Şeyê hiriyê

Şeyê hiriyê telaşek rast ê situr, di beşa serî de du rêzên têlên hişk ku bikare xwe li ber şekirina heriyê bigirin li ber hev rêzkirî ne. Di navbera wan de jî darek gilover ê bi qasî du tiliyan situr heye. Hiriya ku bi ser her du didanê şe de tîne toza wê dirije ser wî darê navberê. Dema şekirina hiriyê diqede, şe radikin ser kêlekê ew toz hemû dirije erdê. Di binê telaşê şe yê hiriyê de du darikên weke ling jêre hatîn çêkirin û hinek ji erdê radike hene. Ew alîkariyê dide şeşkinan. 
Jinên şe dişkinin lingek xwe dixin ber xwe yê dinê jî dirêj dike li ber aliyê dawiya şe de û ji şe re dike pal ji bo neşemite. Bi wî awayî zenden xwe radike û du baskan dike destê xwe û li ser didanê şe de dibe û tîne heta xweşik helu dibe. Heta ji bo rêsanê hêsan dibe, paşê dike bask û ji bo rêsanê dide ser teşiyê.