Moraşîn di 23’yê Nîsanê de cara yekem derdikeve ser dikê
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi ‘Moraşîn’ vegotinên kevnar ên Kurd derdikeve ser dikê, çîrokek bi hêz ya şopên eşq, berxwedan û veguherînê dişopîne.
Navenda Nûçeyan – Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand Huner û Karê Civakî de xebatên xwe dimeşîne, xwe bi berhema nû ‘Moraşîn’amade dike ku derkeve pêşberî tameşevanan. Derhênerê şanoyê yê Îranî Ghotbedin Sadeghî ye, şano nivîsandiye û derhêneriya wê dike. Lîstik, wê di çarçoveya 11’ emîn Mihrîcana Şanoyê ya Naveneteweyî ya Amedê de cara yekem (promoyer) were weşandin. Berhema ku nêzî 50 lîstîkvan û kadroya dansê wê derkeve ser dikê, zimane bi hêz ê sehneyê û performansek bê hempa were pêşberî temaşevanan.
Sadeghi yê ku bi lîstika “Spimend” a bi DBŞT’ê re hatibû naskirin, vê carê bi lîstika “Moraşîn” di 23’yê Nîsanê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê de cara ewil dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Kadroya lîstikvanan
Di kadroya fireh a lîstikvanan de ev nav hene: “Nurşen Adiguzel, Yavuz Akkuzu, Nazmî Karaman, Rêzan Kaya, Leyla Batgî, Omer Şahîn, Sena Ozbey, Erhan Mîr, Mesut Erencî, Şehabettîn Dag, Salih Yildizoz, Şahperî Alphan, Perînaz Delazy, Mehmet Veysî Yoldaş, Eyup Kan, Havva Akçîçek, Şevîn Yel, Sadettîn Înal, Omer Akkan, Halît Aslan, Şiyar Yaşa, Nurcîhan Yilmaz, Gulşen Yaşar û Meryem Turk.”
Her wiha reqsvanên Lîstikên Gelêrî yên KASED’ê jî dê bi performansên xwe li ser dikê bin.
Rîtuelên kevnar
“Moraşîn”, wek adapteyek dramatîk ku ji destana Kurdî ya “Genc Xelîl” hatiye girtin, derdikeve ser dikê. Di çîroka ku bi dûrketina Genco û dergistiya wî Moraşîn a ji ber şer û xizaniyê dest pê dike de; Moraşîn ji bo bighîje yara xwe, bi çil jinên hevrêyên xwe re kincên mêran li xwe dike û dikeve rê. Moraşîn di rê de di heft qonaxên ku bi rîtuelên kevnar hatine hûnandin re derbas dibe.
Ev rêwîtî ne tenê çîroka gihîştinekê ye, di heman demê de wekî vegotineke veguhertinê ya bi rîtuelên kevnar hatî hûnandin, hatiye avakirin. Her qonaxa ku Moraşîn tê de derbas dibe, wekî qada rîtuelek tê pêşandan û têkoşîna karakterê ya hundirîn û civakî kûrtir dibe.
Lîstika ku evîn, fedakarî, berxwedan û hêmanên mîtolojîk li xwe digire, di ser karaktera Moraşînê re cesaret û berxwedana jina kurd dide xuyakirin û bi rêya rîtuelan armanc dike ku di navbera raborî û îro de pireke xurt ava bike.