Serpêhatî û hêviyên jinan bi firçeya xwe nîşan dide

Hunermenda plastîk a Mexribê Hind Hartî, tiştên ku jin dijîn bi wêneyan xêz dike û armanca wê ew e ku ve yekê nîşanî civakê bide.

HANAN HARET

Mexrîb- Hunermenda plastîk a Mexribê Hind Hartî ku beşdarî pêşangeha têkel bû, jiyana jinan bi wêneyên xwe xêz dike. Hind Hartî di pêşangeha hunerên plastîk a li bajarê Kazablanka yê Mexribê bû, diyar kir ku pêşangeha di navbera 18-25’ê Adarê de hatiye lidarxistin di çarçoveya Roja Jinan a Cîhanê de pêk hatiye û gelek hunermendên jin bi wêneyên ku bi şêwaza xwe îfade kirinê amade kirine tevli peşangehê bûne.

Hesretên jinan xêz dike

Hind Hartî diyar kir ku wêneyên hunermendên ku tevli pêşangehê bûne hestên cuda yên jinan digrin dest. Hind Hartî ku wêneyê bi navê "hêvî" ku jineke di destê wê de çira heye xêz kiriye û wêneyê bi navê "Solfejyoya Jinê" ku jin di şiklê kemanê de xuya dike jî di nav de bi 5 wêneyan tevli pêşangehê bû, da zanîn ku bi van wêneyan hewl dane xwestek û hesretên jinan ên ji bo pêşerojê îfade bikin.

'Ez hêza jinan nîşan didim'

Hind Hartî destnîşan kir ku wêneyên ku mijara jinan digrin dest îfadeyek serpêhatiyên wan ên şexsî ne û wiha got: "Jin afirînerên bedewî, jiyan û hêviyê ne, ji ber vê yekê dema ku ez wan di wêneyên xwe de bi cih dikim, wekî ku jinek îzolê nabe, di nava jiyanê de û bihêz e nîşan didim. Jinên di roja me ya îro de di civakê de gelek rolên wan hene ji bilî dayik û perwerdekar, jin di gelek qadan de dixebitin, serkeftî dibin û xwe îsbat dikin."

'Min di zarokatiya xwe de dest bi çêkirina wêneyan kir’

Hind Hartî der barê serkeftina xwe ya di hunerên plastîk de wiha got: "Ez ji zarokatiya xwe ve girêdayî hunera wêneyê bûm û min jêhatîbûna xwe ya di warê çêkirina wêne û bikaranîna firçeyê de ferq kir. Dema ku min li dibistana amadeyî dixwend çûm kursên hunerê û li ku bim bila bim, min xêz dikir." Hind Hartî diyar kir ku bi vî awayî xebatên xwe berdewam kiriye û perwerdeya li ser lîsansê girtiye û xwe bi pêş xistiye.

'Ez hêza xeyalên xwe bi kar tînim'

Hind Hartî li ser atmosfera ku wêneyên xwe çêdike axivî û wiha got: "Dema ku hestên min dikevin nava tevgerê wêne çêdikim. Dema ku di hişê min de fikir çêdibin, ez bi fikr û boyaxê, afrîneriya hêza xeyalên xwe serbest berdidim. Ez carna xewn û rastiyê di nava heman mijarê de bi kar tînim. Heman mijar e. Bi giştî ez bûyerên dilgeş û xemgîn bi rengan dixemilînim. Ez bêyî ku destpêke bifikirim û bi îlhamên vê demê wêneyên xwe çêdikim.”