Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve-11

Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Star Rihan Temo kar û xebatên ekolojîk nirxand û got: "Ekolojî lingek esasî yê neteweya demokratîk e ku para her kesê tê de heye."

"Civaka me pir dewlemend û hêja ye divê bi awayê ekolojîk bijî"
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Komîteya Ekolojî ya Kongreya Star di sala 2020'an a Kongreya 8'an a Kongreya Star de hat birêxistinkirin. Ekolojî ew tişt e ku mirov, xweza û zindiyan di nava xwe de dihewîne. Her wiha berpirsiyar e ku hemû zindiyan li ser rûyê erdê bide jiyîn û jîngeha ekolojîk ava bike. Komîteya Ekolojiyê di nava civakê de hevsengiya xweza, mirov û hemû zindiyan ava dike. Avakirina  zîhniyeta ekolojîk di nava civakê de di aliyê bîrdozî de bi dest digire. Her wiha kesên dildar jî dikarin beşdar bibin û xwezaya xwe biparêzin. Têkildarî kar û xebatên ekolojiyê Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Star Rihan Temo nêrîna xwe parve kir.
"Axa me pir dewlemend û bi bereket e"
Rihan Temo avabûna komîteya ekolojiyê wiha nirxand: "Xebata ekolojîk her dem dihat pêşxistin. Lê weke rêxistina jinan pêwîstî hat dîtin ku komîteyek bi navê ekolojiyê were avakirin. Di kongreya 8'an a sala 2020'an a Kongreya Star de biryar hat girtin ku Komîteya Ekolojiyê jî were avakirin. Me wek xebateke fermî di aliyê înşayê de dest bi karê xwe kir û navenda xwe ava kir. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perçeyek ji Rojhilata Navîn in li cihê ku zanist û tovên jiyanê lê şîn bûne dijîn. Welatê me di aliyê xweşikbûn û bereketê de pir dewlemend e gelek av û şînahiya wê heye. Lê di dema rejîma Baasê de dar dihatin jêkirin, lawir dihatin kuştin û tevahî jîngeh dihat gemarkirin. Li herêma Cizîrê gelek cihên xwezayî hatibûn talankirin û gelek cureyên tiştên ku hewayê qirêj dikin hatin bikaranîn. Her wiha di mêjiyê mirovan de hatibû çandin ku zêde eleqaya wan bi ekolojiyê re nebe. Xerîbiyek di navbera mirov û civakbûnê de hebû. Encax jin dikaribûn mêjiyek ekolojîk ava bikin. Jin dikaribûn zîhniyeta parastin û xwedîderketina jîngehan vejînin. Em dikarin bi rihê xwedawendan tevahî zindiyan biparêzin. Pêwîstî hat dîtin ku komîteya Ekolojiyê wek xweser di nava jinan de xwe bi rêxistin bike. Dema ekolojî tê gotin ne tenê dar ango şînahî ye, ya girîng mirov çiqasî mêjiyeke çanda ekolojî di nava gel de ava bike ye. Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek bedel hatine dayîn û zarokên vî gelî ji bo ku xwezaya vê axê biparêzin canê xwe feda kirin. Em jî weke komîte dikarin ekolojiyê di aliyê siyaset, çand û demokrasiyê de ava bikin ji ber erka me ya sereke ye."
"Ekolojî hevsengiya di navbera xweza û zindiyan de ye"
Rihan da zanîn ku ekolojî hevsengiya di nabera mirov, zindî û xwezayê de ye û wiha domand: "Dema mirov dibêje ekolojî tenê av û hewa ango çandinî tê bala mirovan lê ekolojî di rastî de hevsengiya di navbera mirov û xweza de ye, her wiha di navbera xweza û zindiyan de ye. Xeribûyina ku hatiye çêkirin, em hewl didin ji holê rabikin û xwe perçeyek ji vê jîngehê bibînin. Şerên ku pêk tên bi mirov ji mirov re derketiye pêş. Dagirkeriya ku li ser mirovan tê çêkirin, di heman demê de dagirkeriya ku li ser demografiya wê jî tê kirin. Qutbûna di navbera xweza û mirovan de dibê em rabikin. Ger em xwedî li hawirdora xwe derkevin wê demê em dikarin parastina dar, şînahî, ax, oksîjen û xwezayê jî bikin. Her wiha ger em vegerin exlaqê ekolojîk em dikarin parastina xwe ya jîngehê bikin."
"Bi riya perwerdeyan ekolojî bi gel re tê parvekirin"
Rihan Temo erka komîteya ekolojiyê di nava civakê de wiha bi lêv kir: "Demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek berfireh e. Em bi riya semîner, perwerde û nîqaşan karê ekolojiyê bi gel re parve dikin. Avakirina  zîhniyeta ekolojîk di nava civakê de em di aliyê bîrdozî de bi dest digrin. Ji ber xirabiya herî mezin li ser civaka me hatiye meşandin mêjiyê xeribûyê ye û her tiştî asayî dibîne. Her wiha dema em diçin cihek şînahî ji xwe re heq dibînin ku her derê qirêj bikin ango zerarê bidin xwezayê. Zîhniyeta desthilatdar ev xirabûyînên ku di nava civakê de bi pêş dixe, em destpêkê dixwazin mêjî biguherînin û di aliyê bîrdozî de bi gel bidin fêmkirin. Em perwerde û semînerên xwe ji gundan dest pêd ikin, çima ji ber ku cihên herî zêde paqij mane û bi xwezayê re girêdayî ne gund in."
"Li kêleka şoreşê, şoreşa ekolojîk bi pêş bixin"
Rihan destnîşan kir ku ekolojî lingek esasî yê neteweya demokratîk e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dema têkoşîn tê gotin her kesê di nava xwe digre. Em bi mirovekî re nikarin xirabûyina ku li ser civaka me hatiye meşandin rast bikin, ji ber wê yekê tekoşîna ekolojîk xebata her kesê ye. Di hemû kar û xebatan de têkoşînek ekolojîk pêwîst dike, ji ber Rêber Apo jî gelek girîngî dide beşa ekolojiyê. Ekolojî lingek esasî yê neteweya demokratîk e ku para her kesê tê de heye. Meclisa Ekolojiyê jî hat avakirin heta çend caran civîna wan jî hatiye lidarxistin. Di wan civînan de pirsgirêkên ekolojiyê hatine nîqaşkirin û çareseriyên wan hatine vegotin. Her wiha li ser axa me gelek çekên giran û qedexekirî hatine şixulandin. Di heman demê de gelek dar hatine jêkirin. Ev pirsgirêkên ku rû dane her dem komîteya ekolojiyê nîqaşên wê meşandine. Em têkoşîna mezin li hemberî desthilatdariyê dimeşînin ku civakê bi xwe re nexweş xistiye. Gelek şerên mezin li herêmên me mîna Efrîn, Kobanê, Serêkanî û Girê Spî pêk hatine û gelek talan û wehşeta li ser xwezayê li wan herêman pêk hat. Her wiha gelê vê herêmê her roj bi qutkirina avê re rastî tehdîtên mezin tê. Em jî bi riya têkoşîn û zanistê nêzî van pirsgirêkan dibin. Her wiha şixulandina wesayîdan û petrola zêde xwezaya me talan dike û oksîjenê kêm dike. Lê wek herêm pêwîstiya me zêdetir di aliyê çandinî de heye ku em mercên hewaya paqij ava bikin. Pêwîstiya me heye ku em li kêleka şoreşê, şoreşa ekolojîk jî ser bixin."
"Komîteya Ekolojiyê parastina av, ax û daran dike"
Rihan projeyên ku komîteya Ekolojiyê daniye pêşiya xwe wiha rave dike: "Yek ji projeya me ya esasî ew e ku em meclisa Ekolojiyê ava bikin. Bi riya avakirina meclisê em dixwazin daristanan ava bikin û zîhniyeta paqijiyê di nava civakê de biafirînin. Her wiha di nava civakê de xweşikbûna xwezayê ava bikin. Di heman demê de em dixwazin parastina av, ax, dar û çeman bikin. Niha komîteya me ber bi înşayê ve ye û me gelek pêngavên paqijiyê avêtine. Pêngava xwedîderketina li zindiyan em destek dikin. Di dema biharê de em ê kampanyaya çandina daran bi pêş bixin. Em dixwazin li her derê daran daynin, ji ber ku mirov di bin daran de bêhna xwe dide û oksîjena paqij dikşîne. Em îro di sahrayan de dijîn û pêwîstiya me bi milyonan daran heye ku xirabiyên di nava civakê de bi pêş dikevin bidin sekinandin. Ne tenê kesên ku bi xwazayê re mijûl dibin hene lê divê ku her kes xwezaya xwe biparêze. Her wiha çend caran hêzên leşkerî jî dest bi pengavê kirin. Şaredariyê jî gelek dar û şînahî çandine."
"Bi rihê ku mirov, xweza û zindî yek in nêz bibin"
Rihan diyar dike ku bi pergala desthilardar re hevsengiya di navbera mirov û xwezayê de hatiye xirabkirin û wiha got: "Bi pergala dewlet û desthilatdariyê re hevsengiya di navbera mirov, xweza û zindiyan de hatiye xirabkirin. Dagirkeriya herî mezin ew e ku mirov li hemberî hev şer bikin û hev bikujin. Ev xirabî ketiye nava xwezayê jî. Mirov hatiye wê astê ku îmkana xwe ya bin erd û ser erd ji xwe re dişuxilîne. Lawir jî xweza jî ji êrîşên mirovan xilas nabin. Divê em bi rihê ku mirov, xweza û zindî wekhev in nêz bibin. Çiqas mafên mirovan li ser gerdûnê tê parastin divê em mafên lawir û xwezayê jî biparêzin. Hevsengiyek li ser rûyê erdê heye ji bo ku xirabî nebe her wiha ji bo qir nebe ji nû ve ava dibin. Loma divê mirov nebin sedema qirkirina zindiyên li ser rûyê erdê. Ev yek jî bi riya perwerdekirin û zanistê dikare bi pêş bikeve.
"Dildarên ku ekolojiyê diparêzin hene"
Rihan Temo herî dawî got ku mirovên dildar ên ku xwezayê diparêzin jî hene û wiha bi dawî kir: "Kesên ku ji civakê hez dikin, dar û gulên xwezayê diparêzin jî hene. Gelek kes hene ji bo xwezayê serê xwe diêşînin û dixwazin xirabûna li ser ekolojiyê rast bikin. Gelek sazî û kes hene ku ekolojiyê li gundan ava bikin. Keziyên kesk hewl dide ku di navbera 4 salan de 5 milyon daran biçîne. Keziyên kesk jî beşdarî meclisa me bûye û dan û standin di navbera me de heye. Komek bi navê "Em bi hev re dikarin" cihên xwezayî mîna çem, dar û pêngavên paqijiyê çêdikin. Van koman cihê seyran, mizgeft û dêrên bajaran paqij kirine. Ew jî bi rihekî dildar vê karê dikin. Kesên ku mîrasa xwezayî diparêzin her hene. Banga me li tevahî civakê heye ku dikare di nava malbat û zarokên xwe de mêjiyê ekolojîk ava bike. Kesên ku xwedî li xweza û civakê derdikevin jin in, ji bo wê banga me li tevahî jinan heye ku axa xwe biparêzin ji ber axa wan dewlemend e. Rêber Apo dibêje welatparêziya herî bi nirx û mezin di çandina daran de derbas dibe. Em jî dixwazin bi vê rihê çanda ekolojiyê di nava civakê de vejînin û xwedî li dar û jîngehan derkevin. Wekî komîteya ekolojîk em bang li rêxistin û saziyan dikin ku di hemû karên xwe de em bi çavekî ekolojîk binêrin. Civaka me pir dewlemend e û hêjaye ku bi tendurist û ekolojîk bijî." 
Bi dawî bû