Li Helepçe yekem pêşangeha Karê Dest ya Navdewletî hate vekirin

Bi tevlîbûna berhemên 100 kesên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Helebce yekemîn pêşangeha navneteweyî ya bazirganiya karê dest li Helebce hate vekirin û wê sê rojan berdewam bike.

Helepçe- Duh li Helebce bi tevlîbûna 33 aliyên hikumî û torên rêxistinan û berhemên 100 kesên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Sine, Kirmaşan, Îlam, Hemedan, koçberên Rojava û Helebce yekemîn pêşangeha navneteweyî ya bazirganiya karê dest hate vekirin, armanca pêşangehê giringîdana keda deste û wê sê rojan berdewam bike.

Di derbarê pêşangehê de endama tora rêxistina Helepçe Kalî Rênas ji ajansa me re axivî û wiha got: “Xebatên wiha bi taybet li Helepçe di aliyê aborî de sudek zed eji bo geştiyara heye û bi taybet karê destê jinan. Eve festîfala yekeme û tenê ji Rojavayê Kurdistanê bejdar dibin, em xebat didin meşandin ji bo sala were ji Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê di pêşangehê de li hev kom bibin.”

“Min beşa teknolojî temam kiriye lê ez gelek ji karê dest hez dikim”

Jin bi karê destê xwe bejarî pêşangehê dibin Sorgul Mehemeda temen 32 salî ku ji bajarê Sine bi çend berhemên cûda yên karê dest bejdar bûye da diyarkirin ku her çendî ku wê beşa teknolojiyê temam kiriye lê belê xwesteka wê ji karê dest re heye û wiha got: “Li bajarê Sine kargeha min heye û zêdeyî 14 jinan li gel min kar dike, min karî bi karê xwe xwe li ser lingan bigrim û bibim xwedî aboriya xwe.”

Di pêşangehê de gelek cûrên berhemên xwemalî yên weke meyveyên hişkkirî, cil û bergên Kurdî û gelek berhemên keda dest tên nîşandan û rastî eleqeyekê tê û gelek kes serdan dikin û wê sê rojan berdewam bike.