Li Kirmanşanê pêşangeha havînê

Li Kirmanşanê mîrateya çandî ya ji hûnera destan a jinan pêk tê li pêşangeha havînê tê pêşandan.

Kirmanşan – Li eyaletên Rojhilatê Kurdistanê mîrate û hûnera dest a kevnar a dîroka wan digihe bi hezaran salan hat pêşandan. Pêşangeh siharê di navbera seatên 10.00-13.00 piştî nîvro jî di navbera 16.00-22.00’yan de vekirî ye. Li pêşangehê ji cil û bergên gelerî heyanî berhemên çermên hûnandî, ji textên ku bi dest hatiye nexşandin ên ji bo jiyana rojane heyanî tamên heremî gelek berhem hene.

Her wiha jinan perwerde dike

Beşdarvana ji Kirmanşanê ya pêşangehê ku bi kargeheke çêkerên çerm re mijûl e, got: “Em her wiha bi her awayî perwerdehiyê didin jinan di warê çêkirin û amadekirin û teşekirina çerm de. Em berhemên ku hatine amadekirin jî pêşkeş dikin.”

Tamên heremî dide nasîn

Leyla Ehmedî ku beşdarî pêşangehê bû, ji me re dibêje ku ew heta dawiya havînê li vir berheman dide, bi danasîna tamên herêmî kêfxweş e û debara xwe ya aborî pê dike.

Pêşangeh heta meha Îlonê li Kirmaşanê li benda kesên eleqedar e.