Li Helebceyê pêşengeha hunermendên jin hat vekirin
Li Helebceyê ji aliyê beşa hunerê ya Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunerê îro sêyemîn pêşangeha hunera hunermendên jinan hat vekirin.
Helebce – Bi dirûşmeya ‘Jiyan bê jin tabloyek bê reng e’ sêyemîn Pêşangeha hunermendên jin ji aliyê beşa hunerî ya Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunerê ve li bajarê Helebçeyê hat lidarxistin. 25 henermendên jin bi tabloyên xwe û wêneyên xwe yên taybet beşdarî pêşengehê bûn û her yek ji wan şêwaz û karên xwe di pêşehgehê de pêşkêş kirin.
Jinên ji Çemçemal, Seîd Sadiq û Pencwîn Xurmal beşdarî pêşangehê bûn. Hat diyarkirin ku ev pêşangeh li bajarên din jî were vekirin da ku çand û jîngehê bi hev biguherînin û ji hev fêr bibin.
Hunermend Kelsom Sebah diyar kir ku ew beriya bi 3’ê salan beşdarî pêşengehê bûye û wiha got: “Ez sê sal in beşdarî vê pêşangehê dibim û min bi tabloyek ku behsa jinbûnê dike di vê pêşengehê de pêşkêş kir.”
‘Ji zarokatiyê ve huner bala min dikşîne'
Mamosteya hunerê û hunermend Ruxsar Rehmet kêfxweşiya xwe ya beşdarbûna pêşengehê anî ziman û wiha got: “Ez kêfxweş im ku bi 25 jinan re beşdarî pêşengeha hunermendên jinan bûm. Ji zarokatiya xwe ve huner bala min dikşîne.”