Li Helebê şevbêrka jinan a hunerî

Bi boneya 8’ê Adarê tevgera Hêlala Zêrîn a bajara Helebê şevbêrkek hunerî li taxa Şêx Meqsûd li dar xist.

Heleb- Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê şevbêrkek hunerî di bin dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” li taxa Şêx Meqsûd bi beşdarbûna bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl û endamên navenda çand û hunera Cemîl Horo. Şevbêrk li navenda Hîlala Zêrîn a ku dikeve taxa Şêx Meqsûd Şerqî ya bajarê Helebê hat lidarxistin. Cihê şevbêrkê bi wêneyê Rêberê Kurd Abdullah Ocalan û ala tevgera Hîlala Zêrîn û alavên kevnar hat xemilandin.
“Çand û stranên me bi saya dayikan hatin parastin”
Destpêkê deqeyek rêz hat girtin paşê li ser navê tevgera Hîlala Zêrîn Tizyal Mihemed axivî û got: “Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di bin dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” em vê rojê li hemû jinan û li Rêber Apo, bi taybetî li jinên me yên têkoşer pîroz dikin. Di vê şev şevbêrka me ya hunerî de em ê stranên folklorî pêşkêş bikin û bi hêvî ne ku ev şevbêrk bi dilê we hemûyan be. Armanca me bi vejînkirina van stranên berê ew ku em bibêjin bi saya dayikan hatiye parastin.” 
Her wiha li ser navê Rêveberiya Yekitiya Rewşenbîrên Helebê Leyle Xalid axivî û got: “Jin jiyanê diafirînin xweşik û bedew dikin, diyarî mirovan dikin. Di dîroka mirovahiyê de her tim jin bûne serkêşên rastiyê û di hemû bûyeran de bê ser û ber cihê xwe girtine û bê tirs mil dane milên hev, civakê parastine.” 
Paşê koma kevneşopî stranên xwe yên foloklorî pêşkêş kirin.  
Şevbêrk bi gerandina govendê dawî bû.