Yek ji rengên şahiya Til Temir berhemên Rojîn ê ne

Rojîn Mihemd a 16 salî ku bi tiliyên xwe yên nazik du wêneyên xweşik çêkiriye, tevlî şahiya 8'ê Adarê a li Til Temirê bûye. Rojînê da zanîn ku wê cara yekemîn berhemên xwe pêşkêş dike û bi vê yekê gelekî dilşad e.

SORGUL ŞÊXO 
Hesekê - Li hember hemû zor û zehmetiyan jin bi huner, xwestek û hezkirina xwe her afrîner e. Rojîn Mihemed a ku ji navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê, ji zaroktiyê de bi hezkirina çêkirina wêneyan mezin dibe. Her wiha îro yekem car e di pîrozbahiya 8'ê Adarê de bi berhemê xwe tevlî şahiyê dibe. Di derbarê vê mijarê de jî Rojîn Mihemed bi çend kêliyan, rêwîtiya jiyana xwe bi mere parve kir.
Bi hezkirina xêzkirina wêneyan mezin bûm
Rojînê wiha dest bi vegotina rêwîtiya jiyana xwe dike: "Ji zaroktiyê de ez bi hezkirina çêkirina wêneyan mezin bûm. Gelek caran min dixwest ku xweza, jin û hemû kesên derdora xwe li ser rûpeleke spî xêz bikim. Min gelek caran wêne çêdikirin, lê min nedieciband, ji lewra diqetand. Ji bo wê jî da ku ez hîn bêtir di xêzkirina wêneyan de pispor bim, min her wêneyên ku çêdikir dûbare dikir. Ji ber wê dema ku di 10 saliya xwe de dest bi çêkirina wêneyan kir, herî zêde dayik û bavê min piştgiriya min kirin û xwestin ku ez li peyî xeyalê xwe bikevim. Armanca malbata min ji vê piştgiriyê ew bû ku ez wekî zarokên din bê armanc û huner mezin nebim."
Min ji navên Kurdî dest pê kir
Rojîn diyar kir ku ew xêzkirina wêneyan  bi navê kurdî destpêkiriye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Wêneyên ku min çêdikir, min hez nedikir ku ew wê pêşkêşî tu kesî bikim. Min ji xwe bawer nedikir ku ez bikaribim tu wêneyê xweşik çêbikim. Lê roj derbas bûn û asoyên min yê hizrandinê fireh bûn û min nerîna xwe guherî. Min ji xêzkirina navên kurdî û dibistana xwe dest pê kir û ez peyî wê çûm û dewam kir."
Yekem car berhemên xwe pêşkêş dike
Rojîn got ku bi pêşandina berhemên xwe xewna bapîrê xwe pêk anî  û wiha pêl da gotina xwe: "Berhemên min her li gel min li malê bûn. Rojekê bapîrê min got ku pêwîste ku berhemên xwe pêşkêş bike, da ku derdor bizanibin ku tu jineke çiqasî zîrekê. Lê min tu carî nedixwest ku vê bikim. Lê piştî ku bapîrê min wefat kir, min xwest ku xewna wî pêk bînim. Ji lewra îro yekem care di 8'ê Adarê de di rojeke pîroz de, min xwest ku berhemên xwe pêşkêş bikim. Min du wêneyên xwe li bin konê pêşandana alavên kevnar de danî ye. Wêneyek yê Rêber Apo ye û yê din jî yê jinekê ye ku bi destekê bi dehan karan dike."
Li peyî xeyalê xwe bikevin
Rojîn herî dawî xeyalên xwe wiha parve kir: "Ez bi hêvî me ku her zarokek li peyî xeyalê xwe bikeve ku pêk bîne. Xeyalê min ew in ku ez di xêzkirina wêneyan de pispor bibim, êşa civak û berxwedana wan xêz bikim û sûdê li civaka xwe bikim."