25 sal in ji giyayan dermanan çêdike

Çanda çêkirina dermanên xwezayî ango tiba xwezayî ku xwe dispêre îcad û afirîneriya jinan, heta roja me ya îro jî xwe diparêze. Şemsê Mislim a 70 salî yek ji jinên ku heta roja îro dermanên xwezayî bikar tîne ye.

25 sal in ji giyayan dermanan çêdike

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Di serdema jin-xwedawendan de peydakirin, çêkirin û afirandina hemû pêwistiyên jiyanê ji aliyê jinan ve pêkhatin, şop û kenveşopiya xwe heta roja me îro berdewam dike. Ji bo vê jî em dibînin ku heta niha bi taybetî bikaranîna Tiba Xwezayî gelek navdar e di civakê de û baweriyeke xurt pê heye.

Yek ji berhemên bi nirx û bi sûd ku xwe dispêre çanda dayîksalar, çêkirin û bikaranîna dermanên xwezayî ye. Ev çand heta roja me ya îro li pêş e ku jin xwezayê di afirîneriyên xwe de bikar tînin û weke dermanekî ruhî, derûnî û xwezayî ji bo mirovahiyê bi kar tînin.

Li navçeya Qinê ya bajarê Kobanê li kantona Firatê, Şemsê Mislim a 70 salî 25 sal in jiyana xwe bi vî karî derbas û dibêje ku karekî pîroz e. Şemsê jineke xwînşêrîn, bi deq û çavkildayî ye ku ji bo gelek nexweşiyên jinan, ciwanan û zarokan derman ji giha, çîçek û madeyên xwezayî diafirîne. Ji bo ber ku ji mêj ve dermanên xwezayî çêdike û milet sûd jê digre, êdî tê nasîn û ji her derê jin berê xwe didin ba  wê. Şemsê jineke wisa ye ku di tûrikên xwe de îcad, ked û afirîneriyan xwe hemû kom kiriye û bê bedel pêşkêş dike.

‘Di afirandin û dermankirina nexweşiyan de bijîjeke xwezayî ye’

Şemsê Mislim a bi eslê xwe ji gundê Qoşlî yê li Rojhilatê Kobanê ye, wiha dibêje: “Ez xwe di çêkirina derman û dermankirina gel de  weke bijîşkeke tiba xwezayî dibînim. Beriya 25 salan min dest bi vî karî kir ku cîraneke me ev kar dikir û min jî xwest ez xwe fêr bikim da ku xizmetê ji bo civaka xwe pêşkêş bikim û destên min bibin derman. Ez di gelek mijaran de serwer im, dermanan ji bo ducanîbûnê, zerikê, poçik, bawesîr, qefirxan, êşa serî, navik, loran, kolon, êşa made, çong û piştê û hwd. Ji bo gelek nexweşiyan ez enerjî û baweriya xwe bi kar tînim lê zêdetir dermanan ji giha û xwezayê diafirînim. Gelek gihayan bi xwe kom dikim û yên li herêma me jî dernakevin, ji deverên din dixwazim. Di tevahiya 25 salan de, heta niha kî hatiye gel min rehet bûye û sûdê girtiye.”

‘Tiba xwezayî naskirin û famkirina xwezayê ye’

Şemsê bi van gotinan pênaseya tiba xwezayî kir: “Tiba xwezayî tê wateya naskirin û famkirina xwezayê, di serdemên berê de jinan li gorî pêdivî ango nexweşiyên ku derdiketin giha kom dikirin û derman diafirandin. Dema ku tiştek bi zarokên wan dibû, jinan berê xwe didan zozan, gelî û newalan û gihayên cur be cur kom dikirin, derman ji wan çêdikirin. Em niha heman tiştî dikin, xwezayê di dermankirina mirovan de bi kar tînin. Gelek zarok û jin piştî diçin bijîşkan û dermanên kîmyewî bikar tînin, baş nabin. Ez dibînim tên gel min û bi carekê baş dibin.”

Şemsê Mislim bal kişand ser bandora madeyên kîmyewî û got: “Ez kilê sibhanî bi destên xwe çêdikim, ev kil ji bo hesasî û nexweşiyên çavan gelek baş e û rehet dike. Em dibînin a niha kilên cur be cur hene lê ev kil bi demê re çavan xirab dikin û bijangan diweşînin. Aleternatîfa vî kilî, kilê sibhanî yê ji madeyên xwezayî çêdibe. Ez çêdikim, hem li çavên xwe didim hem yên ku ji min dixwazin didim wan.” 

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.