Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve-9

Rêvebera Aboriya Jinan a Kongreya Star Armanc Mihemed der barê kar û xebatên Aboriya Jinan de wiha got: "Armanca me ji projeyan ew e ku em rêxistinbûn û aboriya jinan bi dest û keda wan ava bikin."

Armanc Mihemed: Aboriya jinan bi dest û keda wan tê avakirin
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Aboriya ku bi destên jinan hatiye avakirin, beriya hezaran salan ji aliyê mêrên serdest ve hatiye girtin. Îro jin careke din bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re aboriyê bi dest xistin û bûn avakerên jiyanê. Yek ji beşa herî girîng di rehenda Kongreya Star de Aboriya Jinan e ku gelek projeyên mezin ji jinan re ava kirine. Her wiha li ser pergala kooperatîfê karê xwe bi awayekî komînal bi rê ve dibe. Aboriya Jinan xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kiriye, gelek projeyên girîng ji bo jinan ava kiriye. Îro jin di aliyê bazirganî, çandinî, senayî, mûnet, werşê de kar dikin û keda ku didin sûda wê digrin. Girêdayî kar û xebatên Aboriya Jinan, Rêveberiya Aboriya Jinan a Kongreya Star Armanc Mihemed nêrîna xwe parve kir. 
"Aborî bi destên jinan hatiye avakirin"
Armanc girîngiya Aboriya jinan wiha dinirxîne: "Beriya hezaran salan aborî bi destên jinan hatiye afirandin. Ziraet, senayî û çandinî bi destên jinên kedkar hatine keşifkirin. Lê zilamê serdest bi qurnaziyek mezin hemû nirxên jinan ên aborî ji destên wan girtiye. Dema aborî ket destên zilamê serdest, pergala dewletê li ser civakê meşand. Dema aborî di destên jinan de bû, aboriyek komînal dihat meşadin. Jinan bi awayekî giştî hemû civakê difikirî û aboriya heyî li wan parve dikir. Piştî ku zilamê serdest aborî ji destên jinan girt, jin li malê weke kole man. Heta niha jî bi hezaran sal, derbas bûye lê çanda desthilatdariya zilam li ser aboriyê hê jî berdewam dike. Di pergala dewletê de jî jin çiqas xwenda bûya û kedê jî bida, gelek astengiyên mezin li pêşiya jinan hatine derxistin. Heta niha jî nayê xwestin ku aboriya jinan hebe." 
"Jinan di aliyê aborî de mohra xwe li dîrokê dan"
Armanc Mihemed destnîşan kir ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re aboriya jinan jî şoreşek pêk anî û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re şoreşa aboriya jinan jî pêk hat. Jinan di aliyê aborî de mohra xwe li dîrokê dan. Her wiha di gelek qadên mîna siyasî, civakî, çandî de jî jinan rola xwe lîst. Gavên pir mezin û dîrokî bi vê şoreşê re hatin avêtin. Şoreşa Rojava bi xwe jî şoreşa jinan e û bi gavên dîrokî şoreşa xwe veguherandin serkeftinên mezin û dîrokî."
"Aboriya jinan di sala 2015'an hat avakirin"
Armanc Mihemed avabûna aboriya jinan wiha tîne ziman: "Aboriya Jinan di sala 2014'an de xwe bi rêxistin kir, me karên meydanî li Rojava dida meşandin û di sala 2015'an de bi awayekî fermî hat vekirin. Em karekî taybet ê jinan di aliyê aborî de didin meşandin. Di gava yekemîn de kooperatîf hatin avakirin. Armanca me ew bû ku jin destên xwe li ber mêr venekin û xwe bi xwe bi rê ve bibe. Jinan di dema destpêkê de bi ziraetê dest bi karê xwe kirin û di gava destpêkê de elbet zehmetî jî hebûn. Me 2015'an de gelek endam ava kirin. Destpêkê me saziya xwe li Herêma Cizîrê ava kir. Di wê salê de naskirina aboriyê ji aliyê jinan ve çêbû. Her çiqas orf û adetên civakê derketibin hemberî jinan jî tu caran jin nesekinîn û gavên mezin avêtin."
"Jin bi xwe projeyan ava dikin" 
Armanc projeyên Aboriya Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha dinirxîne: "Me gelek projeyên mîna senayî û bazirganî di aliyê kooperatîfê de ava kirin. Her wiha gelek kooperatîf jî ji bo ceribandinê hatin vekirin. Her çiqas zehmetî jî hebûna em tu carî nesekinîn. Me bi riya perwerde û civînan pergala kooperatîfê bi jinan da nasîn. Me beşên Aboriya Jinan li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir û endam hatin perwerdekirin. Me bi demê re astengiyên ku jin rast dihatin bi têkoşîna xwe şikand. Herî dawî jî me li herêmên rizgarkirî yên Ereban komîteya xwe ava kir. Gelek jinên Ereb beşdarî aboriyê bûn. Li wan qadan projeyên mîna tenûr, werşe, firin hatin avakirin û jin bi xwe tê de kar dikin. Me projeya çandiniyê li navçeya Tirbespiyê vekiriye û me 80 sera ava kirine ji bo çandiniyê. Her wiha nêzî 80 jin di wir de kar didin meşandin û xwe bi xwe aboriya xwe bi rê ve dibin. Gelek şînahiyên cur be cur diçînin. Armanca me bi van projeyan ew e ku rêxistinbûn û aboriya jinan bi dest û keda jinan ava bikin. Her wiha me li Dêrikê jî projeya çandiniyê ava kiriye û li gorî pêwîstiyên malê şînahiyan diçînin û li bazaran difroşin."
"3 hezar û 300 jin di kooperatîfan de kar dikin"
Armanc bal kişand ser projeya cil û bergan û wiha domand: "Projeya me ya werşe jî heye ya cil û bergan e. Ev projeya werşe li herêma Firat, Şehba, Cizîr û Dêrê heye. Jinan gelek cil û berg bi destên xwe dirûtin û di dikana Lavîn de difroşin. Her wiha projeya me ya konserve ya mûneta zivistanê tên çêkirin. Jin di wir de mûnet amade dikin û li bazaran tên firotin. Armanca me wek aboriya jinan ew e ku em rêxistinbûna xwe ava bikin û jinan di aliyê aborî de zana bikin. Gelek jin hene ku di karên aboriyê de bûne hosta û kesên ku nû beşdarî karên aborî dibin perwerde dikin. Nêzî 3 hezar û 300 jin di kooperatîfan de kar dikin. Projeya me ya tenûrê li tevahî qadan pir serkeftî ye. Heta projeya tenûrê di şerê Serêkaniyê de pir rola xwe lîst. Gel birçî nehiştin û di bin tang û topan de nan çêdikirin. Gelek gavên mezin hatin avêtin. Jin pir bi dilxwazî tevli aboriyê dibin. Em jî dixwazin projeyan ji bo jinan ava bikin û li gorî xwesteka jinan wan tevli karê xwe bikin." 
"Jin bi şoreşê re vegeriyan aboriya xwe ya xweser"
Armanc herî dawî projeyên demên pêş wiha anî ziman: "Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê nasîn û jin bi hezaran salan xwedî aborî bûne loma careke din bi vê şoreşê re vegeriya aboriya xwe. Jinan gavên mezin di aliyê aborî de avêtin. Hemû berhemên projeyên ku tên hilberandin, bi destên jinan tên firotin û wiha sûdê jê digrin. Jin bi xwestek û hezkirinek mezin tevli aboriya xwe dibin. Aboriya Jinan bi destên wan hatiye avakirin. Em di demên pêş de jî dixwazin projeyên cur be cur ji bo jinan ava bikin. Îsal jî em ê akademiyek taybet vebikin û di wir de perwerdeyên bîrdozî bidin. Em dixwazin di komînan de projeya sewalkariyê ava bikin. Projeyên tenûrê zêdetir bi pêş bixin û gel vegerînin çanda kevnar a berê. Projeyên zîraetê hîn zêde bi pêş bixin. Projeya jinan di aliyê aborî de hebe em dixwazin bizanin û li gorî wê projeyên dewlemendtir bi pêş bixin."   
 Sibê: Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê