Jin li bendên kontrolê yên Serdeştê rastî tacîzê tên

Hêzên supa yên pasdaran li 7 cihên Serdeştê bendên kontrolê danîne û li wan cihan jin rastî zordarî û tacîzan tên.

MARIYA RUSTEMÎ

Serdeşt- Piştî serhildanên şoreşê yên bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hêzên supayê Pasdaran cihên ketin û derketina bajarên Kurdistanê dagir kirin. Hêzên supayê Pasdaran zêdetirî 7 bendên kontrolê li herêma Serdeşt Nêlis û Rebet danîne, li wan deran wesayîd, telefon, çanta û kel û pelên kesan bi taybetî yên jinan kontrol dikin.

Bendên kontrolê

Bajarê Serdeşt li Başûrê parêzgeha Urmiyeyê, di destpêka serhildana şoreşgerî de piştî qetilkirina Jîna Emînî, êzên supayê Pasdaran li herêmên vî bajarî li ser riyên Bane û Serdeştê, Mihabad û Serdeştê, Pîraşar û Serdeştê û li ser riyên Gudînişîn Bêneula û Nilas, Serdeşt û Merxan, Serdeşt û Bêwaran û her wiha li cadeya polîsên Serdeşt bendên kontrolê danîn.

 ‘Bi derxistinê jinan bêzar kirin’

Jina 28 salî ku nexwest navê xwe yê rast bide dema ku li gel hevjînê xwe ji bajarê Nêlisê ji bo şahiyek berê xwe dan Serdeştê ku 20 kîlometre jê dûr bû, li cihê benda kontrolê ya ketina wî bajarî rastî tacîzê hat û wiha got: “Dayika min wan ji bo xwarina êvarê banî me kiribû, dema ku em ji Nêlîzê derketin, çend deqeyek mabû li cihê kontrolê me dît ku di rêzê debûn dema sire giha erebeya me, wesayîda me li cihekî rawestandin û piştre yek ji wan pasdaran hat ji min re got derbikeve û sindoqa wesayîdê veke, dema ku hevjîna min derket yek ji pasdaran dema ku ez li ber deriyê wesayîdê bûm bi awayek bêexlaq li min mêze kir û bi me re minaqeşe kir.”

‘Min Li hemberî tacîzê nerazîbûn nişan da’

Şebnema 32 salî ku nexwest navê xwe yê rast bibêje li nexweşxaneya Serdeştê kar dike, diviyabû her roj wê benda kontrolê derbas bike, ji ber ku nexweşxane 500 metre ji cihê kontrolê dûr bû der barê ezmûna xwe ya li bendên kontrolê de wiha got: “Ez her roj ji bendên kontrolê derbas dibûm, di hefteya yekem de nêzî cihê ku her car li radiwestiyam, sekinîm. Rojekê di dema girtina belgenameya wesayîdê de, bi zanabûn destê xwe li destê min da, min jî nerazîbûn nîşan da.”

‘Piştî ku nîv saet dan sekinandin gotin mafê rêwîtiyê tune ye’

Sîmaya 22 salî ku nexwest navê xwe yê rast bide li gel komek havalên xwe plan kiribû ku biçin derveyî bajar. Nêzî nîvsaetê li benda kontrolê hatin sekinandin û wiha behs kir: “Ez û sê havalên xwe yên din em ê biçûyana ‘Bêwara’ li riya Beyran, em hatin sekinandin û du pasdaran serê xwe xistin nava wesayîdê ji bo bibînin hicab li serê me ye yan na û ji me re gotin hûn agirê şer in, piştî kontrolkirina belgeyên wesayîdê, rê nedan em derkevin derve û min xwest telefonê ji bavê xwe re vekim lê belê rê nedan. Piştî ku em nîv saet dan sekinandin, gotin hûn dikarin vegerin, mafê we yê derbasbûnê tune ye.”