Li Seyîdsadiq mêhrîcanana hunerê jinan

Jin û ciwanên Seyîdsadiq bi mêhrîcanekê li seyrangeha Serwa hunerê xwe nîşandan.

Silêmanî - Li seyrangeha Seraw a bajaroka Seyîdsadiq a Silêmani ya Başûrê Kurdistanê mêhrîcana hunerê jinan. Mêhrîcan bi çalakiyên cûr be cûr yên hunerî û wêjeyî dewam kir. Di mêhrîcanên de gelek jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên Kurdewarî bejdar bûn, her wiha jinan karê destê xwe yên rengîn, xwarinê kurdewarî, muzîk û stran pêşkêş kirin. Jinên ku di mêhrîcanê de amade bûn keyfxweşiya xwe anîn ziman. Mêhrîcanê heta êvarê bi govend û stranan dom kir.