Nûjiyanê bi canê xwe navê xwe diyarî vê axê kir

Nûjiyan di fermanê de ji bo civaka Êzidî hat Şengalê, jin û civaka Êzidî, piştî bêrîkirina 5 salan careke din bi rûkeniya Nûjiyanê ji bo belgefîla Nûjiyan hatin cem hev.

EVÎN ZENDA

Şengal- Her mirovek xwedî rêwîtiyek ya jiyanê ye. Lê hinek mirov hene ku armanc, rêwîtî û jiyana wan naşibe ya her kesê, pîroz, bi nirx û hêjayî tevahî bedewiyan e. Ev jiyan ne pir dûrî çiya û deştên welatê me ye. Di nava wan çiyayan de ruxmê tevahî hovîtiyên dijmin û xayînan keç û xortên dilpola cangoriyên welat û jiyana azad in ji bo ku tevahî jin û civak azad bibin têdikoşîn. Yek ji wan dilêran jî Nûjiyan Erhan e. Nûjiyan Erhan di nava refên azadiyê de weke jinek şoreşger û rojnamevan têkoşiya. Nûjiyan di sala 2014’an de berê xwe da warê pîroz Êzidîxanê û li wir ji bo ku cîhana ji bo fermana li ser civaka Êzidî ker, kor û lal bûye careke din şiyar bike û wijdanê cîhanê bixe tevgerê, yek bi yek çîrokên ferman û berxwedana civaka Êzidî dişopîne û radigihîne.

Belgefîlma Nûjiyan a qala jiyan û têkoşîna Nûjiyan Erhan dike yekemîn car li Şengalê bi eleqedarbûnek mezin hat temaşekirin.

Nûjiyan ji bo civaka Êzidî kedeke pir mezin da

Nûjiyan di aliyekî de, ji bo ferman di tarîtiyê de nemîne, di nava hewldanên pir mezin de bû. Di aliyê din de jî ji bo ku dilopek jî be ji hêviya dilê xwe û rûkeniya rûyê xwe jî li dil û rûçikên jin û zarokên Êzidîxanê zêde bike têdikoşiya. Ji bo wê di nava civaka Êzidî de cihek gelek taybet ê hevala Nûjiyan hebû. Nûjiyan ji bo civaka Êzidî kedek pir mezin da. Lê di 3’ê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrîşên pêşmergeyên Roj (PDK) de di kêliyên şopandina êrîşên pêşmergeyên îxanetkar ên mala Barzanî de bi giranî birîndar dibe û di 22’ê Adarê de li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dide.

Şahadeta Nûjiyanê li ser tevahî gelê Şengalê bandorek pir mezin çêkir lê herî zêde jî jinên Şengalê ji şehadeta Nûjiyanê bi bandor bûn. Dayikên Êzidî ji bo ku navê Nûjiyanê her dem di nava civaka Êzidî de zindî bimîne navê zarokên xwe yên keç kirin Nûjiyan û gelek dayikan jî ji bo kamera û pênûsa Nûjiyanê li erdê nemîne keçên xwe şandin nava xebatên ragihandinê.

Bi çavên Nûjiyanê êş, zehmetî, xweşî û şerê ku gelê Êzidî jiya

Piştî şehadeta hevala Nûjiyan Erhan rêhevalên wê jî ji bo bîranîna Nûjiyanê belgefîlma bi navê Nûjiyan a ku bi çavên Nûjiyanê êş, zehmetî, xweşî û şerê ku gelê Êzidî rastî hatine tîne ziman çêkirin. Belgefîlmê di sala 2019’an ve dest bi amadekariya xwe kiriye û di sala 2021’ê de temam bû. Belgefîlma Nûjiyan ji aliyê derhêner Jînda Asmen, Zinarîn Zinar û lîstikvan Ferîde Zade ve hatiye amadekirin.

Nûjiyan di fermanê de ji bo civaka Êzidî hat Şengalê, îro jî jin û civaka Êzidî ji bo belgefîlma Nûjiyan li gel hev kom bûn. Kombûn li Meclisa Gel a Bajarokê Xanesorê yê girêdayî Şengalê çêbû. Di kombûnê de jinan hestên xwe yên der barê têkoşîn û kesayetiya Nûjiyan Erhan de vegotin û pîştî wê belgefîlma Nûjiyan Erhan hat temaşekirin.

Berî ku belgefîlm bê temaşekirin li ser navê TAJÊ’ê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Sabîha Sebrî û rêhevalên Nûjiyanê der barê jiyan û kesayetiya Nûjiyan Erhan de axivî û diyar kir ku bi saya şerê ku şervanên Rêber Abdulah Ocalan ên ku bi çek, kamera û pênûsa xwe kirin, îro Şengal azad û aram e.

“Nûjiyanê ji bo dermankirina birînên Şengalê berê xwe da vê axê”

Berdevka TAJÊ’ê Sabîha Sebrî bal kişand ser keda şehîd Nûjiyan a ji bo civaka Êzidî û wiha got: “Nûjiyanê ji bo dermankirina birînên Şengalê berê xwe da vê axê, bi rastî jî Nûjiyanê bi ked, têkoşîn û dilê xwe yê mezin birînên jinên Êzidî derman kir. Ji bo jinên Êzidî û civaka Êzidî bi keda xwe û rêhevalên xwe re jiyana nû ava kir.”

Her wiha piştî axaftinan ji aliyê hevrê û şopdarên hevala Nûjiyan ve ji bo bîranîna şehîdan çira hatin pêxistin û belgefîlm hat temaşekirin.

“Nûjiyan di dilê dayikên Şengalê de xwedî ciheke pir mezin e”

Dayê Zozan Simo ya ku keça wê jî di nava kar û xebatên ragihandinê de cih digre, wiha axivî: “Em îro tev ji bo belgefîlma şehîd Nûjiyan li vir amade ne. Em silavên xwe ji malbata Nûjiyanê re dişînin û bejna xwe li ber tevahî şehîdan ditewînin. Nûjiyan ji ber ku bi keda xwe dengê me ragihand cîhanê û zarokên me perwerde kir, di dilê dayikên Şengalê de xwedî ciheke pir mezin e. Em weke dayikên Şengalê heya dawiyê li pey şopa Nûjiyan û rêhevalên wê bin.”

“Em ê ji bo avakirina jiyana nû li pey şopa Nûjiyanê bin”

Nesrîn Hisên ku yek jî keçên Êzidî ye li pey şopa Nûjiyanê li ser axa pîroz a Êzidîxanê kar û xebatên xwe dide meşadin, wiha got: “Hevala Nûjiyan bi îxaneta PDK’ê şehîd ket. Îro weke ragihandina azad em jî her roj rastî zextan tên lê weke jinên Şengalê heya dawî em ê li pey şopa Nûjiyanê bin. Em ê heta avakirina jiyana nû li pey riya heqîqetê bimeşin.”