Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve -7

"HPC-JIN parastina maf, hebûn û rastiya jinê dike" Rêvebera Hêzên Parastina Cewherî ya Jinê Hediye Abdullah kar û xebatên Hêzên Parastina Cewherî nirxand û got: “Beriya bi hezaran salan di destpêka mirovahiyê de jinan civak, zarok û axa xwe diparastin. Îro jî HPC-JIN erka wan jinan digrin ser milên xwe, civak û axa xwe diparêzin."

"HPC-JIN parastina maf, hebûn û rastiya jinê dike"
Rêvebera Hêzên Parastina Cewherî ya Jinê Hediye Abdullah kar û xebatên Hêzên Parastina Cewherî nirxand û got: “Beriya bi hezaran salan di destpêka mirovahiyê de jinan civak, zarok û axa xwe diparastin. Îro jî HPC-JIN erka wan jinan digrin ser milên xwe, civak û axa xwe diparêzin."
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Bi pergala neteweya demokratîk re gelek pêşketinên berbiçav çêbûn. Her wiha bi şerê gel ê şoreşgerî re hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketin nava rêxistinbûnê û xwe bi xwe bi rê ve dibin û axa xwe ji hemû kesên desthilatdar û dagirkeran diparêzin. Gelek sazî û dezgehên jinan bi şoreşê re hatin damezrandin û di hemû kar û xebatan de pêşengî kirin. Yek ji wan qadan Hêzên Parastina Cewherî ye ku gelek rolên mezin di nava civakê de lîstiye. Hêzên Parastina Cewherî ya Jinan di rêxistinbûna xwe de konferderalîzma demokratîk a jinan esas digre. Her wiha têkoşîna azadiyê, bingeha parastina cewherî dibîne. Hêzên Parastina Cewherî ya Jinan di sala 2016'an de hatiye avakirin û gelek jin-dayikan pêşengiya vî karî kirine. Der barê kar û xebatên Hêzên Parastina Cewherî ya Jinan de (HPC-JIN) Hediye Abdullah nirxandin kir.
"HPC-JIN di sala 2016'an de hat birêxistinkirin"
Hediye diyar kir ku HPC-JIN di sala 2016'an de hatiye avakirin û wiha got: "Beriya ku HPC-JIN bi awayekî fermî were ragihandin, me di sala 2013'an de di nava komîn û civakê de kar û xebatên xwe bi rê ve dibir. Di wan deman de hê asayîş nehatibû avakirin û me li ser hacizan nobedarî dikir. Beriya şoreşê rejîma Baas li ser Rojavayê Kurdistanê hikûm bû, piştî şoreş pêk hat me ew ji herêmên xwe derxistin û me parastina ax û bajarên xwe dikir. Piştî asayîş hat avakirin, navê me hîn fermî nehatibû gotin lê em hemû wekî kesên welatparêz dihatin naskirin ku axa xwe diparêzin. Fermiyeta me di sala 2014'an de çêbû. Di sala 2015'an de konferansa HPC'ê ya giştî hat lidarxistin, lê HPC-JIN bi awayekî fermî di sala 2016'an de hat birêxistinkirin. Piştî fermiyeta me hat eşkerekirin, me bi awayekî fermî di hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rêxistinbûna xwe ava kir."
"HPC-JIN parastina ax û civaka xwe dike"
Hediye Abdullah armanca HPC-JIN di nava jin û civakê de wiha dinirxîne: "Dema di welatekî de şoreş pêk tê, gelek şerên mezin rû didin û di wan şeran de yên herî zêde êş û bedel didin jin in. Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de du şoreş çêbûn, ya yekemîn şoreşa çekdarî û ya duyem jî şoreşa civakî ye. Ji ber zîhniyeta desthilatdariyê, mêran gelek zilim li ser jinan di nava malbatê de didan meşandin, me jî got li dijî vê zîhniyetê em ê xwedî li jinan derkevin da ku jin êdî zilim û zordariyê nejîn. Em weke hêz, parastina maf, hebûn û rastiya jinan dikin. Her wiha em nahêlin ku jin di temenê biçûk de bizewicin. Me ezmûna herî mezin ji Şengalê girt, ger li wir HPC-JIN hebûya, dibû ku 3 hezar jinên Şengalê nehatibana revandin. Ji bo ku em wiha nebin, me xwe bi rêxistin kir, civaka me jî hêzek mezin ji me girt. Tiştek pir pîroz bû ku jinan parastina ax û civaka xwe dikir. Piştî Kongreya Star hat avakirin, rehenda wê jî çêbû, ji wan rehendan yek jî parastina jinan bû. Parastin di cewhera jinan de heye. Beriya bi hezaran salan di destpêka mirovahiyê de jinan civak, zarok û axa xwe diparastin. Îro jî em erka wan jinan digrin ser milên xwe, civak û axa xwe diparêzin. Hemû zanist û hebûna jinan ji aliyê mêrên serdest ve hatibû bindestkirin. Îro em ji wê bindestiyê xilas bûn û vegeriyan cewherê xwe. Îro em xwe bi xwe diparêzin û xwedî li hebûna xwe derketin." 
"HPC-JIN dikare tevahî jinên cîhanê biparêze"
Hediye diyar kir ku ew xwe li tevahî bajarên Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin dikin û wiha domand: "HPC-JIN xwe li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kiriye. Îro rêxistinbûna me li tevahî cîhanê bûye mînak. Em dikarin bêjin ku hêz û qeweta me heye em tevahî jinên cîhanê biparêzin. Ji ber ku bi şoreşa jinan re gelek tecrubeyên me yên mezin çêbûn. Ji berê ve bingeha me ya parastinê hebû, ew jî şehîdên me bûn. Îro em mîrasa şehîdên xwe berdewam dikin. Em ê her dem li pey şopa şehîdên xwe bin û em ê axa xwe û jinan ji tevahî zehmetiyan biparêzin û bibin şopdarên tevahî şehîdên şoreşê."
"Di warê leşkerî û civakî de em xwe bi rêxsitin dikin"
Hediye perwerdeyên ku dibînin wiha anî ziman: "Bingeha perwerdeya me parastina rewa ye ku em çawa xwe biparêzin. Her wiha di aliyê siyasî de em xwe xurt dikin. Di aliyê civakî de perwerde dibînin. Tehlîlên Rêber Apo dibînin. Dîroka jinan û Kurdistanê dibînin. Em xwe bi du aliyan ve bi rêxistin dikin yek leşkerî û ya din jî civakî ye. Loma perwerde ji bo me gelek girîng e. Em dikarin bêjin ku leşkerî, siyasî û civakî hemû hev temam dikin loma em ji hemû aliyan ve perwerdeyên dagirtî dibînin."
"HPC-JIN hemû pêkhateyan diparêze"
Hediye diyar kir HPC-JIN hemû pêkhateyan diparêze û wiha pê de çû: "Bi saya Rêber Apo em di aliyê zanistê de pêşketin, vê yekê jî bandorek erênî li ser me ava kir. Îro em dikarin bêjin ku em weke civak perwerdekirî ne. Em hebûna xwe li her derê diparêzin. Em di destpêkê de parastina jinan dikin û paşê jî parastina tevahî civaka xwe dikin. Em bi parastina xwe jinan zana dikin. Şoreşa me li ser bingeha neteweya demokratîk hatiye avakirin û di vê pergalê de hemû pêkhate dikarin cihê xwe bigrin. Loma di kar û xebata HPC-JIN de Ereb, Suryan, Êzidî, Xirîstiyan û Kurd cihê xwe digrin. Her wiha em hemû pêkhateyan diparêzin."
"Divê hemû jin di aliyê parastinê de xwedî zanebûn bin"
Hediye Abdullah herî dawî da zanîn ku hemû jinên di civakê de cihê xwe digrin endamên HPC-JIN'in û wiha bi dawî kir: "Hemû jinên civakê endamên HPC-JIN'in. Em niha li ser bingeha parastina civakê kar û xebatan dimeşînin. Elbet ev kes jî li hemberî hemû êrîşên li ser civaka me hatine amadekirin. Rewşek awarte çêbibe me xwe di her alî de bi rêxistin kiriye, çi tenduristî be çi leşkerî be. Hêviya me ji tevahî jinan heye ku li hemberî şerê taybet şiyar bin. Îro kar û xebatên jinan pir xurt bûne loma êrîşên mezin li ser me hene. Dijmin di her aliyê de jinan hedef digre divê em jinan biparêzin. Jin divê parastina malbat û civaka xwe bikin, ji ber ku plana dagirkeran yek ax e û ya duyem jî kolekirina jinan e. Divê hemû jin di aliyê parastinê de xwedî zanebûn bin."
Sibê: Edaleta Jin