ku diaxive û her sal li Amedê dibe Newroz û diherike. Li sûrên Amedê jinek ku agirê ji zîndanên bajar girtî ji ber ku bajar ji zîndanê rizgar kir bi şenazî ji bo zarok û jinan dikene…”
Sema Yuce: “Navka min Zekiyeyê birî”
Sema Yuce piştî sal der bas bûn di Newrozê de li zîndanê bedena xwe da ber agir, dibêje çavkaniya wê ya dildariya azadiyê Zekiye Alkan e û wiha berdewam dike: “Dapîra min Zekiye bû û navka min Zekiyê birî.” Sema Yuce di nivîsek xwe de dibêje ku du aliyên mirovan hene yek ronahî ye ya din jî tarîtî ye. Di nameya xwe de dibêje aliyê wê yê tarî bêhêzî ye û yê ronahî jî Zekiye Alkan e.
Sibe: Rahşan Demîrel a 17 salî ku di 21’ê Adara 1992’yan de li Kadîfekaleya Îzmîrê bedena xwe da ber agir.