Sara Hamout jinên Afrîqî li ser tabloyên mozaîkan nîşan dide

Hunermenda plastîkê Sara Hamout, hunera mozaîkê ji bo xwe wekî cîhaneke taybet a ku bi wê re dixwaze xwe bi pêş bixe û hestên xwe yên jinane derbixe holê, dibîne.

Rabea Khris

Cezayîr- Hunermenda plastîk a Cezayîrî Sara Hamout destnîşan kir ku huner bi demeke diyarkirî re sînordar namîne û teqez kir ku ew bi hunera xwe kevneşopî û modernîteyê tîne gel hev.

Hunermenda plastîk Sara Hamout ku di 40 saliya xwe de ye, der barê pîşeya xwe de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wê di sala 2012'an de dest bi pêkanîna pîşeya xwe kiriye û li ser gelek projeyan kar kiriye, ji wan xemilandina tiştên mala xwe û piştre jî di astek bilind de hunere xwe afirandiye û pêş xistiye.

"Tabloyên min jinên Afrîqayê îfade dikin"

Sara Hamout wiha besa hezkirina xwe ya ji hunera mozaîkê re kir: "Hunera mozaîkê ne tenê jêhatîbûnek e, ji bo min wekî cîhanek taybet e û ez hewl didim vê pîşeyê di asteke herî bilind de bi pêş bixim, ji ber ku ev pîşe rê li pêşiya min vedike, ez bi wê dikarim hestên xwe der bikim bêyî ku biaxivim. Ez vê pêşeyê wekî hevala xwe dibînim ku di demên zehmet de piştgiriya min dike." Her wiha sara Hamout bal kişand ku tabloyên wê hestên jinan bi awayekî herî zelal û bêhempa vedibêjin û hestên hezkirin, hêvî û bendewariyê derdixin ber çavan.

Hunera Mozaîk digihîje serdema Sumeran

Hunera mozaîk yek ji kevintirîn hunerên wênekêşiyê ye û vedigere serdema Sumeran, ev huner ji bo çêkirina kubeyên biçûk e ku di xemilandina dîwaran de tên bikaranîn, ji bo çêkirina van tabloyan melzemeyên curbecur wek kevir, metal, cam, kevirên ku ji deryayê derdixin (sedef) bi kar tînin.

"Gelek tabloyên min mijarên jinên Afrîqayê vedibêjin"

Sara Hamout diyar kir ku ew di tabloyên xwe de jinên Afrîqayê vedibêje û wiha bilêv kir; "Jinên Afrîqayê ji bo min mijareke pir girîng e ku ez her dem dixwazim ve mijarê parve bikim û gelek tabloyên min bi wan rengên geş û cil û bergên wan ên xemilandî tên nîşandan, hemû karên ku ez di vê çarçoveyê de pêşkêş dikim ew e ku daxwazên min ên ji bo jinan jiyana bi azad û kêfxweşî bijîn, nîşan didin."

Sara Hamout teqez kir ku destpêka xebata wê ya hunera mozaîk bi xwe di warê derûnî û manewî de piştgiriya xwe dikir û wiha pêde çû: "Di destpêkê de min xwe teşwîq dikir ku xwe di warê hunerî de bi pêş bixim û min xwe sipart hêza xwe û di vî warî de perwerde kir piştre jî ez tevlî komeleyek Fransayê bûm da ku pîşeya xwe bihêz bikim û xwe bêtir bi pêş bixim."

"Jin di warê hunera mozaîk de afirînertir in"

Sara Hamout der barê peyama xwe ya ku bi riya xebatên xwe yên hunerî dixwaze bigihîjîne her kesê de destnîşan kir ku di berhemên wê yên hunerî de jin, aştî, azadî û xweza tên îfadekirin û di heman demê de ew di mozaîkên li ser cam û eyneyan û çêkirina mucewheratên nûjen bi mozaîkan re dixebite.

Sara Hamout dixwaze ku kargeheke taybet ji bo hunerê ava bike, tê de qadeke berfireh a perwerdeyê di warê hunera mozayîk de were vekirin û da zanîn ku wê di sala 2016'an de dest bi perwerdekirina jin û keçan di warê hunerî de kiriye û pir kesan ji vê yekê hez kirine û tevlî perwerdeyê dibûn. Her wiha Sara Hamout di wê baweriyê de ye ku jin di warê hunerî de afrîner in û bi rêjeyeke bilind di vê qadê de kar dikin, ji ber ku jin bi gelemperî afirînertin in.

Beşdarbûna pêşangehan

Sara Hamout beşdarî gelek festîval û pêşangehan bû, di nav wan pêşangeha ku di Cotmeha 2019'an li Otêla Sofitel li Cezayîrê  hatibû organîzekirin hebû. Her wiha di 21'ê Kanûna 2019'an de hebûna xwe di yekem pêşangeha micewheratên bêhempa de îsbat kir, di heman demê de ew beşdarî pêşangeha bi sernavê "nêrîna femînîst" (nezra nesewiyê) ku ji aliyê Mihemed Resam û bi hevkariya Komeleya Hunerî ya Jinan a Cezayîrê, bi serperiştiya Weqfa "Huner û Çandê" hat organîze kirin bû.