Rêwîtiya Hêza ya Los Angeles û New York ê

Belgefîlma “Hêza” ku di Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Drukê (DIFF) de xelata serkevtî û xelata baştirîn belgefîlmê li Festîvala Bodenê wergirtibû, di Festîvalên Los Angeles de jî xelat girt û dê li New Yorkê bê nîşandan.

Navenda Nûçeyan – Belgefîlma Hêza ya çîroka jinek Êzidî ya di fermana 2014’an de dikeve destê DAIŞ’ê û piştî ku ji destê DAIŞ’ê rizgar dibe weke fermandara YJŞ’ê li dijî DAIŞ’ê têkoşînek bê hempa dimeşîne vedibêje ku bi derhêneriya Derya Deniz hatî mamadekirin di beşa belgeselan a Festîfala Filîman a Boden a Navnetewî de weke belgesela herî baş hat hilbijartin û hêjayî xelatê hatî dîtin, cara duyemîn jî di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Drukê (DIFF) de xelata herî serkeftî hilgirt. Çîroka Hêza di Festîvala Xelatên Fîlmên Jinan ên Serbixwe yên Los Angeles jî xelat girtî dê vêcarê jî di Festîvala Gel a Fîlman a New Yorkê de bê nîşandan.

Belgefîlm çîroka Heza ya jina Êzidî ya ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an li ser Şengalê hate kirin de li ser revandina Heza ji aliyê DAIŞ'ê, rojên dîlgirtî û pêvajoya fermandariya wê ya piştî azadbûnê ye.