Salîha Keleş 25 sal in peykeran çêdike

Salîha Keleş 25 sal in peykeran çêdike û amûrên çanda folklorî ku temenê wan ji 100 salan zêdetir e di mala xwe de dihewîne. Her wiha baldariyeke pir mezin li muzexaneya di mala xwe de dike û bi xebata xwe kefxweşiya jiyanê bi lêv dike.

ROJ HOZAN

Qamişlo-Dema em dibêjin jin parezvanên çand, dîrok û folklora civakan in, ev axaftin ne ji valahiyê tê gotin û mînaka wê jî jina bi navê Salîha Keleş e. Salîha Keleş bi temen 50 salî ye li Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Salîha ev 25 sal in peykeran tevî hevjînê xwe çêdike û li kêleka wê jî amûrên folklorî vedide û hem jî baldariyeke wê ya pir xurt ji xwezayê re heye. Dema mirov derbasî mala Salîhayê dibe bayê hûnik ji kelegerma havînê ji ber hêşînahiya wê ya ku çandiye li rûyê mirov dixe. Wekî din mirov di nava dîroka çanda gelan û heybeta peykerên jinan de yên ku Salîhayê bi destên xwe çêkirine de digerîne. Armanca Salîhayê bi vê xebatê ne ew e ku meşhur bibe yan jî pere qezenc bike tenê ew hezkirinên xwe û hevjînê xwe ji dîrokê re bi cih tîne. Salîha Keleş qîmetê dide hemû çand û nirxên gelan ji bo wê li kêleka çanda Kurdî, çanda Ereb û Xirîstiyanan jî li gel xwe dihewîne. Têkildarî naskirina Salîha Keleş û muzexaneya di mala wê de li gel wê ji me re xebatên xwe vegot.

Me her dem ji dîrokê û çanda folklorî hez dikir û diparast”

Saliha Keleş behsa hezkirinên xwe ji bo çêkirina peykeran û vedana folklora dîrokî kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Destpêkê ger mirov ji karekî hez neke nikare bigihîjîne serî ya girîng ew e mirov ji xebata xwe hez bike û tê de bi pêş bikeve. Berî 25 salan min û hevjînê xwe dest bi çêkirina peykerên dîrokî kir ji ber me ji dîroka xwe hez dikir û me dixwest em çanda berê ya kevnar her dem biparêzin. Li kêleka çêkirina peykeran me amûrên folklorî jî vedan û hem jî baldariyeke me ya pir xurt ji xwezayê re jî heye. Ez û hevjînê xwe di gelek xalan de fikir û hezkirinên me nêzî hev bûn ji bo wê me heya roja îro ev kar hevbeş daye meşandin. Di nêrîna me de ev karekî herî pîroz e ji ber ku dema çand û xweza li cihekî tune be ew der bêwate ye. Ev yek derûniya me pir rehet dike û jiyana me xweş dike ji bo wê em bi karê xwe serbilind û cihê kêfxweşiyê ye dema hinek mêvan tên wisa li mala min digerin û ji xwe re li vê muzexaneya dîrokî temaşe dikin.”

“Temenê amûrên dîrokê ji 100 salan zêdetir e”

Salîha bal kişand ser rêbazên çêkirina peykeran û anîna amûrên folklorî ji bo mala xwe û wiha domand: “Di mala min de amûrên folklorî hene temenê wan vedigere beriya 100 salan û zêdetir me bi xwe jî baldariyeke pir mezin ji hemû cureyên helandinê lêdikir heya gihîştin vê rojê. Di çêkirina peykeran de qalib li gorî şeklan hene, em van qaliban tînin û cebsîn dikin heya çend rojan zuha dibin wisa em derdixin û cihê sekinandina wê amade dikin hem jî li gorî xwe rengê em dixwazin lêdikin. Piranî em vî karî di dema havînê de dikin ji ber ku tav germ e û ji bo zuhaya cebsînê pir baş e. Me nedixwest tenê karê me çêkirina peykeran be lê belê anîna amûrên folklorî yek ji hezkirinên me yên herî girîng bû ji bo wê em pir li deveran geriyan heya me ji xwe re amûrên folklorî kom kirin. Amûrên li gel min peyda dibin wiha ne denê avê yê berê, zembîlên berê, fenerên kevnar, amûrên bêriyê, tapanên palahiyê, destar û gundor. Her wekî din gelek amûrên ku destnîşanî çanda Ereb û Xirîstiyanan jî dikin li gel me hene em cudahiyê nakin navbera tu candên gelan, hemû li gel min pîroz û bi nirx in. Ez van amûrên folklorî piranî ji bazarên kevnare dikirm, dibe li gel hinek malbatan ne bi qîmet in lê ji bo min ew tiştên herî bi qîmet in.”

“Herî zêde ez peykerên jinên kedkar, xwedawend û dayikan çêdikim

Saliha Keleş bal kişand ser çêkirina peykerên jinan û wiha pêde çû: “Di çêkirina peykeran de herî zêde em peykerên jinên xwedawend, kedkar û dayikan çêdikin ji ber di nêrîna me de jin her mîna parêzvanên çanda dîrokî ya gelan tên pênasekirin. Jin bi ax û çanda xwe ve zêde girêdayî ne û tiştên herî pîroz afirandin heya civak li ser piyan hiştin. Îro pêwîst e em qîmeta vê yekê bizanibin û bihêlin ji nifşên pêşiya me re dîrokek hebe û ya ku vê dîrokî jî misoger bike dîsa wê jin be. Di van peykeran de ez wê xweşikbûna jinan jî didim diyarkirin bi rengekî ku xweşiyê bidin çav û mekan. Her wekî din hin jinên navdar ên şaristaniyên dîrokî hene min li ser wan xwendiye û nas kiriye ez peykerên wan çêdikim di vir de ez wê heybeta jinan û pêşengiya wan didim diyarkirin. Li aliyê din jî ez keda jinan derdixim pêş bê çawa li her derê tevdigerin û jiyanê bi xwe re diafirînin. Peykerên em çêdikin ji bo mala xwe em çêdikin û nafiroşin tu aliyan.”

 “Projeyên me hene em dixwazin tiştên ji heriyê jî çêbikin”

Saliha Keleş projeyên xwe yên dema pêş eşkere kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Di dema pêş de projeyên me hene, em dixwazin tiştan ji heriyê jî çêbikin lê heya niha em li ser vê projeyê difikirin ji ber hinekî xebat jê re pêwîst e. Berî em dest bi vê projeya xwe bikin pêwîst e em bizanibin bê herî çawa tê çêkirin, kîjan herî baş e ji bo çêkirina peykeran ji ber gelek cureyên heriyê hene mirov nikare bike peyker. Ger mirov ne baldar be di vî karî de dibe heya çend rojan ew peyker ji ber xwe ve hilweşin, wê demê karê me hemû vala diçe. Ji bo wê em tiştekî nakin heya em baş projeya wê daneynin. Dema me dest bi karê peykeran kir, tecrubeya me çêbû, heya me encam girt. Di dawiyê de ez dixwazim her malbatek di hewşa xwe de şînahiyê biçîne û amûrên kevnar peyda bike derfetên me hene ger mirov hinekî xwe biwestîne. Ji ber ev şînahî pê bajar û gundên me xweşik dibin û feydeyên wê pir bi sûd in, her wekî din em çand û dîroka xwe diparêzin.”