Lîstika “Aştî ya bi navê Pippa” dê derkeve pêşberî temaşevanan

Meşa aştiyê ya Pippa Bacca ya nîvce ma dê bi şîn û performansên bedenî bi lîstika şanoyê ya bi navê “Aştî ya bi navê Pippa” were lîstin.

Navenda Nûçeyan- Lîstika şanoyê ya bi navê “Aştî ya bi navê Pippa” ya ku Îsmet Çetînkaya nivîsand û Dîlek Yildiz derhêneriya wê dike dê li Stenbol û Enqereyê bi temaşevanan re bicive. Lîstika ku ji aliyê Şanoya Îklîmler ve hat amadekirin dê di 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê de li Enqereyê li Navenda Hunerê ya Duş kapani û li Stenbolê jî di navbera 30-31'ê Adarê de li Şanoya Hunerê ya Altkat û Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Sehneya Ruhî Su bê nîşandan.

Di lîstika yek perde de, armanca çîroka hunermendên performansê yên Îtalî Pippa Bacca û Silvia Moro yên di sala 2008’an de bi cilê bûkanî yê spî ji Mîlanoyê ber bi Tel Avîvê ve meşiya, li Tirkiyeyê bi kuştina Pippa Bacca bi dawî bû, vedibêje.

Meşa nîvcomayî dê bi lorînan li sehne bê pêşkêşkirin

Di lîstikê de, mafdariya Pippa Bacca ya ji bo afirandina hişmendiya aştiyê ya pêşdîtinî ya li hemberî şerên li Rojhilata Navîn hatine destpêkirin tê vegotin. Di heman demê de, çalakiya Pippa Bacca ya ji bo aştiyê, wekî rexnekirina pasîfiya ku tenê di axaftinê de maye, bêbaweriya ajîtîf û bêçaretiya gelan pêşkêş kirin. Lîstika ku bi lîstikvaniya Dîlek Yildiz, Ozgur Akincioglu, Ebrar Melîke Uçar, lorîn û performansên bedenî bê pêşkêşkirin, 60 deqe dê bidome. Bilêtên lîstikê li ser Biletinial.com dikarin werin kirîn.

Pippa Baca kî ye?

Hunermend û aktîvîsta Îtalî Giuseppina Pasqualino di Marineo an jî Pippa Bacca bi navê xwe yê herî zêde tê naskirin, bi hevala xwe ya hunermend Silvia Moro re bi navê "Bûka Aştiyê" ji bo aştiya cîhanê dest bi rêwîtiyek kir. Rêwîtiya wan a ku di 8’ê adara 2008’an de ji Mîlanoyê dest pê kiribû, hat plankirin ji guzergeha Slovenya, Xirwatya, Bosna, Bulgaristan, Tirkiye, Sûriye, Lubnan, Îsraîl û Filistînê, li Tel-Avîvê bi dawî bû.

Lê belê Pippa Bacca di dema rêwîtiya xwe de li Tirkiyeyê nêzî gundê Tavşanlî yê girêdayî Gebzeya Kocaeliyê hat revandin û rastî tecawêz hat, dûre hat qetilkirin. Pippa Bacca û hevala wê plan dikirin ku di nîvê Nîsanê de bigihîjin Qudusê. Di destpêka rêwîtiyê de, li ser malperên înternetê wiha gotibûn: "Yekane cilê ku em ê tevî hemû qirêjiya ku dê di rêwîtiyê de li ser me kom bibe bi xwe re bibin dê cilên bûkan be.”