30'ê Adarê: Élisabeth Vigée Le Brun
	Piraniya tablo an portreyên wê yên bi kincên serdema klasîk hatine xêzkirin. 
	Di sala 1807'an de zanîngeha 'Société pour l'Avancement des Beaux-Arts' ya Cinêf endamtiya rûmetê girtiye.
	660 tabloyên portreyî û 200 tabloyên xwezayî çêkiriye û karê wê li muzeyên mezin ên navneteweyî tên dîtin.
	Wênesaza Frensî di 30'ê Adara 1842'an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
							