Amîne ya Hewremanî: Dewleta Îranê ava me qût kir, dar hişk dibin

Bajarê Nudşe yê Hewreman ku bi baxçeyên xwe yên gûz û hinaran tê nasîn, çavkaniya herî mezin ya dahata wê çandiniye. Cotkar Amîne Mehmûdî diyarkir ku dewleta Îranê avê qût kiriye û ji ber vê jî darên wan hişk dibin û tine dibin.

SARA GHAFOORÎ

Nudşe- Li herêma Hewreman ya Rojhilatê Kurdistanê ku xebatên çandinî û xweşiktiya bê hempa digre nava xwe tê zanîn, her cûrê berhem tê hilberîn.   

Li Hewreman gel di qadên çiyayî de, dahata xwe bi çandinî û lawirvaniyê pêktîne. Xaka bi berhem ji ber li newal û berwarên xwehr de cih digre, cotkar van qadan rast dikin û lê çandiniyê dikin û ji bo avdana baxçeyên xwe kenalên avê çêdikin. Bi taybet bajarê Nudşe ya li herêma Hewreman, bi darên xwe yên gûz û hinaran bi nav û deng e. 

Lê belê dewleta Îranê, ava ku diçe baxçeyên gûz û hinaran yên li bajarê Nudşe qût kir, ev av berdane  gund û bajarokan û weke ava vexwarinê dest bi karanînê kirin. Ev rewş li herêmê rê li ber krîza avê diveke. 

Bi çandiniyê dahata xwe dikin

Amîne Mehmûdî ku li Nudşe xwedî baxçeyên hinaran e, diyarkir ku êdî nikare baxçeyê xwe av bide. Amîne Mehmûdî ya 75 salî û beriya 25 salan hevjînê xwe winda kiriye, 8 zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kiriye.  

Amîne Mehmûdî diyarkir ku bi salane bi çandiniyê dahata xwe pêktîne û got: “Ez gelek xebitîm, min zarokên xwe mezin kir. Zarokên min bûn kehrebevan û di înşeatan de dixebitin. Bi kurtasî, ez di nava zorî û zehmetiyan de hatim vî temenî û min karek ku jê şerm bikim nekiriye. Min nanê xwe bi keda xwe qezenc kir.”  

Dewleta Îranê ava diçe baxçeyê wan qût kir

Amîne Mehmûdî anî ziman ku karê hinaran dike û bi firotina hinaran dahata xwe pêktîne û wiha got: “Dewleta Îranê ava baxçeyên me qût kir. Ne avê cardin dide, ne jî bi me re dibe alîkar em çandiniyê bikin. Ava baxçeyên me dibin gundan û ziyanek mezin didin darên me. Dema em  av nedin daran hişk dibin û tine dibin.”