Li Hewramanê Cejna Pîrşalyar dest pê kir

Roja yekemîn a cejna Pîrşalyar li Hewremanê dest pê kir û sê rojan dê berdewam bike. Di cejnê de gelek rê resmên taybet tên lidarxistin, zarok ji bo komkirina şekir mal bi mal digerin.

Li Hewramanê Cejna Pîrşalyar dest pê kir

DINYA NEZERÎ

Sine- Her sal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Cejna Pîrşalyar bi şahiyan tê pîrozkirin. Ev cejn sê rojan berdewam dike. Cejna Pîrşalyar li Rojhilatê Kurdistanê di çarşema serê Sibatê de tê pîrozkirin û sê rojan didome. Ev cejn li ser navê Pîrşalyar ê ku ji 99 Zerdeştiyan e; di dema ketina cemreyan (sotik) a hewa, av û axê de, salê du caran tê pîrozkirin. Cejna Pîrşalyar, a li Hewremanê dest pê kir; li Sine, Kirmanşah, Merîwan, Pawe, Ciwanro, Bane, Seqiz, Tehran û bajarên li bakurê Îranê, bajarên herêma federal a Kurdistanê Silêmaniye, Hewlêr û Kelarê jî tê pîrozkirin û gelek kes berê xwe didin Hewremanê.

Duh di 30’ê Çileyê de, cejna Pîrşalyar li Hewreman dest pê kir û bi gelek çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin. Di roja yekem a cejna Pîrşalyar de zarok dest bi komkirina şekiran dikin û çente û poşetên xwe digrin destên xwe li kuçe û kolanên Hewremanê digerin û jin jî xwarin û şîrînahiyê çêdikin, didin zarokan.

‘Hemû kes berê xwe didin Hewremanê’

Di roja yekem a cejna Pîrşalayar de xelkê Hewramanê xwe ji bo merasîma sereke amade dikin, gelek mêvan û geştiyar ji bo beşdarî cejnê bibin, berê xwe didin gund ji bo wêneyan bikşînin. Xelkên navçeyê jî bi coşeke mezin cejnê pêşwazî dikin. Wênegir û rojnamevanên li seranserê cîhan û Îranê di van sê rojan de amade dibin û kêlî bi kêlî cejnê dişopînin.

Yek ji zarokên Hewremanê Jawan Ehmed wiha behsa cejnê kir û got: “Îro roja yekem a cejna Pîrşalyar e divê rojê de em digerin û xelk jî xwarin û şîrînahî didin me. Di saet 3:00’ê piştî nîvroyê heta 5:00’ê êvarê derwêş diçin mizgefta mezin û li wê derê semaya erfanî dikin û roja pêncşemê bi heman awayî heta saet 5:00’ê êvarê em li deriyê malan didin û da ku xwarin bigrin û piştre em vedigerin malê xwe ji bo roja din amade dikin.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.