Ji kevintirîn gundên Aşûriyan: Til Nesrî

Gelek Aşûrî ji ber komkujiyên Osmaniyan li ser wan de pêk dianîn, ji Colemêrgê ber bi çemê Xabûrê ve hatin, gund ava kirin. Yek ji wan gundên herî navdar gundê Til Nesrî ye ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve Dêra wê hatibû teqandin û gund hatibû rûxandin, niha bûye strageha koçberên Efrîn, Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê.

 
SORGUL ŞÊXO 
Hesekê- Gundê Til Nesrî ango bi zimanê aşûrî (Walto) yek ji gundên Aşûriyan e li Navçeya Til Temirê, li qiraxa çemê Xabûrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve. Li gorî Aşûriyên ku ji me re dibêjin, Til Nesrî ji bedewtirîn gundên Aşûriyan e. Yek ji ber ku çandiniya wê li pêş bû, darên henar, tû û hemû rengên fêkî û zebzeyan lê diçandin û berhemên wê ji Heleb û Qamişloyê re dihatin şandin. A din jî malên wê yên bi qube û zîrekbûna jinan. Hemû Aşûriyên ku li Sûriyeyê dijîn, dihatin serdana gundê Til Nesrî dikirin, bi meqseda bêhnvedanê bistînin û li xweşikbûn û ava wê mêze bikin. Ji ber ku gund li qiraxa çem bû hemû kesên ku li wir dijin û serdan dikirin di Xabûrê de, avjenî dikirin.
Ji Colemêrgê ber bi Xabûrê ve
Dîroka Til Nesrî vedigere sala 1935'an. Wê demê gund ji çend xaniyên bi ax ên qubeyên Aşûrî ku herî zêde ev şêwaz li Iraqê tê dîtin, hatiye avakirin. Aşûriyên ku ji Til Nesrî wê demê dest bi jiyanê kirin, ji herêma Colemêrgê ku li Başûrî Tirkiyeyê ye, hatibûn koçberkirin. Til Nesrî gundekî navdar e û heya niha jî çavkaniya werzîşê li Kantona Hesekê ye. Ji tîma biskilêtên jinan bigre heya tîma voleybola wan ku li ser asta welatê Ereban, gelek xelat girtine. Yek ji sembolên gund lîstikvana bi navê Îştar Odîşo ye ku di avêtina gogê de şampiyona komarê ye û di cîhana Ereb de, ya duyemîn bû. Lê hemû wêne û bîranînên wê tîmê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin şewitandin.      
Dêra Meryem El-Ezra ya Til Nesrî yek ji kevintirîn dêrên li Sûriyeyê ye ku di sala 1934'an de hatiye avakirin. Her wiha bi şêwazeke nûjen piştre hatiye sererastkirin û di 2005'an de jî hatiye vekirin.
Til Temir Paytexta Aşûriyan bû 
Til Temir paytexta Aşûriyan bû lê bi destpêkirina şerê Sûriyeyê, êrîşên Cebhet El-Nursa, DAIŞ û îro dewleta tirk a dagirker, tenê 900 kes lê mane û dibe ku wiha kêmtir bibe. Ger ku dewleta tirk êrîşên xwe berdewam bike, ji ber ku ji gelê Kurd û Ereb zêdetir xetere li ser hebûna gelê Aşûrî heye. Bi taybetî Til Nesrî ku ji 1500 kesî pêk dihat lê niha tenê çend mal ango kes lê dijîn.
Dêra Til Nesrî ku di cejna Meryem El-Ezra de bi hezaran aşûriyên bajar û gundan lê diciviyan, di 7'ê Adara 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, hat teqandin. Piraniya gundên ku ketin destên çeteyan wê demê, dêrên wan ku vedigeriyan salên 30'î hatin teqandin. Bi vê teqandinê tawanên xwe yên li dijî mirovahiyê û exlaq û rêzgirtina ji netew û rûmeta ola wê re, dan der.  
Ev bû, diyariya DAIŞ’ê ji Aşûriyan re
Di wê rojê de çeteyên DAIŞ’ê gotin: “Em ê di cejna Meryem El-Ezra de diyariyekî diyarî gelê Aşûrî yê ku li qiraxa çemê Xabûrê dijî, bikin. Her kes ji vê gotinê ango ji vê peyamê bi guman bû. Her Aşûriyek dihizirî ka wê çeteyên DAIŞ'ê çi bikin û ev çi diyarî ye. Lê Aşûriyan roja 7'ê Adara 2015'an, bi dengê teqandina Dêra Meryem El-Ezra ya Til Nesrî çavên xwe vekirin. Yekem gotina ku bihîstin teqandina dêrê bû. Dêrê cihekî xwe yê girîng û ruhî di dilê Aşûriyên Xabûrê de çêkiribû. Di Sibatê de jî Dêra gundê Til Hurmiz a dîrokî ku ji kevintirîn dêrên li Sûriyeyê bû, şewitandin û teqandin.
Şande daxwaza serdana wê dikin
Dêra Til Nesrî teqandin lê sûrên wê hîn li ser xwe ne û zingilê wê li erdê ye. Çi şande derbasî navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya li Herêma Cizîrê dibin, daxwaza serdana wê dikin. Ji ber ku ew ji kevintirîn Dêrên li Sûriyeyê ye her wiha sûr û hilweşîna wê şahidiya hovîtiya hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê dike.
Bû starageha koçberan  
Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêma Efrînê, bi hezaran malbat neçar man ku ji ber top û tangan koçber bibin. Ji ber Aşûriyên ku êşa koçberiyê jiyabûn, 138 malbatên Efrînî hembêz kirin û ew li gundê Til Nesrî bi cih kirin. Di heman wextê de jî koçberên ku ji Serêkaniyê û gundewarên wê neçarî koçberiyê bûn, di 9'ê Cotmeha 2019'an de dîsa li wî gundî bûn mêvan û wî deriyê xwe ji koçberan re vekir. Niha li Til Nesrî koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û gundewarên wê û gundên girêdayî navçeya Til Temirê, hembêz dike. Lê ne tenê ew gund, Aşûriyan tevahî gundên xwe ku ji 32 gundan pêk tê, ji koçberan re vekirin. Gund têra koçberan nekirin, li şûna malan ji xwe re kon vedane. 
Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê re, metirsiya li ser hebûna gelê Aşûrî ku berî niha bi 80 salî stargeh û paytexta wan bû, heye. Heya ku rewşa şer hebe, Aşûrî nikarin vegerin jiyana xwe ya asayî û ji nû ve, gundê xwe ava bikin. Aşûriyên Til Temirê bi hevpeymanên navdewletî û herêmî yên qirker e, rû bi rû ne.