Mihricana 4’ê Nîsanê bi pêşangehê didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî 15’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ku ji aliyê Qada Perwerdê ve tê amadekirin bi vekirina pêşangehê berdewam dike.

Mexmûr - Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal ji aliyê saziya Perwerdeya Wargeha Penaberan a Mexmûrê tê organîzekirin. Mîhrîcan îsal di 21’ê Sibatê de bi turnovaya futbolê destpêkir û bi vekirina pêşangehê berdewam dike.

Pêşangeh li salona Konferansê ji gel re hat pêşkêş kirin. Pêşangeha ku ji aliyê endamên Atolya Şehîd Delîla û xwendevanên dibistanên Seretayî, Navîn û Amedeyî ve hat amadekirin, bi hunerên destê xwe yên xweşik berhemên xwe pêşkêş kirin. Di pêşangehê de berhemên xwandevanan ên reng û reng, tabloyên ji aliyê endamên Atolya Şehîd Delîla û malên ji axê ku ji aliyê xwandevanan ve hatîn çêkirin hatin pêşkêş kirin. Beşek  ji pêşangehê jî ji bo xwendevanên Navenda Hêvî ya dibistana zarokên xwedî pêdawistiyên taybet hatiye veqetandin.

‘Me bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe naskir’

Berîya pêşangeh were vekirin ji bo tevayî giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin û ji bo axaftina vekirinê endama Atolya Şehîd Delîla Xurbet Tunç axivî û got: “Em wek xwandekarên wargehê û hunermendên wargehê pir bi coş û kelecan in. Wek xwandekarên Atolya Şehîd Delîla bi hunerên cur bi cur û 74 tabloyan 74’emîn salvegera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Îro roja ji dayîkbûna tevayî gelê Kurd û mirovahiyê ye. Ji ber ku me bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe naskir û em ji nu ve ji dayîk bûn. Îro em di pêvajoyekî pir giran de ne, di hemu aliyan de êriş li ser me tên kirin hem di aliyê çandî hem jî hebûnî de em rastî qirkirinê tên. Lê li ruxmê wê em tu caran dest ji çanda xwe bernadin em bi hunerên xwe yên cur bi cur hunera xwe pêşwazî dikin û vê peyamê jî ji dijmin re dişînin, ku tu caran nikare hem çanda me hem jî hebûna me qîrbike. Me bi 8’ê Adarê dest bi biharê kir, bi Newrozê agirê biharê gur kir û bi hatina 4’ê Nîsanê em hatin ber deriyê vejînê. Roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkê li mîmarê azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtiyên zîndanan, li gêrîlayên serê çiyan û tevayî gelê Kurd em pîroz dikin.”

Wê pêşangeh heta 4’ê Nîsanê ji gel re vekirî be û wê sibe danê siharê jî pêşbirkên werzîşî yên di navbera dibistanan de li saha futbolê were li darxistin.