"Mîhrîcan girêdana di navbera gelê suryan de xurt dike"

Kesên ku hunera xwe di mîhrîcana yekem a Suryaniyan de pêşkêş kirine gotin: "Armanca me ji vê mîhrîcanê ewe ku em çanda suryaniyan di nava gel de her zindî bihêlînin."

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Komeleya Çandê ya Suryanî li Sûriyeyê bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê, mîhrîcana Mardotho ya yekemîn ku balê dikişîne ser Çand û Hunera Suryanî  li hola Selam a bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna 4 komên dîlanan hat li dar xistin. Di Mîhrîcanê de şêniyên civaka Suryan,  nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Suryan, Yekitiya Jinên Suryanî, Meclisa Jinan a Sûriyê û Meclisa Leşkerî  ya Suryanî  beşdar bûn. Mîhrîcan du roja dom kir û di mîhrîcanê de komên filiklorî, hunerî, helbest û komên çîrokên kevneşopî hunerên xwe pêşkêş kirin. Di derbarê mîhrîcanê de kesên ku hunerê xwe pêşkêş kirine nêrînên xwe parvekirin.  
"Cara yekemîn mîhrîcana suryaniyan tê li dar xistin"
Hîndekara Koma Dansê ya Suryanî ya Anana ya Civaka Çandî ya Suryanî, Maitha Salîba da zanîn ku pêkhateyên sûryan ew cara ewile ku mîhrîcana hunerî li dar dixînin û wiha got: "Ev yekemîn mîhrîcana çandî ya suryaniyane ku tê li dar xistin û wê ew çand herdem bidome. Di nava mîhrîcanê de me kuncikek weke mozayika suryaniyan ku di hundirê de nêzî 100 alavên kevnar ên dapîr û kalên xwe pêşkêş kiriye. Armanca me ji vê mîhrîcanê ewe ku em çanda suryaniyan di nava gel de her zindî bihêlînin. Mîhrîcana me sê rojan dom kir, me di nava van sê rojan de  stran, huner, lîstok, çîrok û dîroka suryaniyan pêşkêş kir. Me gelek sazî  û dezgehan vexand mîhrîcanê û beşdarbûna wan ji bo me cihê kêyfxweşiyê ye. Armanca me ya esasî jî ewe ku zarokên suryaniyan hînî çanda xwe ya resen bikin."
"Bi hunera xwe pişgiriyê didin gelê xwe"
Her wiha Rahênera Koma Koroyê ya bi navê “Qabri Hayouri” Besîma Hanna ku beşdarî mîhrîcana hunerî bûye da xuyanîkirin ku koma wan ji nû ve hatiye damezrandin û wiha got: "Stranên me tê wateya şaristaniyê, ji ber vê yekê me xwest bi nû kirin û vejînê wan nû bikin da ku em bikaribin bi hunera xwe piştgiriyê bidin gelê xwe. Her wiha strana karaktera kevin  a Suryanî ne, wek (Om Thanprila Othotho, Kori Haminali Leshuno Soryuyo û Kmissori Al-Quli) ne. Ev kom nêzî du salan kar û xebatên xwe didomînin, lê bi awayekî fermi ew bû du meh xwe bi rêxistin kirine. Di komê de 20 kes cihê xwe digirin û hunerên mina stran, filoklor û govend tên pêşkêş kirin. Bedewiya komê me pir rengiya wê tê. Mîhrîcanên wiha girêdana di navbera gelê suryan de xurt dike. Mihrîcana me li ser bingeha ku huner zimanê gelan e û riya herî hêsan e ku danûstandinê raste rast dighêjîne dilê her kesî."
"Bi riya helbestên xwe gelê xwe vedibêje"
Her wiha Helbestvana bi navê Reşa Yûhnna Şemûn ku bi helbestên xwe beşdarî mîhrîcanê bûye hestên xwe wiha parve dike: "Dema ez di dibistana seretayî de bûm, min dest bi nivîsandina helbestan kir. Her ku ez mezin dibûm helbestê min jî zêdetir dibûn û min dixwast ez bibim helbestvanekî xurt. Mirov helbestan nahilbijê re, helbest mirovan hildibijêrîne. Li tevahî cîhanê tişta herî xweş ewe ku tu bi zimanê dayikê çanda dayika xwe binivîsîne. Niha ez li gor hestên xwe gelê xwe vedibêjim. Ez bi du helbestan beşdarî mihrîcanê bûm û helbesta min qala dîrok û şaristaniya Suryaniyan dike."
https://www.youtube.com/watch?v=fttvN7dK3jQ