Li Helepçe şahî

Di şahiya li Helepçe hat lidarxistin de koma Rezber, koma zarokên dibistina Şinro û hunermend Hanî derketin ser dikê.

Helepçe- Rêxistina gote ya Elmanî bi hevkariya rêveberiya rewşenbîr û hunermendên Helepçe şahiyek hate li darxistin. Di şahiyê de koma Rezber, koma zarokan ya dibistana Şînro û Hunermend Hanî derketin ser dikê.

Endama koma Rezber Jiwa Hesên keyfxweşiya xwe ya bejdarbûnê şahiyê anî ziman û got: “Xelkê Helepçe bi germahî em pêşwazî kirin û vê germahiya ku min di şahiyê de jiyan kirî wisan kir ku dubare bêm hunera xwe pêşkêş bikim.”

Hemwelatiya Helepçe Buşra Faruq bejdarî şahiyê bû wiha behsa şahiyê kir û got: “Dîroka Helepçe ji aliyê hunerê ve xwedî dîrokek kevne, ji ber wê divê hertim şahî û çalakiyên wisan werin li darxistin.”