‘Bi rihê Arîn û Rêvanan em ê bibin fedaiyên keleha berxwedanê Kobanê’

Jinên navçeya Til Temirê gotin ku ew ê li dora keleha berxwedanê xelekeke ji agir çêbikin û bi ruhê Arîn û Rêvanan wê biparêzin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Kobanê ya rêxistina dijminê jinan DAIŞ’ê êrişên mezin li ser pêk anî û xwest bi hemu hêza xwe Kobanê dagir bike, piştî 134 rojên berxwedanê bi hezaran destan nivîsandin û di 20’ê Çileya 2015’an de mizgîniya rizgarkirina xwe da çar aliyên Kurdistanê û tevahî cîhanê. Kobaniya ku yekem car di dîrokê de Kurd kirin yek li dijî polîtîkayên dewleta tirk û hevkarên wê berxwedaniyeke dîrokî ku bi navê berxwedana sedsalê hat bi navkirin, dan meşandin. Li her quncikek wî bajarî bi dehan ciwanên ku ji Kurdistanê berê xwe dan Kobanê û negihîştin dilopekê ji ava wê vexwin canê xwe ji dest dan.

Jinên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê gef û êrişên dewleta Tirk ê li ser Kobanê dixwe nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin “Em ê li dora keleha berxwedanê kelehek ji agir çêbikin û bi ruhê Arîn û Rêvanan wê biparêzin.”

‘Em ê rûmeta xwe biparêzin’

Edla Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha behsa kiryarên dewleta tirk li dijî gelê Kurd, ziman û çanda kurdî kir: "Bi ya dewleta tirk be wê navê Kurdan ji nexşeya cîhanê rabike. Zimanê Kurdî qedexe dike, jin û zarokên me dikuje. Dewleta tirk naxwaze Kurd bibin xwedî statu di Kurdistan û cîhanê de. Ruxmî xeteriyên heyî û gera balafirên şer li ser me lê em her dem hazir in û em zeyîf nabin. Em hazir in ku axa xwe biparêzin û were xwestin jî em ê berê xwe bidin Kobanê warê rûmetê, rûmeta xwe biparêzin. Dijminê me dijminekî xedar e lê em jî îro xurt in û jê re hazir in. Rast e barê me giran e lê em li gorî giraniya wê ne jî."

‘Dilê bi milyonan ji bo Kobanê diavêje’

Edla Ehmed ji gelê Kobanê re got ku hûn ne bi tenê ne û wiha domand: "Em Kobanê bi tenê nahêlin, êrîşek çêbibe em jê re hazir in ku berê xwe bidin Kobanê û parastina wê bikin. Dibe ku em dûrî hev bin lê dilê me yek e û bi hev re hildiavêje. Çav û guhên me li Kobanê ye. Kobanê îro ne bi tenê ye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû Kurdistan û cîhan îro ji bo Kobanê dilê wan diavêje."

‘Di bin her dîwarekî Kobanê de cenazeyên cangorî û gulîmoran hene’

Rewandoz Dawûd jî jineke ji Efrînê ye wiha dibêje: "Em ji gefên dewleta tirk natirsin, di berdêla parastina axa xwe û hebûna xwe ya li vir de me gelek can û gulîmor kirin qurbanî. Divê ku dijmin ji berxwedaniya Kobanê ders girtibe ku careke din çavên xwe bernedê. Li her bostek, di bin her dîwarekî Kobanê de bi dehan cenazeyên şervanên me yên ku canê xwe ji dest dane hene. Arîn Mîrkan sembola jinên Kurd a wêrek ku bi çalakiya xwe ya fedayî li cîhanê deng veda. Heya nefesa dawî jî em ê li gel jinên Kobanê û berxwedaniya wan bin. Em ê çek rakin û li kêleka gelê xwe yê berxwedêr bisekinin û rûmeta xwe biparêzin."

‘Îro bi hezaran Arîn û Rêvan hazir in ku keleha berxwedanê biparêzin’

Rewandoz Dawûd da payin ku tişta ku DAIŞ nikaribû bike dewleta tirk dixwaze bike û wiha pêl da gotinên xwe: "Dema ku navê DAIŞ'ê li cîhanê tê bihîstin av di çeman de diçike, ji ber xeter in û hemû cîhan jî vê dizane. Lê em ji bîr nekin ku ev çeteyên hov bi hêz û pêşengiya jinên azad wekî Arîn Mîrkan û Rêvanan têk çûn û destpêka hilweşîna xîlafeta wan bi destên van jinan bû. Dewleta tirk jî nikare êrîşeke wiha dubare bike, ji ber dem ne dema berê ye. Pêşketina jinan ji dewleta tirk re dibe wekî metirsiyê, ji lewre îro ew har û dîn bûye û dixwaze Erdogan jî ew e ku jin vegerin serdemên cahiliyetê. Rast e Arîn û Rêvanê xwe feda kirin lê îro bi hezaran Arîn û Rêvan amade ne careke din dîsa keleha berxwedanê biparêzin."