RECA XEYRAT
Mexrib – Çalakvana Mexribî Xewle Elawî, bi hesteke dilsozî û berpirsiyariya parastina bîra hevpar a jinên Mexribê yên ku jiyana xwe ji bo welatê xwe feda kirine û ji bo mafê nifşên nû yên ku divê bîrê biparêzin, biryara damezrandina Komeleya “Xenata Erronde” da. Navê Xenata Erronde bi bîra berxwedana neteweyî ya gelê Mexribê ya li dijî dagirkeriya Fransî re girêdayî ye.
Xenata Erronde yek ji sembolên berxwedana neteweyî ya li dijî dagirkeriya Fransî tê hesibandin. Xenata Erronde, di dema beşdarbûna xwe ya di xwepêşandanekê de jiyana xwe ji dest da. Ev xwepêşandan, piştî ku serokên tevgera neteweyî di 11ê Çileya duyem a heman salê de belgeya daxwaza serxwebûnê pêşkêş kirin, di 29’ê Çileya duyem a sala 1944’an de li bajarê Selayê yê Mexribê pêk hatibû.
Ji bo neviya wê Xewle Elawî, ji nû ve vejandina bîra Xenata Erronde ya di berxwedana li dijî dagirkeriya Fransî de jiyana xwe ji dest da, tenê naskirina rola dapîra xwe û nîşandana dilsoziya xwe ji bo rihê wê nîne, her wiha peyameke mirovî û dîrokî ye ku ji baweriyeke kûr ku riya têkoşînê hêj dirêj û dijwar e. Ji ber ku azadî û rizgariya ku dapîra wê canê xwe feda kir, hêj bi taybetî di warên civakî, aborî û çandî de bi tevahî pêk nehatiye.
Meşala têkoşînê û berdewamiya rê
Di civaka Mexribê de, tevî hemû destkeftiyan jî jin hêj bi bêhêzî, cudakirin û paşguhkirinê re rûbirû dimînin. Xewle Elawî, jiyana dapîra xwe Xenata Erronde, wek ronahiyekê ku riya têkoşîna wê ronî dike dibîne. Jiyana Xenata Erronde, ji ber gefên ku piştî kuştina wê li ser malbata wê hatibûn sepandin, hatibû veşartin û paşguhkirin. Lê Xewle Elawî biryar da ku vê mîrateyê zindî bihêle û têkoşîna dapîra xwe ya ku jiyana xwe ji bo serxwebûna welatê xwe feda kiriye, bidomîne.
Xewle Elawî, diyar kir ku ew rihê serhildêr û têkoşer ji dapîra xwe wergirtiye û wiha axivî: “Ez her tim li hemberî neheqiyê rawestiyam û min qet qebûl nekir ku li ber çavên min mafê kesekî were binpêkirin. Jiyana wê ruhê têkoşînê di min de şiyar kir û min fam kir ku berpirsiyariyek girîng li ser milên min heye ku parastina jinan û piştgiriya wan ji bo guhertina jiyana wan mîsoger bikim. Rihê dapîra min di hundirê min de dijî û ew min teşwîq kir ku vê carê ne li dijî dagirkeriyê, lê li dijî xizanî, bêhêzî, paşguhkirin û cudakariya ku jinên Mexribê pê re rûbibrû dimînin, têbikoşim.”
‘Divê bîra hemû jinên ku di riya azadiya welat de fedakariyên mezin kirine, zindî bihêlin’
Xewle Elawî, balê dikişîne ku tunekirina bîra Xenata Erronde ne mimkûn e, ji ber ku mîrata wê hêj di dil û hişê nifşên nû de dijî û hêz dide ku riya têkoşînê bi awayekî nû bidomînin. Xewle Elawî, bi hesteke kûr wiha dibêje: “Dapîra min di temena min de jiyana xwe ji dest da. Min jiyana wê nas kir û biryar da heta ku jinên welatê min azad bibin, riya wê bidomînim. Dibe ku ev yek ne tesaduf be. Ne pêkane ku bîra jineke wêrek û xurt a ji bo azadiya welat û gelê xwe têkoşiyaye, were tunekirin. Divê em bîra wê û hemû jinên ku di riya azadiya welat de fedakariyên mezin kirine, zindî bihêlin û ji wan re dilsoziya xwe nîşan bidin.”
Komeleya "Xenata Erronde" ji bo piştgiriya jinan
Xewle Elawî, bi hevkariya komeke jinan, komeleyeke avakir ku bi mijarên jinan re mijûl dibe, piştgiriya wan dike û mafên wan ên aborî, civakî, siyasî û çandî diparêze. Xewle Elawî ji bo rêzgirtina rihê dapîra xwe û berdewamiya têkoşîna wê ya ji bo parastina mafên jinan, navê komeleyê kir "Xenata Erronde”.
Xewle Elawî, da zanîn ku di hundirê her jineke Mexribî de Xenata Erronde heye û got: “Hemû navên ku di dîrokê de nemir dibin, ne tenê çîrokên rabirdûyê ne. Hinek ji wan bi nirxên xwe, bandora xwe ya li ser dilan û îlhamê ku didin nifşên nû, hêj di jiyana me de dijîn. Armanca min ne tenê zindîkirina navê dapîra min e, parastina bîra jineke Mexribê ye jiyana xwe bi wêrekî û fedakariyê derbas kiriye. Ez dixwaze vê mîratê bi jiyana îroyîn re girê bidim û nirxên wê ji bo nifşên nû bikim çavkaniya îlhamê. Lewma Komeleya “Xenata Erronde” ji bîranîna rabirdûyê wêdetir wateyekê digire. Ez dixwazim mîrateya dapîra xwe bikim bingeha têkoşînekê ya ji bo parastina mafên jinan, bersivdana pêdiviyên wan û xurtkirina cihê wan di pêvajoyên pêşketin, beşdarbûn û serxwebûna civakê de.”
‘Divê ev bîr û mîrate bigihîje nifşên pêşerojê’
Li gorî bîra malbatê û vegotinên der barê jiyana wê de, navê Xenata Erronde bi bûyerên 29’ê Çileya duyem a sala 1944’an li bajarê Selayê re girêdayî ye. Tê gotin ku ew di pêşiya xwepêşandaneke aştiyane de dimeşiya û ala Mexribê hilgirtiye. Ev dîmen beşdarbûna jinên Mexribê ya di tevgera neteweyî de û têkoşîna wan ji bo bidestxistina serxwebûnê nîşan dide.
Xewle Elawî Medxerî, destnîşan dike ku dixwaze di parastina vê bîrê û veguhastina vê ya ji nifşên nû de roleke girîng bilîze û der barê xebatên komeleyê de wiha axivî: “Armanca min ew e ku bala civakê bikişînim ser mîrateya dîrokî ya neteweyî û piştgiriyê bidim destpêşxeriyên perwerdehî, çandî û belgekirinê yên ku vê mîratê ji nû ve vejînin. Navenda vê komeleyê li bajarê Merakeşê ye. Komele xwedî dîtineke civakî ye ku dixwaze bîra neteweyî bi xebata rastîn a civakî ve girê bide. Ev dîtin li ser vê baweriyê ava bûye ku rêzgirtina jinên di avakirina dîroka berxwedana neteweyî de roleke girîng lîstine, tenê bi bîranîna jiyana wan û zindîkirina navên wan bi dawî nabe. Divê ev rêzgirtin bi xebata domdar a ji bo parastina rûmeta jinan û firehkirina derfetên wan di warên perwerdehiyê, tenduristiyê û serxwebûna aborî û civakî de bê temamkirin.”
Xewle Elawî, diyar dike ku komele dixwaze destpêşxeriyên ku bersiva pêdiviyên jinan didin pêş bixe û di vê çarçoveyê de taybetî balê dikişîne ser keç û jinên di rewşên zehmet de û jinên ku dixwazin xwendina xwe bidomînin an jî dest bi rêyek nû ya pîşeyî bikin.
Xewle Elawî, axaftina xwe wiha domand: “Komeleya me armanc dike ku piştgiriyê bide projeyên aborî û kooperatîfên jinan, hilberên herêmî pêş bixe û projeyên ku derfetên kar û dahatê diafirînin teşwîq bike. Di heman demê de dixwaze hişmendiya tenduristî û pêşîlêgirtinê belav bike, baweriya jinan bi xwe xurt bike û şiyan û jêhatîbûnên wan pêş bixe.”
‘Divê em rêz ji jinên pêşeng re bigrin’
Xewle Elawî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Welat bi bîra xwe naparêze û rêzê ji jinên pêşeng re nagirin. Rêzgirtina rastîn ew demê pêk tê ku em ji çîrokên wêrekî û fedakariyê nirxên zindî derxin û bîranîna rabirdûyê di roja me ya îro de bikin bingeha xebateke berpirsiyar.”




