Pirtûka “Dîroka Hunerê” li Silêmanî hat nasandin

Sîma Salih bi riya pirtûkek dîroka hunera Kurdi zindî kir û diyar kir ku divê zêdetir girîngî ji vî aliyê re were nîşandan.

Silêmanî - Roja 14’ê Kanûnê li hola Xak a bajarê Silêmaniyê, pirtûka bi navê “Dîroka Hunerê” li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Sîma Salih ve hat nasandin. Merasîma nasandina pirtûkê bi beşdarbûna hejmarek ji wêjevan û şarazayan di aliyê dîrok û hunera Kurd ve pêk hat.

Sîma Salih behsa pirtûka xwe kir û wiha got: “Nêzî salek e ez bi nivîsandina vê pirtûkê re mijûl bûm ji ber wê min gelek lêkolîn kir û her wiha min bi gelek hunermendan re hevdîtin kir ji bo agahiyên rast.”

Pirtûka ji du beşan pêk tê behsa salên 1959-1991’ê dike

Pirtûk ji destpêkê û du beşan pêk tê. Destpêk behsa dîroka bajarê Silêmaniyê dike û her yek ji du beşan behsa serhildana şano û musîqê dike. Sîma di vê der barê de wiha got: “Jiyan wisa ye ku hinek kes bi piştgiriyê dikarin bigihîjin lûtkeya herî jor. Ji bo wê min girîngî daye vê mijarê, ji ber ku di civaka Kurd de kêmtir girîngiyê didin qada huner û musîqê. Li gorî min huner şoreş û peyama gihandina civakê ye. Pirtûka min lêkolînek zanistî ye, behsa salên 1959 heta 1991’ê dike. Destpêka pirtûka min lêkolîna zanîngehê bû, li gel mamosteyên xwe min biryar da vê lêkolînê bikim pirtûk.”