13'ê Nîsanê: My Sekaf
	Lîstikvana Sûrî di 13'ê Nîsana 1969'an de, li Dîmeşq di nava malbateke Xiristiyan de hatiye dinê.
	Bi piştevaniya xwe ya ji bo şoreşa Sûriyê ya sala 2011'an û redkirina rejîma Beşar El-Esed tê nasîn.
	Di sala 2005'an de, dema 'Daxuyaniya Dîmeşq' îmze kir hikumeta sûrî gefên weke qutkirina zimanê wê lê xwarin.
							